Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Nasnameyên du Gerîlayên li Cûdî şehîd bûn hate eşkere kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya du gerîlayên li qada Geliyê Hesena yê Çiyayê Cûdî bi lehengî şehîd bûne eşkere kir.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/10/2020 - 16:14
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Nasnameyên du Gerîlayên li Cûdî şehîd bûn hate eşkere kirin

ANF Images

ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya du gerîlayên li qada Geliyê Hesena yê Çiyayê Cûdî bi lehengî şehîd bûne eşkere kir.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di encama êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker de û di encama şer de li qada Geliyê Hesena yê Çiyayê Cûdî hevrêyên me Serhildan û Baran ên derbên giran li dagirkeran dan, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Serhildan Cûdî

Nav paşnav: Hasan Adanir

Cihê jidayikbûnê: Cizîr

Dayik-Bav: Gûrbet-Huseyîn

Dem û cihê şehadetê: 2’ê Cotmeha 2020 / Botan

Nasnav: Baran Botan

Nav paşnav: Ahmet Çagdavûl

Cihê jidayikbûnê: Cizîr

Dayik-Bav: Emîne-Osman

Dem û cihê şehadetê: 2’ê Cotmeha 2020 / Botan

 

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku ji bo desthilatdariya xwe ya faşîst mayinde bike bêbandorkirina hêzên muxalîf ên li Tirkiyeyê ji xwe re kiriye armanca bingehîn, tevî ku ev yek heta asteke mezin bi ser xistiye, nekariye PKK’ê bêbandor bike. Hebûna Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd li pêşiya mayindekirina desthilatdariya xwe weke astengiya yekane dibîne. Ji ber vê yekê 5 sal in bi rengekî bênavber bi hemû derfetên xwe hewl dide partiya me PKK’ê tasfiye bike. Bi vê armancê hem li nava Tirkiyeyê hem jî li derveyî Tirkiyeyê êrişî gelê Kurd û gelên herêmê dike. Dewleta Tirk a dagirker weke polîtîkaya xwe ya şerê taybet her çend hin deman diyar dike ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê, rastiya şerê diqewime nîşan dide ku yê diqede zîhniyeta wan a faşîst e. Di têkbirina vê zîhniyeta faşîst de rola hêzên me yên gerîla ku artêşa fedayî ya Rêber Apo ye, gelekî mezin e. Dewleta Tirk a faşîst li ku destketiyên gelê me yên bi fedakariyeke mezin hatine afirandin hebe êrişî wan deveran dike. Gerîlayên Azadiyê wê teqez ji vê zîhniyeta faşîst hesab bipirse.

Hevrêyên me Serhildan û Baran ji navenda welatparêziya Kurd û berxwedêriyê û ji ber vî karakterê xwe jî tim bûyî hedefa êrîşên dijmin, li Cizîra Botan ku bajarê berxwedêr ê Bêrîvan, Çîçek Kiçî û Mehmet Tûncan, li nav malbatên kedar jidayik bûne. Herdu hevrêyên me jî ji zaroktiya xwe ve bi rih û çanda bajarê berxwedêr û serhildan mezin bûne. Ji nêz ve komkujiya dewleta Tirk a faşîst a qirker û mêtinger dîtine, bi bîreweriya ku teqez wê ji vî dijminê hov hesab were pirsîn, piştî ku li qadên cihê yên Têkoşîna Azadiyê xebat kirine tevlî nav refên gerîla bûne. Hevrêyên me piştî ku tevlî nav refên gerîla bûne bi çanda berxwedanê ya Botanê û felsefeya jiyana azad a Apoyî di kesayatên xwe de guherînên mezin kirine, peywirên xwe yên pêşengiya leşkerî û îdeolojîk yek gavê jî bêyî ku dudilî bin li qadên ku lê peywirdar bûne bi bîrewerî, kelecanî û moralê bi serkeftinên mezin bi cih anîne. Li Qada Botanê ku herî dawî lê hatibûn peywridar kirin, ji bo ku tola hevrêyên ku li jêrzemînên Cizîrê bi saxî hatibûne şewitandin hilînin û ji dijminê faşîst hesab bipirsin bûne xwedî helwesteke fedayî.

Hevrêyên me yên lehegn bi helwesta fedayî û şêwazên xwe bi taktîkên gerîlayên modern geş kirine û li Qada Botanê derbên giran li artêşa TC’ê ya dagirker dane. Artêşa TC’ê ya faşîst ku li bara Gerîlayên Azadiyê bi her maneyî şikestî bi rêbazên derî mirovî dixwaze encamê bistîne. Bi vê armancê 2’yê Cotmehê li qada Geliyê Hesena ya Cûcî bi desteka nokerên xayin di operasyonê de hevrêyên em Serhildan û Baran şehîd bûne. Em peyrevên hevrêyên xwe yên leheng, soz didin ku bi mîsogerî em ê hesab ji vê hişmendiya komkuj û îmhakar a dewleta TC’ê ya faşîst bipirsin.

Li ser vê bingehê di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Serhildan û Baran em sersaxiyê didin hemû gelê Cizîrê û Kurdistanê û soz didin ku bîranîna wan bi têkoşîna xwe bidin jiyîn.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Gerîlayên HPG/YJA Starê li Cûdî dagirkeran cezakir

Nivîsa Pêş

Dewleta tirk a dagirker gundê Sarûc ê Girê Spî tobparan dike

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Rojhilatê Kurdistanê jineke ciwan xwe xeniqand

Dewleta tirk a dagirker gundê Sarûc ê Girê Spî tobparan dike

Li Efrînê serçete Mûhammed Necar hate kuştin

Li Efrînê serçete Mûhammed Necar hate kuştin

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.