Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Êrişa li dijî HDP’ê li dijî Kurdan e

Pêngava dema azadiyê ye, di heman demê de pêngava pêkanîna yekîtiya neteweyî ye. Divê, êrişên qirkirinê yên li Bakur li dijî gelê Kurd pêk tên, yekîtiyê bi hêz bikin; li ser bingehê parastina Bakur, divê em hemû hêz û nirxên neteweyî biparêzin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
29/09/2020 - 9:20
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Êrişa li dijî HDP’ê li dijî Kurdan e
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN 

Dewleta Tirk a pêşeng û serkêşê dijminatiya Kurdan, êrişên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê zêdetir kirin. Jixwe parlementer, şaredar û rêveber jî di nav de, bi hezaran endamên HDPê di girtîhean de ne. Dixwazin bi van êrişan jî bi awayekî fiîlî HDP’ê bigirin. Faşîzma AKP-MHP dixwaze polîtîkayên bi armanca qirkirina Kurdan bigehîne serî, ji ber vê zextê li ser hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyê hemûyan dikin. Armanca êrişên li Bakurê Kurdistanê qirkirina Kurdan e; ji ber vê sebebê ne tenê Kurdên Bakur, gelê Kurd hemû û hêzên wî yên siyasî ji nêz ve eleqeder dike. Qirkirina Kurdên Bakurê Kurdistanê, dê bibe qirra Kurdan hemûyî. Heke bi vî çavî li êrişên li Bakurê Kurdistanê nenêrin, Kurd hemû dê bikevin nava xefletê.

Desteka gelê Bakurê Kurdistanê û gelên Tirkiyê ya ji bo berxwedana Kobanê niha mîna bahaneya êrişên qirkirina siyasî tê nîşandan. Bi dehan HDP’yiyên destek dan berxwedana Kobanê; ji aliyê polîs, leşker û çeteyên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Niha dixwazin HDP’yiyên hatine qetilkirin, ji hêla kujerên xwe ve bên darizandin. Ya rast dixwazin tola têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê hildin. Di têkçûna DAIŞ’ê de gelê Bakurê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê rolek giring lîstibûn.

Niha desteka ji bo berxwedana Kobanê dikin bahane û êrişî HDP’ê dikin. Ev êriş di heman demê de li dijî ruhê yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd e jî. Desteka Kurdan ya ji bo Kurdên li beşekî din yê Kurdistanê mîna suc nîşan didin. Ji vî alî de divê êrişên li dijî HDP’ê mîna êrişek li dijî Kurdan hemû bê dîtin, gelê Kurd li çar beşên Kurdistanê û derveyî welat û hêzên siyasî li dijî van êrişên qirkirina siyasî bibin xwedî helwest. Ji bo xwedîderketina li HDP’ê divê derkevin qadan.

Yekîtiya neteweyî di rojên wisa de diyar dibe. Eger li beşekî Kurdistanê ewqas zext û zilm heye, divê gelê me yê li beşên Kurdistanê hemûyan û derdorên siyasî rabin ser piyan. Eger ev neyê kirin, dê şaştiyên mezin çêbin. Wê wextê em ê fêhm bikin ku bi hest û fikra neteweyî tevnagerin. Hetta dê bê wateya, Kurd nebûne neteweyek. Ji bo Kurdan talûkeya herî mezin ev e. Jixwe bi perçekirina Kurdistanê xwestine qirra Kurdan bînin. Bêdengiya li hemberî êrişên bi vî rengî, dê ji bo Kurdistanê hemûyî talûkeyeke mezin bi xwe re bîne. Çawa ku çar beşên Kurdistanê destek dan berxwedana Kobanê; niha jî divê gelê Kurd li dijî êrişa li ser piştgirên berxwedana Kobanê, bi rihê yekîtiya neteweyî rabe ser xwe.

Bendewariya nêzîkatiyek wiha ji PDK’ê nabe. Ji ber ku ew bûye hevkar û piştgira polîtîkayên qirkirinê yên li Tirkiyê. Lê ji ber ku PDK bêdeng e û hêzên piştgiriyê dikin asteng dike, hêzên din ên siyasî yên Başûr divê bêdeng nemînin. An ew jî wê bikevin rewşa PDK’ê. Ji vî alî ve divê gelê Başûr û hêzên siyasî hem li dijî dagirkirina Başûrê Kurdistanê rabin; hem jî bi ruhê yekîtiya neteweyî, li dijî êrişa li ser siyasetmedarên Kurd li Bakur û Tirkiyê helwesta xwe daynin holê. Dema êrişek li dijî Başûrê Kurdistanê pêk tê, çavê gel li piştgirî û desteka xwişk û birayên xwe yên li beşên din e, divê ew bi xwe jî bi ruhê yekîtiya neteweyî li dijî dewleta Tirk ya li Bakur êrişên qirkirinê pêk tîne, helwest raber bikin.

Dema êriş li dijî Hewlêr, Kerkûk, Şengal û Başûrê Kurdistanê pêk hatibûn, gerîla ji bo Başûrê Kurdistanê li dijî dijminan biparêze bazdabû senger û çeperên şer. Gelê Bakurê Kurdistanê li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Başûr, li tenişta gelê Başûr cih girtiye, bûye piştgir. Gelê Bakurê Kurdistanê her dem, li dijî êrişên li ser beşên din yên Kurdistanê pêk tên, bi ruhê yekîtiya neteweyî tevgeriya ye. Wê demê divê gelê Başûr, Rojava û Rojhilat, tevî Kurdên li seranserê cîhanê, li dijî êrişan li kêleka gel û hêzên siyasî yên Bakur cih bigirin. Hest û fikra neteweyî jî, yekîtiya neteweyî jî wisa bi hêz dibe.

Êrişa desthilata faşîst AKP-MHP ya li dijî Kurdan nîşan dide, KCK’ê tam di dema wê de pêngav daye destpêkirin. Divê Kurd li her cihî li dijî dagirkerî û faşîzmê rabin. Gelê Rojavayê Kurdistanê ji bo dawî li dagirkeriyê bîne, divê rabe ser xwe. Êrişa dewleta Tirk a li dijî HDP’ê, êrişkirina li dijî sedan ciwanên ji Bakurê welat ji bo parastina Kobanê têlên sînor derbas kirîn û di wê oxirê de şehîd bûyî ne. Dîsa êrişa li dijî wan enternasyonalîsta ye, ku ji bo parastina Kobanê û şoreşa Rojava ji çar hêlên cîhanê herikî bûn. Lewre êrişeke yekser li dijî şoreşa Rojava pêk tê. Divê gelê Rojavayê Kurdistanê, jin, ciwan pîr û kal, di nava yekîtiyeke mezin de, xwedî li piştgirên berxwedana Kobanê derkevin.

Pêngava dema azadiyê ye, di heman demê de pêngava pêkanîna yekîtiya neteweyî ye. Divê, êrişên qirkirinê yên li Bakur li dijî gelê Kurd pêk tên, yekîtiyê bi hêz bikin; li ser bingehê parastina Bakur, divê em hemû hêz û nirxên neteweyî biparêzin.

Gelê Bakurê Kurdistanê bi ruhê yekîtiya neteweyî xwedî li şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê derket. Bi hêviya gelê Kurd hemû û hêzên siyasî xwedî li vî ruhê berxwedêr derkevin…

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

GULÎSTAN ÇIYA ÎKE

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2020’AN

Nivîsa Pêş

Li Başûrê Kurdistanê hevkariya MÎT-Parastinê dagirkeriya dewleta Tirk mayînde dike

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Başûrê Kurdistanê hevkariya MÎT-Parastinê dagirkeriya dewleta Tirk mayînde dike

Li Başûrê Kurdistanê hevkariya MÎT-Parastinê dagirkeriya dewleta Tirk mayînde dike

Du rêveberên HDP’ê li Mêrsînê hatin binçavkirin

Du rêveberên HDP’ê li Mêrsînê hatin binçavkirin

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.