Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Sozdar Avesta: Hevala Edessa bi hesreteke mezin a azadiyê karê ciwanan meşand

"Têkoşîna li Binevşan îro li Rojava, li parçeyên din ên Kurdistanê veguheriye şoreşa jinê."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
20/12/2020 - 13:39
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Sozdar Avesta: Hevala Edessa bi hesreteke mezin a azadiyê karê ciwanan meşand

ANF Images

ParvekeTweet

BEHDÎNAN –Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ANF’ê re axivî û Binevş Edesa bi bîr anî.

Binevş Edessa ku bi eslê xwe ji Rihayê bû sala 1974’an ji dayik bû. Hîn di dema zarokatiya wê de malbata wê koçî Elmanyayê kir. Çîroka malbata wê ji çîroka malbatên din ên Kurdistanî yên koçî Elmanyayê kirin ne cudatir bû. Kurdistan di bin dagirkerî û talana dewleta Tirk de ye. Kurd tên asîmîlekirin, bêîrade tên hiştin. Edessa ya ku dûrî welatê xwe bû, bi hesreta welatê xwe û vegera li Kurdistanê dijiya. Hîn di dema xwendina lîseyê de kete nava lêgerîna azadiyê û gihîşt wê encamê ku azadî bi hêsanî bi dest nakeve, bi têkoşînê dikare bê bidestxistin. Ji bo welatê azad, ji bo jinên azad di sala 1994’an de ji Ewropayê tevlî nava refên PKK’ê bû. Di nava tevgera azadiyê ya Kurd de cihê xwe di nava karê girseyê yê Ewropayê de girt. Edessa li Şamê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê bû, li Behdînan, Qendîl, Xinêrê, Ermenistan û Botanê têkoşiya. Nîvê temenê xwe bêrawestan diyarî azadiya Kurdistanê û jinê kir û heta kêliya dawî têkoşiya. Dema ku di rêveberiya Herêma Botanê û Koordînasyona PAJK’ê de cih digirt di 16-22’ê Kanûna 2011’an de li çiyayê Cûdî yê Şirnexê şer qewimî û hingî şehîd bû.

‘VEGUHERÎ ŞOREŞA JINÊ’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta got, “Hevala Edessa bi hesreteke mezin  azadiyê karê ciwanan meşand. Li navenda modernîteya kapîtalîst li çand û zimanê xwe geriya. Ev yek jî bi mezinkirina hesreta azadiyê kir. Lewma daxwaza wê ya vegera li welêt û tevlîbûna li nava refên gerîla gelekî bi wate bû.

Rêber Apo vegera ciwanan ji xaka xerîbiyê, vegera li cewhera xwe weke derba herî mezin a li kapîtalîzmê dinirxîne. Hevala Edessa bi vê berpirsyarî û hişmendiyê berê xwe da xaka pîroz a Kurdistanê. Di heman demê de hem bi pêşengiya xwe ya li nava refên gerîla hem jî bi têkoşîna xwe ya li çiyayê Cûdî bû şopdara mîrateya Bêrîvan. Hevala Binevş bi sekna xwe ya rêxistinî, nêzîkatiya xwe ya exlaqî û wijdanî, helwesta xwe ku dixwest bi felsefe û îdeolojiya Rêber Apo bi pêş ve bixîne, bandoreke mezin li derdora xwe kir. Şerê li qada Botanê nîşan da ku Bêrîvan her tim pêşengiyê ji şoreşê re dikin. Binevş û bi sedan lehengên mîna wê li Botanê bi têkoşîna xwe bûn sembola azadiyê.

Têkoşîna li Binevşan îro li Rojava, li parçeyên din ên Kurdistanê veguheriye şoreşa jinê. Têkoşîna bi pêşengiya jinê niha bala tevahiya cîhanê kişandiye û bûye mînakeke mezin. Şoreşa jinê êdî bû heqîqeteke misoger. Ev rewş êdî ji sînorê Rojhilata Navîn derbas bûye û li nava jinên li tevahiya cîhanê belav bûye.

Artêşa jinê ya azad bi berdêlên şehîdên têkoşînê hatiye afirandin. Ji Sarayan heta Bêrîtan, Zelal, Nûda, Gulbahar û Bİnevşan bi hezaran hevrêyên jin berdêlên giran dan û bi vî rengî ev encam hate afirandin. Şehîdên me bi eşqa ji bo afirandina civakeke azad a li dora jin a azad, canê xwe feda kirin. Pêvajoya bê ew pêvajo ye ku têkoşîn û berxwedan wê bi her awayî bê mezinkirin. Êrişên mezin ên li Kurdistanê nîşan dide ku ji vê yekê heqîqetê ditirsin. Wê armana me be ku bi ruhê berxwedêr îdeolojî û felsefeya Rêber Apo di nava her şert û mercî de têkoşînê mezin bikin. Dilsoziya bi şehîdan re wê li ser vê bingehê be. Têkoşîna vê yekê wê bêhtir bê mezinkirin. Di vê mijarê de em heta dawiyê bi bawer in. Şehîdên xwe yên di vê oxirê de li çar parçeyan jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînin.”

‘ÇEKA HEV LI ERDÊ NEHIŞTIN’

Avesta got, “Ji Kurdistanê heta Ewropayê, ji Ermenistanê heta Rûsyayê li her devera Kurd lê ne bi ruhê berxwedanê têkoşîn, têgihiştin, berxwedêrî, xwe afirandin, parastin û şoreş afirandin.”

Avesta wiha dewam kir; “Piştî Bêrîvan ku pêşenga serhildanên gel bû, bi dehan ciwanên Êzidî tevlî nava refên têkoşînê bûn. Yek ji wan jî Zeynep Bozkûrt e. (Binevş Edessa). Hevala Binevş çeka hevala Bêrîvan li erdê nehişt, têkoşîna wê bênavber meşand. Bi dilsoziyeke mezin a bi felsefe û îdeolojiya Rêber Apo têkoşîna hevala Bêrîvan dewam kir. Di demeke kurt de bi tevlîbûna xwe, bi coş û morala xwe li ser vê xetê têkoşiya. Çawa ku hevala Bêrîvan di salên 1980’î de bi têkoşîna xwe bandor li gel kir, hevala Binevş jî di nava karên girseyî yên li Ewropayê de bi têkoşîna xwe bandoreke mezin li gel kir. Di karê rêxistinî û baweriya bi civakê re hevala Binevş Edessa pêşengiya salên 1990’î kir.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Zarokên Agir: Em Soza Tolhildanê ne

Nivîsa Pêş

ROJEVA 21’Ê KANÛNA 2020’AN

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ROJEVA 17’Ê KANÛNA 2020’AN

ROJEVA 21’Ê KANÛNA 2020’AN

Fermandarê HPG’ê Rizgar Êrsî: Dawiya tirsê bênasnameti ye

Fermandarê HPG'ê Rizgar Êrsî: Dawiya tirsê bênasnameti ye

Manşet

  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”
  • Bang Ji Peymangeha Ranyayê: Hemû Ciwanên Kurdistanê Divê Piştgirîya Rojava’yê Bikin
  • Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê 15’ê Sibatê Wê Bi Çalakiyên Hemwext Bê Şermezarkirin
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye
  • Ciwanên TCŞ Li Dijî Dorpêçkirina Kobanî Li Kolanên Hamburgê Bûn
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.