Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Besê Erzîncan: ‘Em yekîtî û têkoşîna azadiyê ya jinan bi hev re pêk bînin’

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan ji bo çalakiyên "10'ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî" banga tevlîbûnê kir û got, "Em yekîtî û têkoşîna azadiyê ya jinan bi hev re pêk bînin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/10/2020 - 11:13
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 5 mins read
A A
Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan: Tecawiz bi destê AKP-MHP’ê tê kirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan li ser komploya 9’ê Cotmehê ya navneteweyî, pêngavên KCK, KJK’ê û 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî ji ANF’ê re axivî.

Besê Erzîncan di destpêka axaftina xwe de komploya ku 9’ê Cotmehê li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest pê kir bi hêrseke mezin şermezar kir û di şexsê şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ de şehîdên Heftanînê û şehîdên tevahiya Kurdistanê bi hezkirin, hurmet û rêzdarî bi bîr anî.

Besê Erzîncan anî ziman ku komploya 9’ê Cotmehê ya navneteweyî di heman demê de komployeke herî berfireh a cîhana serdest a mêr li dijî azadiya jinê pêk anî û got, “Sedema bingehîn a komloya navneteweyî hewldana ji bo afirandina jinên azad bû ku hêzên hegemonîk ên global bi pênûsa sor xêz kiribûn, hewldana ji bo afirandin Kurdîtiya azad bû, ku ji xweliyên xwe ji nû ve dihate afirandin.”

Besê Erzîncan diyar kir ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan weke şervanekî rastiyê, maskeyên li rûyê mêrên hegemonîk yek bi yek anî xwarê, derewên wan eşkere kir, li dijî van derewan bi rengekî bêeman têkoşiya navê xwe li dîroka azadiyê nivîsî.

‘DI DÎROKÊ DE YEKEMCAR LÎDEREKÎ AZADIYA GEL BI AZADIYA JINÊ VE GIRÊ DA’

Besê Erzîncan bi dewamî got, “Di dîrokê de yekemcar rêberekî şoreşê azadiya gel, azadiya mirovahiyê bi azadiya jinê ve girê da. Azadkirina jinê weke şoreşa di nava şoreşê de pênase kir. Ev nêrîn û fikrên xwe bi hişmendiyeke mezin a dîrokî, bi îrade, afirînerî û însiyatîfê xist meriyetê. Bi vê taybetmendiyê xwe Rêberê me ji lîderên hemû şoreşan cudatir bû. Ti carî qebûl nekir ku jin bibe milkê mêr, milkê dewletê. Lewma ji bo pêşvebirina nasnameya jinê, rêxistiniya xweser a jinê timî plansazî û pratîk danî holê.”

‘YÊN KU HERÎ ZÊDE XWEDÎ LI RÊBERTÎ DERKETIN JIN IN’

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan destnîşan kir ku ji ber vê yekê, komploya herî qirêj a dîroka mirovahiyê di heman demê de li dijî têkoşîna azadiya jinê hate kirin û got, “Yên ku di nava 22 salan de herî zêde li dijî komployê li ber xwe dan, herî zêde xwedî li Rêbertî derketin jin in. Komplo bi pêşengiya jinan li ser bingeha fedayîtiyê bi rêxistiniya hêza xwe, bi berxwedana xwe ya tevgera me ya azadiyê, gelê me, gerîla û dostên me, hate pûçkirin. Têkoşîna me hîn bi xurtî dewam dike, berxwedana me dewam dike. Li dijî kiryar û zîhniyeta dewleta faşîst a Tirk ku dijminatiyê li jinan dike û qirker, dagirker e, berxwedana me wê heta dawiyê dewam bike. Jinên Kurd wê bi şiyara ‘Azadiya Rêberê me azadiya me ye’ têkoşîna xwe ya li dijî komploya navneteweyî her timî bimeşînin.”

‘PÊNGAVÊN KCK Û KJK’Ê DESTWERDANA LI PÊVAJOYA QIRKIRINÊ YE’

Besê Erzîncan bal kişand ser pêngava ‘Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye’ ya KCK’ê û pêngava ‘Li dijî qirkirina jinan dem dema parastina jinên azad û civakê ye’ ya KJK’ê û destnîşan kir ku her du pêngav paralelî hev bi rengekî hevgirtî dimeşin.

Besê Erzîncan ragihand ku hêza herî dînamîk a vê pêvajoyê, hêza ku herî zêde xwedî li van pêngavan derdikevin jin in.

Besê Erzîncan destnîşan kir ku rojev û armanca bingehîn a van pêngavan bidawîkirina tecrîd û êşkenceya li ser Rêberê Gelê Kurd û azadkirina wî ye.

Besê Erzîncan girîngiya xwedîderketina li herdu pêngavan bi bîr xist û got, “Dijminatiya dewleta Tirk a faşîst a li jinan veguheriye stratejiyeke taybet. Meşandina pêngava me ya KJK’ê ji bo karên jinan gelekî girîng e. Di serî de rêxistinên me yên jinan divê hemû rêxistinên me xwedî li pêngava KJK’ê derkevin. Em hêza berxwedanê ya jinê xurt bikin. Berxwedanê mezin bikin.”

BANGA JI BO ÇALAKIYÊN 10’Ê COTMEHÊ ROJA AZADIYA OCALAN A CÎHANÎ

Besê Erzîncan 10’ê Cotmehê ‘Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî’ nirxand ku ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re di asta navneteweyî de hate ragihandin û got, “Ev yek bangekeke gelekî rast û bi wate ye. Jinên Kurd tevî jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê di nava pêvajoyeke afirandina şoreşa jinê de ne. Pêşengiyê ji vê yekê re dikin. Bîrdoziya azadiyê ya Rêberê me, analîz, pêşniyar û perspektîfên gerdûnî yên têkildarî azadiya jinê afirandine, ji aliyê jinên li cîhanê hemûyan ve bi kelecaneke mezin tên qebûlkirin. Rêberê me ji bo jinan hemûyan rêya jiyaneke azad a alternatîf daniye holê.”

Besê Erzîncan herî dawî ev bang kir: “Bang li jinên cîhanê hemûyan dikim ku 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Rêbertî ya Cîhanê bi xurtî beşdarî çalakiyan bibin. Em yekîtî û têkoşîna azadiya jinê bi hev re pêk bînin. Jinên ku dixwazin azad bibin êdî ev yek baş fêhm kirine. Azadiya Rêberê me azadiya jinên cîhanê hemûyan e. Li ser vê bingehê di serî de jin em bang li mirovahiyê dikin ku bi xurtî tevlî çalakiyên azadiya rêberê me yên 10’ê Cotmehê bibin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanan li Ewropayê çalakiyên ‘Dem dema azadiyê ye’ û ‘Bi hev re serhildan’ kirin

Nivîsa Pêş

TKP/ML TÎKKO nasnameya 2 şehîdên xwe ragihand

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TKP/ML TÎKKO nasnameya 2 şehîdên xwe ragihand

TKP/ML TÎKKO nasnameya 2 şehîdên xwe ragihand

YPS-JIN: Em bi sonda serfiraziyê dikevine sala 5’an

YPS/YPS-JIN: Dem dema azadiya Rêbertî û gelê me ye

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.