Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Jinên Komûnîst ên Şoreşger: Seda Û Hînd Nemirin!

Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) di derheqê qetilkirina Komkujiya jinan a li Hesekê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
29/01/2021 - 13:09
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Jinên Komûnîst ên Şoreşger: Seda Û Hînd Nemirin!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) di derheqê qetilkirina Komkujiya jinan a li Hesekê ji hêla DAÎŞ’ê ve pêk hat de daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya JKŞ’ê wiha ye:

“Armanca Komkûjiya Jinan A Li Hesekê Vîna Me Ye

Roja 23’ê Çile li navçeya Deşîşa komkujiyeke nû ya DAÎŞ’ê pêk hat. Hevseroka Meclîsa Beldeya Til Şayîr Seda Feysel El Hermez û Cîgira wê Hind Letîf El Xidir hatin revandin û hatin qetilkirin. Du jinên Ereb ên siyasetmedar û pêşengên şoreşê berê jî ji hêla DAÎŞ’ê ve bi mirinê hatibûn tehdîtkirin. Seda û Hinda ku xwedî giyana azad a şoreşa me ne li hember van gefan serî netewandin. Qetlîama hovane ku piştî hatin revandin pêk hat DAÎŞ’ê girt ser xwe.

Ev komkujî berdewamiya komkujiya jinên ku li Şengalê hatin qetilkirin û hatin revandin û li sûkan hatin firotin e, qetlîama li dijî Hevrîn Xelef e, qetlîama li dijî Zehra Berkel, Mizgîn Xelîl, Emîna Weysiyan e. Xaleke hevbeş a DAÎŞ, Dewleta Tirk, komên çeteyan, Rejîma BAAS’î û hêzên emperyalî û mêtînger ku ev 9 sal in li gorî berjewendiyên xwe bûne perçeyek ji şerê li Sûriyeyê dijminatiya jinan e.

Şoreşa Rojava bi xeta azadiya jinan a ku bi vîna û bi hezaran berdêlên jinan hatiye avakirin veguherî şoreşa jinê. Şoreşa me ya ku bi tevlêbûna jinên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û hwd navê xwe gîhand cîhanê bi vî aliyê xwe riya azadiyê nîşanî hemû jinên bindest ên cîhanê kir. Jin bi vîna xwe ya azad bûn nîvê şoreşê û civakê. Ji ber vê sedemê ye ku di navenda hemû êrîş dagirkirinan de jin sekinîn. DAÎŞ’a ku fizîkî binketineke mezin stend bi piştgiriya heman hêzan armancgirtina jinên pêşengên şoreşê didomîne.

Em jin nîvê serkeftina şoreşê ne. Ji ber vê Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bi sedan jin direvînin, qetil dikin, destdirêjiyê dikin û hemû cure tundiyê pêk tînin. Encama bi sedan jinên ku ji hêla DAÎŞ’ê ve hatin revandin, hatin tecawizkirin hîna jî nayê zanin. Komkujiya jinan a li Hesekê ji hêla DAÎŞ’ê ve pêk hat berdewamiya êrîşên li dijî şoreşa jinê ye. Ev komkujî di kesayeta rêhevalên Seda û Hind de ji me hemûyan re û ji jinên pêşengên şoreşê re nameyeke. Ev komkujî di heman demê de êrîşa li dijî peymana Kurd û Ereban a ku şoreşa me li ser mezin dibe ye.

Em weke Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) careke din ji malbatên rêheval Seda û Hind re, ji gelê me yê Ereb û hemû gelan re sersaxiyê dixwazin. Em dûbare dikin têkoşîn û berxwedana Hevrîn, Zehra, Mizgîn, Emîna, Seda û Hind hêrsa me ya hesab pirsînê ye. Êşa yekê ji me hêrsa me hemûyan e. Em bi vîn û biryardayina hesab pirsînê banga xwedî derketina li mîrateya Seda û Hind li hemû jinan dikin.

 

Rêheval Seda û Hind Nemirin

Bijî Şoreşa Me Ya Jinê

Berxwedana Li Hember Dagirkeriyê Berxwedana Li Hember Tundiyê Ye”

 

Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ)

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Greva birçîbûnê di roja 64’an de ye – Bavê girtî bangawaziya baldariyê kir

Nivîsa Pêş

Ji bo çuyina İmraliyê malbata serî li dozgeriyê da

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Malbat ji bo biçin Îmralîyê serî lê dan

Ji bo çuyina İmraliyê malbata serî li dozgeriyê da

HBDH’ê çalakiya ku pêk aniye parvekir û ji bo berxwedana Eyn Îsa û Til Temirê banga ‘piştgiriya aktîf’ kir

HBDH Ewropa: Berxwedan wê bi ser bikeve

Manşet

  • Ciwanekî ereb di nav QSD de: Neyên lîstokên dewletên derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî ereb di nav QSD de: Neyên lîstokên dewletên derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şîrketa yekitiya berjewendiyan ango AKP belav dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN – Balafirên Şer ên Dewleta Tirk çiyayê Kurejaro bombebaran kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.