Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 4 şehîdên Metînayê parvekir

"Em sersaxiyê di serî de didine malbatên hêja yên hevrêyên şehîdan, gelê me yê welatparêz ê li çar parçeyên Kurdsitanê, em careke dî soz didin rastiya şehîdan."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/01/2021 - 12:47
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 4 şehîdên Metînayê parvekir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyaniya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“30’ê Kanûna 2020’î artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer bombardûmaneke giran li qada Kêste ya herêma Metînayê kiribû. Di encama vê êrişa hewayî de hevrêyên me Rênas Taylan, Serbest Kirmanşah, Zagros Şengal û Rênas Andok şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ye:

Nasnav: Zagros Şengal
Nav paşnav: Beşar Ûbeyt
Cihê jidayikbûnê: Mûsil
Dayik-Bav: Tirfa-Ûbeyt
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Kanûna 2020 / Metîna

Nasnav: Serbest Kirmanşah
Nav paşnav: Kamûran Necefî
Cihê jidayikbûnê: Kirmaşan
Dayik-Bav: Firsat-Nasir
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Kanûna 2020 / Metîna

Nasnav: Rênas Andok
Nav paşnav: Savaş Bîngol
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav. Songul-Sabahattîn
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Kanûna 2020 / Metîna

Nasnav: Rênas Taylan
Nav paşnav: Seyîthan Çetal
Cihê jidayikbûnê: Edene
Dayik-Bav: Şîrînaz-Xalis
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Kanûna 2020 / Metîna

Welatê me Kurdistan ji aliyê hêzên herêmî yên desthilatdarîperest û hegemon ên navneteweyî ve bi 3 parçeyan hatiye parçekirin. Hêzên paşverû yên mêtinger, polîtîkayên xwe yên qirkirinê bi her awayî li ser gelê me meşandin û ji bo gelê me ji nasnameya wê dûr bixîne, ji rastiya xwe xerîb bike û bêkok bihêle, çi ji dest hatin kirin. Gelê me li her parçeyî li dijî hêzên mêtinger berxwedaneke dîrokî nîşan da û bi vî rengî hebûna xwe heta niha parastiye. Bi vê armancê gelek serhildan û raperîn kiriye, li dijî êrişên giran ên dijmin bi heybetî li ber xwe da. Ev kevneşopiya serhildan û raperînê gihîştiye nifşan û rastiya gelê Kurd ê şervan û artêşa me ya gerîla afirandiye. Dara azadiyê ya PKK’ê ku Rêber Apo tovê wê çand û şehîdên me yên leheng bi xwêdan û xwîna xwe av dan, bi vê rastiyê şîn bû.

Rêber Apo polîtîkayên qirker ên hêzên mêtinger ku li Kurdistanê geş kirine, pergala şaristaniya dewletî bi hûrbînî dahurandiye, rastiya dijmin bi rengekî şilfîtazî daniye ber çavan û li ser vê bingehê gel û berxwedana herî berxwedêr a dîrokê afirandiye. Bi afirandina rastiya gelê Kurdistanê ku li ser hîmê şerê şoreşgerî gel têdikoşe, ji hêzên hegemon û mêtinger hesabê bi hezaran salan daye. Şehîdên me yên leheng jî ku bi hemû hebûna xwe bawerî bi tevgera berxwedan û tolhildanê ya Rêber Apo anîne, ji çar parçeyên welatên me hatine, tevlî nav têkoşîna azadiyê bûne, heta hilma xwe ya dawî li ser rêya heqîqetê meşiyane û bûne xof û tirsa dilê neyarên qirker. Hevrêyên me Rênas (Seyîdxan Çatal), Serbest (Kamuran Necefî), Zagros (Beşar Ubeyt) û Rênas (Savaş Bîngol) jî li gel hemû polîtîkayên şerê taybet jî, pêgirê çanda berxwedanê ya gele me mane, li ser vê bingehê berê xwe dane çiyayên Kurdistanê, ji cografyayên cihê yên welatê me tevlî nav Têkoşîna Azadiya Kurdsitanê bûn.e Her çar hevrêyên me jî bawerî pê anîne bi jiyanî kirina felsefeya berz a Rêber Apo, ku bûye manîfesyona azadiyê ya hemû mirovahiyê û azadiya gelê me û hemû gelan pê ye, hemû hebûna xwe di rêya doza azadiya Kurdistanê de feda kirine.

Ev hevrêyên me çawa ku gihaştine çiyayên Kurdistanê, ji hemû gemariyên jiyana modernîteya kapîtalîst xwe pak kirine û bi nasnameya xwe ya xurtî ber bi jiyana azad ve gavên xwe avêtine. Bi vê bingehê weke Teyrê Sîmîr ku ji xweliya xwe vejiyayî, hevrêyên me Rênas Taylan, Serbest Kirmanşah, Zagros Şengal û Rênas Andok, dildarên azadiyê, li çiyayên asê û bêhempa yên welatên me Kurdistanê şevçiraxa azadî, dad û demokrasiyê ya gelan heta cihê herî bilind birine.

Dewleta Tirk a faşîst ku li dijî hemû nirxên ku bi navê mirovahiyê hatine afirand êrîşên bi dijimnatî tîne, ji bo xeyalên Osmaniya nû pêk bîne, li dijî hemû gelên herêmê êrîşeke hovane tîne. Ji ber ku van polîtîkayên emperyal ên dewleta Tirk a mêtinger deşîfre dike, li dijî vê berxwedana dîrokî dike, li pêşiya hesabê wan weke bendekî ye, Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe hedefa pêşî û domdar a dewleta Tirk. Rejîma Tirk ku ji bilî teknîka şer a ku bi kar tîne tiştekî dî di dest de nemaye, bi çeteyên paramîlîter sûc dike, nema bi kêr tê ku şer bike û têk çûyî, êdî li ber xilasbûnê ye. 2020’an belî jî êrîşên herî zêde yên hewayî yên dîrokê anîne, giranî daye her cure taktîka şerê taybet û psîkolojîk lê dîsa jî li bara Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ser neketiye. Ya ku gerîlayên azadiyê dike têkneçûyî vîna wê ya ji pola, dilsoziya wê ya li Rêbertî, şehîdan û gel e. Gerîlatiya me ya serdema nû ku bi doktrîna şerê şoreşgerî yê gel, li ser hîmê xeta gerîlayê demokratîk xwe ji nû ve ava dike, bûye hêviya hemû gelên çewisandî, bi teqezî wê bibe hêza serfiraziyê azadî û demokrasiyê, li Rojhilata Navîn.

Hevrêyên me Rênas Taylan, Serbest Kirmanşah, Zagros Şengal û Rênas Andok ku tevlî têkoşîna Apoyî bûyin, ku ji Serhedan heta bi metropolên Tirkiyê, ji deşta Mûsilê heta bi çiyayên Rojhilatê Kurdsitanê karîger bûye, bi helwest û pratîkta xwe ya têkoşînê bûne gerîlayên serfiraziyê yên serdemê, alaya azadiyê ku ji şehîdan standin dane peyrevên xwe û tevlî nav karwanê şehîdan bûne.

Em sersaxiyê di serî de didine malbatên hêja yên hevrêyên şehîdan, gelê me yê welatparêz ê li çar parçeyên Kurdsitanê, em careke dî soz didin rastiya şehîdan.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanê bi navê Gokhan Gunes yê ku hatîbû revandin hat berdan

Nivîsa Pêş

Zarokên Agir: Bilecik, Ordu, Afyon û Bursa agir dîtin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Ji Zarokên Agir bîlançoya meha Gulanê: Gelek wesayit, fabrîka û kargeh hatine şewitandin

Zarokên Agir: Bilecik, Ordu, Afyon û Bursa agir dîtin

Salvegera serkeftina Kobanê tê pîroz kirin

Salvegera serkeftina Kobanê tê pîroz kirin

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.