Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Noel pîroz kir

"Em Cejna Noelê di serî de li gelên xwe yên Ermenî, Asûrî, Suryanî, Keldanî, li tevahiya civata Xiristiyanan pîroz dikin, ji her kesî re saleke bi hezkirin, hurmet û aştiyê hêvî dikin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
25/12/2020 - 15:18
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
KCK: ‘Ti rastiya nûçeyên medyaya PDK’ê nîne’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN –

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya Cejna Noelê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku ji roja dest bi têkoşînê kiriye û vir ve biratiya gel û baweriyan ji xwe re kiriye pîvan, di şexsê Kurdistaniyên Xiristiyan de em Cejna Noelê li civata Xiristiyanan pîroz dikin. Bi wesîleya vê rojê, em hêvîdar in ku li Rojhilata Navîn û gelek herêmên cîhanê dawî li şer bê anîn, mirovahî di nava aştî, aramî û tenduristiyê de bi rengekî azad û demokratîk bijîn.

Cejnên olî banga ji bo hezkirin, hurmet, aştî û biratiyê ye ku ev yek xala hevpar a olan hemûyan e. Nîşaneya hêvî û bendewariya gelan a ji bo jiyaneke mirovane û berhemdar e. Ji bo pêkhatina van hêvî û bendewariyan, li bîra oldaran dixe ku ji her kesî bêhtir berpirsyar in. Em hêvîdar in ku cejna îsal a Noelê van hest, nêrîn, bawerî û nirxan mezintir bike.

Mirovahiyê sala 2020’î di nava atmosfera tundî û şer de derbas kir ku neteweperest, lîder û hikumetên faşîst ên olê bi kar tînin, bûn sedema vî şerî. Pirsgirêkên nû yên ji ber şewba vîrûsa koronayê jî ji destpêka salê ve li van zor û zehmetiyan zêde bû. Cîhana me sala 2020’î ya mîladî di nava van zor û zehmetiyan de temam dike. Em li bendê ne ku Cejna Noelê ya îsal bibe wesîleya saleke nû ya mîladî ku ev zor û zehmetî hemû bi dawî bûne û saleke bi tenduristî û aramiyê derbas bibe. Baweriya me pê heye ku sala 2021’ê bibe saleke welê ku têkoşîna demokrasiyê ya ku lîder û hikumetên faşîst neteweperest hilweşîne, mohra xwe lê bide.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, dilsoziya me ya bi kevneşopiyên pîroz ên gelên me, bersiva me ya li bendewarî û hêviyan Kurdistana xweser û Rojhilata Navîn a Demokratîk e ku gel û bawerî hemû bi yekîtî û biratiyê bi hev re bijîn. Ji ber vê yekê têkoşîna me ya herî mezin li dijî wan hêzan e ku cewhera olan berevajî dikin, baweriya gelan ji bo mal û milkên xwe bi kar tînin û ji bo desthilatdariya xwe rastiyan berevajî dikin. Weke ku di dîroka têkoşînê ya olên Brahîmî de jî tê dîtin, baweriya me pê heye ku parêzvanên maf û rastiyê wê li dijî zaliman bi ser bikevin. Ji ber vê yekê em bi baweriyeke hîn mezintir dest bi saleke nû ya mîladî dikin.

Em di wê baweriyê de ne ku sala 2021’ê wê bibe saleke welê ku têkoşîna azadiya jinê mezintir bibe, nirxên demokratîk di asta pîrozmendiyê de bên qebûlkirin, berxwedana gelan a bi hişmendiya ekolojîk wê xurtir bibe. Bi vî fikir û têgihiştinê, em Cejna Noelê di serî de li gelên xwe yên Ermenî, Asûrî, Suryanî, Keldanî, li tevahiya civata Xiristiyanan pîroz dikin, ji her kesî re saleke bi hezkirin, hurmet û aştiyê hêvî dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Endamên Meclîsa Ciwana piştgirî didin greva birçîbûnê

Nivîsa Pêş

Gerîlayên MLKP/FESK: Emê berxwedana Başûr de cihê xwe bigrin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Gerîlayên MLKP/FESK: Emê berxwedana Başûr de cihê xwe bigrin

Gerîlayên MLKP/FESK: Emê berxwedana Başûr de cihê xwe bigrin

Ciwanan bi coşek mezin roja 2’mîn a meşa dirêj bi dawî kirin.

Ciwanan bi coşek mezin roja 2'mîn a meşa dirêj bi dawî kirin.

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.