Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Ji PDK’ê re bêjin bes e!

Yên ku xweserî û xweparastina Şengalê pejirandine dikarin der barê Şengalê de baxivin. Yên ku xweserî û xweparastina Şengalê napejirinîn, dixwazin qirra Êzdiyan ya DAIŞ'ê dixwest, ne bi serjêkirinê, lê bi demê re pêk bînin. 

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
20/10/2020 - 12:18
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Ji PDK’ê re bêjin bes e!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN 

Hin rayedarên Iraqê û PDK’yî bi hev re rûniştine, der barê Şengalê de li hev kirine. Biryar dane hêzên parastina Şengalê û rêveberiya xweser yên di nava têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de xwe saz kirine, ji holê rakin. Dê Şengalê vegerînin rewşa beriya 3’ê Tebaxê ku rê li ber qirkirina Êzîdiyan vekir.

Ew ên ku divê hesabê 3’ê Tebaxê û beriya wê bidin, vîn û îradeya Êzîdiyan tine dihesibînin û tên gel hev. Ev peyman tê wateya temamkirina êrişa qirkirina Êzîdiyan ya DAIŞ’ê dest pê kiribû. Ji nû ve vegera beriya 3’ê Tebaxa 2014’an, tê wateya dewama fermanan. Lewma peymana pêk hatî, dê weke peymanek qirêj û şermê, cihê xwe di dîrokê de bigire. Her wekî ne rewa ye, pêk jî nayê. Ji ber ku ew gelê bûye mijara naveroka vê peymanê, ne di nava peymanê de ye û ne jî alîgirê wê ye.

Ev peymana wisa qirêj, bi desteka Emerîka, ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve hatiye pîlankirin. Dewleta Tirk bi êrişên hewayî dixwest Iraqê bîne wê rewşê ku helwestek wisa bigire. PDK’ê jî êrişên dewleta Tirk hem rewa kirin, hem teşwîq kirin. Dewleta Tirk vê civaka ji Rêber Apo hez dike, bi terorîstiyê sucdar dike. PDK jî dibêje ‘divê hêzên ne qanûnî’ ji Şengalê derkevin’. Bi vî rengî êrişan rewa dike. Ji ber vê sebebê, PDK jî şirîkê tevahî cinayetên dewleta Tirk ên li Şengalê ye. PDKʼê hişt sala 2014’an Êzîdî rû bi rûyê qirkirinê bimînin. Niha jî rê dide dewleta Tirk Êzîdiyan qetil bike. Wiha polîtîkayeke qirêj û kirêt li ser civaka Êzîdî pêk tînin.

Rêveberiya xweser a Şengalê ragihand ku ew vê peymana vîna wan nas nake napejirînin. Bi vê daxuyaniyê rêveberiyê got, em ê Şengalê rêve bibin, em ê Şengalê biparêzin. Îşaret pê kirine ku wan bi berxwedan û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ev maf û rewatî bi dest xistine. Her wiha Iraq jî di nav de, rêveberiya Xweser a Şengalê bang li her hêza siyasî kiriye da ku ji vî mafî û rewatiya wê re rêzê bigire.

Yên ku xweserî û xweparastina Şengalê pejirandine dikarin der barê Şengalê de baxivin. Yên ku xweserî û xweparastina Şengalê napejirinîn, dixwazin qirra Êzdiyan ya DAIŞ’ê dixwest, ne bi serjêkirinê, lê bi demê re pêk bînin. Dibêjin eger gelê Şengalê gotina wan qebûl neke, ew ê bi darê zorê bidin qebûlkirin. Ev jî bikaranîna rêbazên DAIŞ’ê ye. Êzîdiyan jî li hemberî vê gefxwarinê ragihandiye ku ew ê li hemberî her cureyê êrişan li ber xwe bidin. Ji ber paşeroj û hebûna wan di talokeyê de ye.

Piştî 2014’an qebûlnekirina xweseriya Êzîdxanê tê wateya dewama pêkanînên DAIŞ’ê. Ji ber ku qebûlnekirina xweserî û xweparastina Êzîdiyan, tine hesibandina vî gelî ye. Encama vê tinehesibandinê jî qirkirin e. Ji ber ku gelê Êzidî ev rastî pir baş fêm kiriye, bi roja ye li ser piyan e. Jinên Şengalê ku hîn jî bi qasî 5 hezar ji wan di destê DAIŞ’a tecawizkar de ne, li hemberî PDK û Iraqê helwesta xwe pir zelal nîşan dan. Jinên Şengalê gotin, bila Iraq û PDK pêşî hesabê wan jinên hatin tecawizkirin û revandin bidin. Helwesta gelê Şengalê li holê ye. Tevî vê helwestê jî yên radibin dibêjin peymanek pêk hatiye, ew vekirî dijminatiya Êzdiyan dikin.

Ti wateya wê nîne Emerîka an jî dewletên din vê peymanê destek dikin. Dewleta Tirk, PDK û Emerîka li aliyekî ne; Êzîdî û hemû dinya jî li aliyê din in. Hemû dinya li dijî vê polîtîkaya dijberî Êzîdiyan a qirêj e. Hemû gelên cîhanê û welatên vê polîtîkayê dibînin jî, li gel Êzîdiyan cih digirin. Êzîdî ne bi tenê ne. Êzîdî wê li hemberî êrişkaran û yên di nava tifaqên qirêj de li ber xwe bidin. Şengala xweser û hêzên parastinê mîsoger wê bi ser kevin.

Gelê Ereb yê cîranê Êzîdiyên Şengalê jî li dijî vê peymana Iraq û PDK’ê ye. Ji Şengala xweser û hêzên parastinê razî ne. Nîşan dan e ku ew alîgirên Şengala xweser in. Ev bi tena serê xwe jî nîşan dide, ev rêveberiya xweser çiqas rewa ye. Hêzek wiha rewa jî dê mutleq bi ser bikeve. Yên ku li dijî rêveberiya xweser ya rewa şer dikin jî wê mutleq winda bikin û têk biçin. Iraq û PDK’ê bi vê peyama qirêj şerekî nikarin bi ser bixin ragihandin e.

Ev polîtîkayên PDK’ê bi gelê Kurd nadin qezenckirin, dijberî wê dide windakirin. Di serî de rewşenbîr û hunermend, divê hemû gelê Kurd êdî li ber van polîtîkayên PDK’ê rabin. Divê hemû hêzên siyasî yên Kurd bang li PDK’ê bikin da ku dest ji van polîtîkayên ezezî, tenê berjewendiyên partiyê difikire, berde. Divê bêjin, PDK di şexsê PKK’ê de dijberiya têkoşîna azadiyê ya gelê Bakurê Kurdistanê dike, polîtîkaya wê ya Rojava jî destekdayîna dewleta Tirk ya serkêşê dijminatiya Kurda ye. Dem hatiye ji polîtîkayên PDK yên şaş û zirarê didin gelê Kurd re, êdî bêjin bes e. Weke erkeke welatparêziyê jî divê Kurd ji van polîtîkayên PDK’ê re bêjin na.

Heke partiyên din van kirinên PDK’ê bikin, wê çi bê gotin, helwest wê çi be? Wê demê divê li hemberî PDK’ê jî heman helwest hebe. An jî wê beşên Kurdistanê hemû, hêzên Kurd yên siyasî hemû zirarê bibînin. Heke dewleta Tirk a serkêşê dijminatiya Kurdan û dijminên herî har yên di nava vê dewletê te dibêjin polîtîkayên PDK’ê baş in, wê demê divê Kurd li ber van polîtîkayan rabin û nehêlin zirarê bide gelê Kurd.

Bi hêviya welatperwerî û helwesta hevpar ya Kurdan bihêle PDK dest ji van polîtîkayan berde.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

GULÎSTAN ÇIYA ÎKE

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla: Navê din ê bedewî û buheştê: “HEFTENÎN”

Nivîsa Pêş

Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelan serî li dozgeriyê dan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelan serî li dozgeriyê dan

Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelan serî li dozgeriyê dan

ANALÎZ – ‘Felsefeya Avabûna PJAK’ê’

PJAK: 'Divê hemû hêzên demokratîk piştgiriyê bidin Şengalê'

Manşet

  • “Li Hemberî Têkoşîna Domdar Tu Bandora Şerê Taybet Tune Ye”
  • Bi Pêşengiya TekoJINê Li Berlînê Çalakiyek Hat Lidarxistin
  • Belavkirina Belavokan Li Cenevreyê Beriya Meşa Dirêj a 7ê Sibatê
  • Meşa Mezin a Ji Bo Rojava Li Hamburgê
  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Ciwanên kû bi tevlîbuna xwe ya hamleya Serî Hilde erd û ezman hejandin Banga tevlîbunê kirin.

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê di wesayîtekê de mayîn teqiya: Herî kêm 3 çete birîndar bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agirê Newrozê ku Kawayê Hesînkar pêxistiye, li Swîsrêyê geş dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DOSYA – Fermandar Ş. Baran Mawa Şehîdê Surê Fermandar Çiyager vedibêje

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwan û jinên Ciwan li Xana Serê komploya navnetewî şermezar kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN Wê Meşa “Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî” li dar bixe- hat nû kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.