Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel x na aktîf Hemû Nûçeyan

Polîtîkaya dewleta Tirk li ser destavêtinê ava buye

"Li herêmên ku welatparêziya Kurd bi hêz û pêşketî ye, dewlet tecawizkariyê bi rêxistin dike."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
15/12/2020 - 12:08
di nav Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Polîtîkaya dewleta Tirk li ser destavêtinê ava buye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a faşîst û qirker, li dijî jin û ciwanên Kurd êrişên bi pîlan yên destavêtinê mîna polîtîkayekê bi rêve dibe. Navendên şerê taybet destavêtina jinên Kurd wekî amûrekî şikandina îradeyê bi kar tînin. Çawa ku zilam têkiliya cinsî mîna amûrek desthilatiya li ser jinan dibînin, dewleta Tirk ya qirker jî destavêtinê mîna xwepêşandanek desthilatdariyê bi kar tîne. Hesabekî wiha dike; eger civak nerazîbûnê nîşanî vê rastiyê nede, dê îradeya wê bişkê. Ji vî alî de pir giring e, û her wiha di cih de ye ku destavêtin û kuştina jinan polîtîk bê dîtin. Ji ber ku destavêtin û tecawiz kirin û pêkanîneke dagirkeriyê ye, raydarên dewleta tirk yan li hemberî bûyerên tecawizê bêdeng dimînin, yan jî bûyeran berevajî dikin. Dibêjin ti têkiliya dewletê bi tecawizê re tineye. Ya rastî bi vî rengî dibêjin; hem em ê tecawiz bikin, hem jî em ê hesab nedin. Çawa ku cînayetên polîs û esker pêk tînin, bê ceza dihêlin, û teşwîq dikin; bi cezanekirina faîlên bûyerên tecawizê, tecawizkar têne teşwîqkirin. Eşkere, dewlet temînatê dide tecawizkaran, bi vî rengî rê dide da ku tecawizkar bê tirs van êrişên xwe bidomînin.

Li herêmên ku welatparêziya Kurd bi hêz û pêşketî ye, dewlet tecawizkariyê bi rêxistin dike. Wekî kuştin, girtin û ke.sîxûrkirinan, tecawizê jî ji bo tirsandin û perçiqandina civakê mîna amûrekê bi kar tînin. Ev dewlet ewqas qirêj û piçûkketî ye ku tecawizî hin jin û ciwanan dike, an jî bi gefa tecawizê zexta muxbîr û sîxûriyê li wan dike. Niha dewleta tirk bûye dewleta herî bê-exlaq, herî qirêj ya dinyayê. Ji bo vîna gelê Kurd bişkînin, her tiştî mubah dibîne. Ji bo hesreta azadiyê û daxwazên gelê Kurd biperçiqîne, polîtîkaya ‘dikarin her tiştî bi Kurdan bikin’ li ser kar e. Ya rastî, kî bi vê dewletê re di nava peywendiyan de ye û li dijî van polîtîkayan dengê xwe dernaxe, ew jî şirîkê heman polîtîkayên qirêj e.

Jin bi gotina ‘100 sûcên’ dîktarî, rojane sûc û gunehekî rejîma Erdogan eşkere dikin. Lê di serî de Ewrûpa û Emerîka, hîn jî gelek dewlet vê dewletê û desthilata wê ya qirêj destek dikin. Jixwe dewleta Tirk a qirker jî dibêje pêkanînên me yên wiha qirêj û dermirovî ji me re dimîne û pêkanînên xwe didomînin.

Divê ev tecawiz wekî êriş an jî heqaretek li bajarên wekî Batman, Agirî, Amed an jî bajarekî din yê Kurdistanê tenê neyê dîtin. Li dijî gelê Kurd hemû ye. Ev êriş bi tenê li dijî Kurdên li Bakur pêk nehatiye û nayê. Her wiha li dijî Kurdên Başûr, Rojhilat, Rojava û Kurdên li her devera cîhanê êrişek wiha kirêt pêk tê. Destavêtina jin, ciwan û zarokên Kurd destavêtina gelê Kurd hemûyî ye. Heta ev êriş wiha neyên fêmkirin, Kurd nikarin van êrişan rawestînin. Ne jî rûmet û anora Kurdbûnê tê parastin. Divê bê zanîn ku armanca van êrişan ew e Kurdan bê anor û rûmet bihêlin. Eger namûsek civakî hebe, ew jî ev heqîqet e ku dewleta Tirk a qirker dike armanca êrişan. Niha li dijî van êrişan helwest û nerazîbûn neyê nîşandan, lê bi navê namûsê dê şikandina vîna jin û ciwan bê dewamkirin. Serwextî û têgehiştinek şaş ya namûsê jî ev e. Bêyî parastina namûsa civakî, ti kes nikare namûsa jin û zarokan biparêze. Dagirkeriya qirker lûtkeya desthilatdariya zilam îfade dike. Kengê dagirkeriya qirker bê binxistin, hişê desthilatdariya zilam ji holê rabe, hingê namûsa civakî jî namûsa jin û ciwanan û zarokan jî dê were parastin. Li cihê ku dagirkeriya qirker rûxiyayî, desthilatdariya zilam nemayî, ti kes newêre tecawizî jin û zarokan bike. Dewleta Tirk ji bo xwe jin, ciwan û zarokên Kurd mîna amûrên xwetêrkirina cinsî yê destavêtinê dibîne. Hiş û hizra desthilatdariya zilam jî jinê mîna objeyeke cinsî ya were tecawizkirin, tacîzkirin dibîne.

Li dijî destavêtinên li Bakurê Kudistan û Tirkiyê tenê nerazîbûna jinan xuyaye, ev nayê qebûlkirin. Berê dema destdirêjiya jinekê çêdibû, destpêkê zilaman serî hildida, îsyan dikir. Niha bêdengiya zilaman xirabûn û rizîna namûsa civakî jî nîşan dide. Li gel jinan divê civak hemû li dijî van destavêtinan rabe ser xwe. Li aliyê din ji ber tecawizên li Bakurê Kurdistanê li dijî Kurdan hemû ye, divê Kurdên li beşên din jî rabin ser xwe. Hingê dê were fêmkirin ku em bi rastî bûne netewe, neteweyeke rast û durist. Dewleta Tirk dê rabe destavêtinê bike polîtîkayek û êrişek ya şikandina vînê, lê beşên din yên Kurdistanê dê bêdeng bin; ev nayê qebûlkirin. Li dijî van destavêtinan di serî de jin, divê Kurdên li çar beşên Kurdistanê dengê xwe bilind bikin.

Desthilata AKP-MHP dê rabe li dijî jinan van polîtîkayên destavêtinê bişmeşîne, piştre jî dê rabe di nava HDP’ê an jî CHP’ê de şîdetta li dijî jinê pêk hatî bixe rojevê, helwesteke ewqas bê-exlaq, durû û bêşerm nehatiye dîtin.

Taciz û tecawiza herî xirab polîtîkayên dewletê û pêkanînên wê ne. Kesayet di vê rewşê de mezin dibin, şekil digirin, wisa li dijî jinan şîddetê bi kar tînin, taciz û tecawizê dikin. Hîn wêdetir, navendên şerê taybet yên vê dewletê li dijî jinên Kurd tecawizê pîlan dikin û pêk tînin. Suleyman Soylu bi xwe, van polîtîkayên AKP-MHP pîlan dike û pêk tîne. Di desthilata AKP’ê de vîna jinê tineye. Ji ber vê sebebê zilamê AKP’yî li hevjîna xwe dixe, taciz û tecawiz dike. Li gorî AKP’ê tiştên wisa dikarin di nava malbatê de pêk bên. Jin mecbûre her teserûfa zilam qebûl bike. Ya rastî di nava malbatên AKP’yî û di nava wê jiyanê de her roj û her saetê tecawiz heye. Li dijî jinê taciz û tundî her kêliyê heye. Di nava beşên alîgirên AKP’ê de ev rastî wekî rewşa nav malê tê dîtin û tê veşartin. Li gorî AKP’yiyan tecawizkarî, taciz û tundiya zilaman ji aliyê jinê ve tê provokekirin. Yanî jin zilaman provoke dikin. Ji vî alî de ku partiyek hebe der barê tundî, taciz û tecawizkirina jinê de hiş be, ew jî AKP ye. Mirovê ku herî dawî biaxive, hetta qet neaxive ew jî Tayyîp Erdogan e. Eger baxive jî divê tenê hesab bide. Ew kes û zêhniyeta ku dibêje wekhevî di fitrata jinê de tineye, der barê tecawiz û tacizan de tenê divê hesab bide.

Bi wê hêviyê ku li dijî polîtîkayên tecawizê yên dewleta Tirk têkoşîn hîn xurttir bibe…

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KCK’ê ji bo şahadeta Mam Beşir daxuyani da

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Zarokên Agir dilê faşizmê Behra Reş de şewitand

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Ji Zarokên Agir bîlançoya meha Gulanê: Gelek wesayit, fabrîka û kargeh hatine şewitandin

LEZGÎN - Zarokên Agir dilê faşizmê Behra Reş de şewitand

LEZGÎN – Gerîla TV dîmenê çalakiya li Gabarê de 5 leşkerê ku ceza kiriye parvekir

LEZGÎN - Gerîla TV dîmenê çalakiya li Gabarê de 5 leşkerê ku ceza kiriye parvekir

Manşet

  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.