Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Besê Erzîncan: Divê êdî her roj weke 25’ê Mijdarê bên nirxandin

"Tevgera me ya jinê ya li Rojava, li dijî dagirkerî, tecrîd û qirkirinê rêxistinî û çalakî pêk anî."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
24/11/2020 - 9:04
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Besê Erzîncan: “DAÎŞ li Dêra Zorê qediya ye, lê belê hîn li Efrîn, Îdlib û Cerablûsê heye”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ji ANF’ê re axivî.

Besê Erzîncan bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 21 sal in li Îmraliyê li ber xwe dide û got, “Sedema tecrîda giran a li ser Rêberê me ew e ku sîstema jiyaneke alternatîf a azadîparêz daniye holê. Di navbera bidawîkirina qirkirina jinê û azadiya Rêberê me de têkiliyeke xurt heye. Pêngava ku em ji bo azadiya Rêberê xwe dimeşînin di heman demê de pêngava azadiya jinan e. Rêberê me di heman demê de rêberê azadiyê yê jinan e.  Lewma têkoşîna jinan a ji bo azadiya wî, wê têkoşîna azadiya jinan bi pêş ve bibe.”

GIRÎNGIYA TÊKOŞÎNA HEVPAR

Besê Erzîncan anî ziman ku ji bo mezinkirina têkoşîna azadiyê ya tevgerên jinan, divê êdî her roj weke 25’ê Mijdarê bên nirxandin, li malê, li kolanan, kargehan û her qada ku lê ne divê li dijî nêzîkatiyên mêr ên serdest li ber xwe bidin.

Besê Erzîncan destnîşan kir ku jinan di vê demê de dîtin ku tifaqa jinan a nava xwe û bi hêzên demokraisyê re çiqasî pêwîst e, têkoşîna hevpar çiqasî mecbûrî ye û got, “Nakokiya zayend, têkoşîn ne tenê weke pirsgirêkeke jinê tê dîtin, êdî weke pirsgirêkeke civakî tê dîtin. Em di demekê de bûn ku lêgerînên azadiyê yên jinan, gelan û mirovahiyê gelekî xurt bû. Ji bo em karibin sedsala 21’ê bikin sedsala azadiya jinê, pêwîste em bi biryardarî û hêviyeke mezin bixebitin. Divê em jin xwe bispêrin hêz, însiyatîf û îradeya xwe, rola xwe ya pêşengiyê bi rengekî rast û têrker bi cih bînin û bi vî rengî bi ser bikevin. Girîng e em têkoşîneke hîn yekbûyî û radîkal bimeşînin.”

Besê Erzîncan bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelan, jinan û hêzên demokrasiyê û destnîşan kir ku jinan li Bakur, Rojava, Başûr, Rojhilat, Şengalê, Mexmûr, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Tirkiye, Ewropa û tevahiya cîhanê bi berxwedaneke mezin û sekna xweparastinê bersiv dan.

Erzîncan ragihand ku dewleta Tirk li gel hemû hewldanên xwe nekarî bi jinên Kurd gavê paşve bide avêtin û got, “Jinên Kurd bi ruhekî mezin ê azadiyê, bi berxwedan, biryardarî û îdîayeke xurt em 25’ê Mijdara 2020’î pêşwazî dikin.”

REWŞA LI ÇAR ALIYÊN KURDISTANÊ

Besê Erzîncan bi bîr xist ku tevgera wan a jinê li Bakurê Kurdistanê, li gel jinên ji gelên Ermen, Ereb, Çerkes, Rûm, Roman, Tirk û hemû gel û baweriyan, li dijî faşîzmê berxwedaneke mezin nîşan dide.

Erzîncan ragihand ku li Rojava jî karên şoreşa jinê, li gel êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi xurtî dewam kirin û got, “Tevgera me ya jinê ya li Rojava, li dijî dagirkerî, tecrîd û qirkirinê rêxistinî û çalakî pêk anî. Her wiha karê yekîtiya neteweyî ya jinan jî li ser bingeha hevkariya bi jinên Ereb, Ermen, Suryan, Çerkes, Sûriyeyî karên şoreşgerî bi cih anî. Jinan lez dan karê ji bo avakirina şoreşa jinê.”

Têkildarî rewşa jinan a li Rojhilatê Kurdistanê jî Erzîcan got, “Li dijî rejîma Îranê jinan bi xurtî li ber xwe dan. Îranê li dijî jinan, gelê Kurd, gelan û baweriyan bi şêweyê delweta Tirk ê qirkirinê nikare ewlehiya xwe pêk bîne. Divê maf û azadiya jinan, gelê Kurd bi taybetî jî ya Yarsanan nas bike.”

Ji bo jinên li Başûrê Kurdistanê jî got, “Jinên li vî beşî neçar in ku rêxistiniya jinê bi pêş bixin û xwe bikin îrade. Li Başûr divê bi pêşengiya jinan pêvajoyeke demokrasiyê pêk were. Yek ji herêmên ku tundiya li dijî jinê lê zêde ye Başûrê Kurdistanê ye.”

Besê Erzîncan diyar kir ku herî zêde ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan divê jin bixebitin û bal kişand ser roleke stratejîk a yekîtiya jinên Kurd ên li Başûr di pêşvebirina yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd de.

REWŞA LI ŞENGALÊ

Besê Erzîncan bi dewamî got, “Jinên Şengalê piştî fermanê hişmendiya xwe ya azadiyê, rêxistinbûniya xwe ya xweser bi rengekî serketî bi cih tînin. Jinên Şengalê ji bo xweseriya Şengalê bi xurtî dixebitin. Li ser vê bingehê em karên dema dawî yên jinên Êzidî silav dikin. Divê jinên Êzidî karibin yekîtiya xwe pêk bînin, hîn bêhtir tevlî karên yekîtiya neteweyî û yekîtiya jinan a Rojhilata Navîn bibin.”

Ji bo jinên Kurd ên li Ewropayê Besê Erzîncan bal kişand ser girîngiya kampanya ‘Sed sedemên ji bo darizandina dîktator’.

Besê Erzîncan têkildarî gerîlayên jin jî got, “Ew hêza bingehîn û rêvebir a berxwedana me ya azadiyê ne. Gerîlayan di vê demê de di serî de li Heftanînê li çar aliyên Kurdistanê bi rengekî fedayî şerê xweparastinê kirin.”

‘EM Ê BI ROLA PÊŞENGIYÊ RABIN’

Di dawiya axaftina xwe de Besê Erzîncan got, “Em li ser vê bingehê bi berxwedaneke mezin û rêxistiniyeke xweparastinê 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin. Bi vî rengî hem em ê destketiyên jinan bi xurtî biparêzin, hem jî ji bo avakirina qadên jiyana azad a alternatîf li Kurdistanê, bi îdîa û biryardarî pêşengiyê bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Kronolojiya PKK’ê – Beşa 1

Nivîsa Pêş

Endamê Kordinasyona Komelên Ciwan Rustem Dilşad axivî

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Endamê Kordinasyona Komelên Ciwan Rustem Dilşad axivî

Endamê Kordinasyona Komelên Ciwan Rustem Dilşad axivî

KJC: Em ê sîstema çarmixa Îmraliyê bi temamî ji holê rakin!

"Jinên Ciwan di dîlana Azadiyê de ne"

Manşet

  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPS: Hevrê Mordem bi berxwedanê şehîd bûYPS: Mordem yoldaşımız kahramanca şavaşarak şahadete ulaştı!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TAYBET- Gerillayên HPG di nav mehekî de di heman cihê de 5 car ‘yekineyên veşartî’xist!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agirê Newrozê ku Kawayê Hesînkar pêxistiye, li Swîsrêyê geş dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şerîk: Bi bîranîna Qazî Mihemed û hevrêyên wî ew e ku Şoreşa Rojava bê xurtkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo ji bo Azadiya fîzîkî ya rêber Apo meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO: Rêyeke din ya jiyankirinê bê şûr û sîleh nayê girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.