Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Cemal Şerîk: Berxwedana li dijî komploya navneteweyî, gerdûnî ye

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk: Komploya navneteweyî negihîşt armanca xwe. Bi berxwedana bêhempa ya Rêber Apo pûç bû. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya nû hem ji têkoşîna PKK'ê re hem jî ji gelên cîhanê re bû asoyekî nû, perspektîfên nû pêşkêş kir.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
06/10/2020 - 10:46
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 4 mins read
A A
Cemal Şerîk: PKK wê têkoşîna xwe ya ji bo parastina gelê Kurdistanê dewam bike
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk bi wesîleya salvegera 22’an a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

Şerîk bi bîr xist ku 22 sal di ser komploya navneteweyî re derbas bûn û got, “Lê belê komploya navneteweyî hîn jî dewam dike. Bi komploya navneteweyî xwestin ku kîjan armancan pêk bîne, hêzên navneteweyî li dora heman armancî bi tecrîdkirina Rêber Apo re dixwazin heman armancan pêk bînin. Li dijî vê yekê berxwedana Rêber Apo ya li hemberî komploya navneteweyî roj bi roj mezin dibe, li qadeke firehtir belav dibe. Rastiya vê berxwedanê ji dîwarên Îmraliyê derbas bûye, Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn xistiye nava xwe. Ne tenê li Rojhilata Navîn bi sînor bûye. Veguheriye berxwedaneke gerdûnî ku tevahiya cîhan xistiye nava xwe.

Rêber Apo ji destpêkê ve komplo dît û li dijî wê nirxandin kir. Bang li gelê Kurdistanê, civaka Tirkiyeyê û gerîla kir. Li ser vê bingehê hem wî bi xwe li dijî komployê dest bi berxwedanekê kir, hem jî bang li gel kir ku divê li dijî komployê têbikoşe. Rêber Apo bi 9’ê Cotmehê re ev berxwedan da destpêkirin. Ji 9’ê Cotmehê heta roja îro ev berxwedan dewam dike.”

Cemal Şerîk destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe ya bêhempa komplo pûç kir û got, “Rêber Apo di nava wan şert û mercan de bi paradîgmaya nû ya ku afirand hem ji bo têkoşîna PKK’ê hem jî ji bo gelên cîhanê asoyekî nû pêşkêş kir. Perspektîf afirand. Ev yek hate wateya derketiyên nû di nava têkoşînê de. Di encama vê de jî li Kurdistanê di 1’ê Hezîrana 2004’an de pêngava şoreşgerî hate destpêkirin. Ev pêngav bersiva herî bi wate ya li dijî hêzên komploger bû. Dihate wateya ragihandina fermî ya destpêkê ya pûçkirina komployê.

Li Başûrê Kurdistanê jî bijarteya azadiyê xurtir bû. Li Rojhilatê Kurdistanê jî bijarteya azadiyê xurt bû. Û li Rojava bijarteya azadiyê di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de bi ser ket. Bijarteyên nû danîn pêşiya gelê Kurdistanê.”

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ KOMPLOYÊ NAVNETEWEYÎ BÛ, GERDÛNÎ BÛ

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk diyar kir ku têkoşîna li dijî komploya navneteweyî ji destpêkê ve navneteweyî bû, gerdûnî bû û got, “Ev yek di şexsê Rêber Apo de şênber bû. Di şexsê PKK’ê de şênber bû. Di şexsê gelê Kurdistanê de şênber bû. Berxwedana li dijî komploya navneteweyî gerdûnî bû. Ev berxwedana gerdûnî, di asta gerdûnî de bû sedema tevlîbûnê. Ya rast, rabûna di asta gerdûnî de niha li dijî komploya navneteweyî tê kirin, diviyabû destpêkê hatibûya kirin. Yên ku diviyabû destpêkê hatibûya kirin, bi berxwedana niha ya li dijî komploya navneteweyî re dihate wateya encamekê. Vê encamê bi rengekî şênber niha xwe di Şoreşa Rojava de nîşan dide. Şoreşa Rojava di heman demê de şoreşa cîhanê bû. Şoreşeke bi vê taybetmendiyê gerdûnî ye. Ev şoreşa gerdûnî di asta gerdûnî de hate parastin.

Di halê hazir de berxwedana li dijî komploya navneteweyî tê meşandin di asta gerdûnî de ye. Li qada navneteweyî dostên Kurdan xwedî li paradîgmaya Rêber Apo derdikevin. Rewşenbîr, entelektuel, akademîsyen, hêzên siyasî yên rêxistinbûyî, li qada navneteweyî li bîrdoziya Rêbertî xwedî derdikevin. Li dijî tecrîdkirina Rêbertî têdikoşin. Li her devera cîhanê têkoşîn hene. Rêxistinbûnên karkeran ku ji sendîkayên mezintirîn ên Îngilistanê ne, ji bo azadiya Rêber Apo dest bi kampanyayan kirin. Li qada navneteweyî ji bo azadiya Rêber Apo konferans tên lidarxistin.

Ne tenê di asta siyasî, entellektuel, akademîk û rêxistiniya karkeran, her wiha di asta çand û hunerî de jî xwedî li Rêbertî tê derketin. Bi rengê çand û hunerî li qada navneteweyî xwedî li bîrdoziya Rêbertî tê derketin. Vaye hunermendek Meksîkayî têkildarî Rêbertî operayek pêk anî. Ji bilî vê li ser Rêbertî pirtûk tên nivîsandin. Der barê Rêbertî projeyên cuda tên amadekirin. Ev hemû li dijî komploya navneteweyî tê wateya destpêkirina pêvajoyeke nû ya têkoşînê ya li dora Rêbertî.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

4’emîn Kongreya Yekîtiya Jinên Ciwan tê li darxistin

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – YPS-JIN’ê li Amedê li wesayîtên polîs û qeyyûmên dagirker da

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – YPS-JIN’ê li Amedê li wesayîtên polîs û qeyyûmên dagirker da

LEZGÎN - YPS-JIN’ê li Amedê li wesayîtên polîs û qeyyûmên dagirker da

Cendirmeyên dagirker 8 hunermendên bi kurdî stranan gotibûn binçav kirin

Qirkirina siyasî: 9 kes hatin destgîrkirin, 3 kesên din jî hatin girtin

Manşet

  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kolnê gel di pêşengiya Jinên Ciwan de li dijî tecrîdê daket qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gerîla lê da Kepçe û operatorê wî îmha bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG nasnameya 5 gerîlayên ku di sala 2017’an şehîd bûn eşkerê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • EMÊ KARIBIN DEV JI 3 HEZAR ŞEHÎDAN BERDIN?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN: Li Elîhê di dema derbasbûna wesayîtên zirxî de teqîn pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampa Xwebûn A Navendî Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.