Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Dijminên bav û kalan, nabin dostê lawan

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
03/01/2021 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
ANALÎZ – Dagirkeriya li ser Xakûrkê û tewanbariya bê bingeh…!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ango em bêjin tenê PDK wê baştir be, rehên jiyanê hemû yên li Başûr di aliyê aborî, jiyanî û siyasî de xistine bin desthilatdariya dewleta Tirk. Şîrketên dewleta Tirk û torên MÎTʼê yên li Başûr bi vî karî radibin. Ji aliyekî din ve, ji roja îlankirina federaliya Başûrê Kurdistanê û heta îro ku dengeyên cîhanê û yên Rojhilata Navîn têne guhartin, Başûrê Kurdistanê bi hişmendiya partîtî û malbatî (malbata Barzanî) tê birêvebirin.

Mixabin ji ber vê siyaseta “malbatî” û pêkanîna berjewendiyên tenê çend kesan, xelkê Başûrê Kurdistanê gelek zerar dît. Di heman demê de ji ber vê hişmendiyê, şerê birakujiyê di navbera PDK û YNKʼê de derket û Barzanî li ser tankên kujerê Kurdan Sedam Hisên derbasî Hewlerê bû û bi hevkariya kujerên Kurdan li dijî YNKʼê şer kir. Wekî ku çawa îro diyar dibe ku PDK heman siyasetê li Başûr dimeşîne ku zemîna dagirkirina Başûr ji aliyê dewleta Tirk ve, amade dike.

PDK ku Başûr bi rê ve dibe, li şûna ku Başûr bike welatekî berhemdar, xêr û bêrên di destê xwe de bixe ximzeta pêşxistina Başûr, lê mixabin tenê Başûr kir êsîrê şîrketên dewleta Tirk. Gihîşt astekê ku hikumeta Başûr a ku PDK tê de serwer e, mûçeyên karmendên xwe nede. Ev yek jî diyar dike ku ne PDK û ne jî hikûmet projeyên wan ên stratejîk ji bo herêma Kurdistanê tunene.

Li welatekî dema ku parlamento tê de hebe, bêguman herî kêm nêrîndayîna bi awayekî azad ya her partiyekê yan jî her rêxistinekê û demokrasî tê bîra mirovan. Lê mixabin, li Başûrê Kurdistanê di vî alî de bi bin ket û nikaribû parlamentoyeke azad ku tê de her partî nêrîna xwe bîne ziman û û rewşa gendelî ya hikumetê rexne bike, were avakirin.
PDK di aliyên aborî, siyasî, civakî û rêvebirinê de, di nava şikestineke mezin û cidî de ye. Mixabin, li şûna ku berê xwe bide aliyê kurdî û bi hev re Başûr di aliyê siyasî û aborî de biparêzin û bi pêş bixin, berê xwe daye dewleta Tirk û li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê amadekariyya şer dike. PDK difikire ku eger bi dewleta Tirk a qirkera Kurdan re şerê PKKʼê û dewleta Tirk bikeve Başûr, dê PDK ji aloziya wê rizgar bike. Lê bila PDK baş bizane ku dewleta Tirk wê tu carî birînên Kurdan derman neke. Dewleta Tirk a ku Şêx Seîd û Seyîd Riza darve kirin, a ku geliyê Zîlanê bi xwîna Kurdan kir deryayek, a ku Efrîn dagir kir û qirkirin li dijî Kurdan pêk anî, a ku li dijî serxwebûna Başûrê Kurdistanê derket, wê tu carî gelê Başûrê Kurdistanê û tevî partiyên siyasî yên Başûr û di serî de PDKʼê ji aloziya jiyanî xelas neke. Bav û kalên me jî got “Dijminên bav û kalan, nabin dostê lawan”.

Ya sosret PDKʼê binkeftinên xwe yên di aliyê siyasî û aborî de, hemû xistine stûyê PKKʼê. Di daxuyanî û helwestên rayedarên PDKʼê de jî ev yek baş diyar dibe. PDK ji bo ku binkeftinên xwe veşêre, amadekariyên şerekî birakujiyê dike. Eger mirov li ragihandina nêzî PDKʼê ya li Başûr temaşe bike jî, dê bibîne zemînê amadekirina vî şerî dikin. Xwezî ew dezgehên çapemeniyê nexasim ARK, Kurdistanê 24 û Rûdaw bi qasî ku hewl didin şerê birakujiyê gur dikin, hewl bidin ku şer di navbera hêzên kurdî de çênebe û bi rêya diyalogê û pêkanîna yekitiya nîştimanî ya kurdî, her kes pirsgirêka xwe çareser bike. Diyar e ku heta niha tenê PDK bi desteka yekser a dewleta Tirk dixwaze ev şer çêbe. Heta vê kêliyê jî YNKʼê piştgirî nedaye vê fikira PDKʼê û rayedarên YNKʼê jî yên di nava hikumetê de ev tişt piştrast kir. Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê jî naxwazin tev li vî şerî bibin û çûyîna li herêma Garê û beriya wê jî Zînê Wertê red kirin. PDK niha hewl dide bi rêya parlamentoyê şerê birakujiyê rewa bike û êrişî tevgera azadiyê ya Kurdistanê bike.

PKK’ê jî helwesta xwe jî li hemberî proveksyonên PDKʼê eşkere kir û ragihand ku ew ê hewl bidin ku şerê birakujî rû nede û gelek caran bang li rayedarên PDKʼê kir ku werin û bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin. Eger ev şer çêbibe ku Kurd ne li benda vê yekê ne, wê her hêzekeke kurdî jê zirarê bibîne. Bila tu partiyên kurdî nebêje ku ez beşdarî vî şerî nabim û eleqeya min pê tune ye, divê her kes berê xwe bide Başûr û rê li pêşiya vê kerasetê bigire ku dewleta Tirk hewl dide çêke.

Kendal Cudî

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 3’YÊ ÇILEYA 2021’AN

Nivîsa Pêş

Derewên Suleyman Soylu bejna wî derbas kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Derewên Suleyman Soylu bejna wî derbas kir

Derewên Suleyman Soylu bejna wî derbas kir

Kontrayê AKP’ê yê Bedlîsê: Çetin Uçak

Kontrayê AKP’ê yê Bedlîsê: Çetin Uçak

Manşet

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe
  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.