Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Gerîla Egîd Baran bang li malbata xwe ya li ber deriyê HDP’ê kir

Malbata gerîla Egîd Baran yek ji wan e ku desthilatdariya Tirk ew li ber avahiya HDP'ê ya Amedê daye rûniştandin. Egîd bang li malbata xwe kir: "Nekevin xefikê; biçin ji bo aştiyê li ber avahiya AKP'ê rûnên."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
12/10/2020 - 14:15
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Gerîla Egîd Baran bang li malbata xwe ya li ber deriyê HDP’ê kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Egîd Baran sala 2001’ê li Amedê ji dayik bû. Kurê malbateke newelatparêz a Farqînî bû. Zext û nêzîkatiyên malbata wî tehde lê dikir. Li bajarên Antalya û Manîsa yên Tirkiyeyê ma; nêzîkatiya li dijî Kurdan hîn bi eşkere dît. Ji ber ku Kurd bû zilm lê dihate kirin. Her ku zilm giran dibû wî jî bêhtir li rewşê dipirsî. Qebûl nekir. Hîn ji zarokatiyê ve bala wî li ser PKK’ê bû. Piştî ku mezin bû ev baldarî veguherî hezkirinê.

Li gorî vê yekê ji xwe re heval jî peyda kir; çalakî, xwepêşandan şopand. Fermandar Egîd hîn dibû. Dixwest ku mîna wî îtiraz bike, serî hilde, xizmetê ji gelê xwe re bike. Êdî nikarîbû zext û zilmê qebûl bike. Di dawiya dawî dema ku xwe amade dît, gaveke bi şeref avêt û tevlî nava refên gerîla bû.

KES NIKARE BI ZORÊ TEVLÎ BIBE

Gerîla Egîd wiha dewam dike: “Wijdanê me, şerefa me xwe li vê rewşê ranegirt, bi zanebûn û bi dilê xwe tevlî bûm. Bi dayikên li pêşiya avahiya HDP’ê dane rûniştandin bi zorê gotina ‘PKK’ê zarokên me bi zorê revand’ didin gotin. Ji ber ku me êdî nekarîbû xwe li vê zilmê rabigirin em li vir in. Em bi daxwaza xwe tevlî bûn û malbata me jî baş bi vê zane. Beriya tevlî bibim min ji malbata xwe re nameyek jî nivîsand, bi wan re jî axivîm û ji wan re got ku ez bi daxwaza xwe tevlî bûme. Tevî vê yekê jî ketine nava xefika dijmin, li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajêr dibêje ‘PKK zarokên me direvîne’. Ew jî zanin ku ev ne rast e. Dijmin polîtîkaya şerê taybet dimeşîne. Bi taybetî li dijî malbatên gerîla û şehîdan. Kes nikare bi zorê tevlî nava refên gerîla bibe. Lê tiştekî wiha ye; yê ku bi zorê leşkeriyê dide kirin dewleta Tirk e. Yê ku bi zorê dide şerkirin dewleta Tirk e. Me ev yek qebûl nekir.”

‘DIVÊ MALBATÊN ME NEKEVIN XEFIKÊ’

Egîd bi bîr xist ku HDP di siyaseta Tirkiyeyê de partiyeke girîng a siyasî ye, ew jî li çiyayên Kurdistanê hêzên gerîla ne û got, “Bila malbatên me nekevin xefika AKP, MHP û Erdogan ê faşîst, bila nebin pêlîstokên wan ên şerê taybet, bila xwe vekişînin. Li şûna ku vê bikin bila biçin pêşiya avahiya AKP’ê ya bajêr û ji bo aştiyê rûnên. Di serî de malbata min ez bang li malbatên li wir rûniştine hemûyan dikim; vekişin, nekevin xefika Erdogan. Bi karên sîxurkirinê yên li nava civakê tên meşandin nexapin, nehêlin ku we bikin sîxur, li ber rabin.”

Çavkanî: ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Yekîneyên Antî Terorê li Dêra Zorê 19 çeteyên DAÎŞ’ê tevî çekên wan girtin

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – HPG’ê li Heftanîn û Çelê darbên giran li dagirkeran da

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Bi Wêneyan Berxwedana Cenga Heftanînê

LEZGÎN - HPG'ê li Heftanîn û Çelê darbên giran li dagirkeran da

ROJEVA 01’Ê COTMEHA 2020’AN

ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2020’AN

Manşet

  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.