Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Ji KJAR’ê pêngava ‘Li dijî sêdare û qirkirina jinê, dema parastina jiyana azad’

KJAR'ê li dijî kiryarên faşîst, dagirker û destavêtinê yên dewlet-zilam, dest bi pêngava 'Li dijî sêdare û qirkirina jinê dema parastina jiyana azad e' kir. KJAR'ê bang li jinan kir ku bi xurtî tevlî pêngavê bibin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
25/09/2020 - 12:57
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Ji KJAR’ê pêngava ‘Li dijî sêdare û qirkirina jinê, dema parastina jiyana azad’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyeke nivîskî pêngava ‘Li dijî sêdare û qirkirina jinê, dema parastina jiyana azad e’ ragihand.

KJAR’ê diyar kir ku ew jî bi dirûşmeya ‘’Ji Sêdaran re na, ji demokrasiyê re belê’’ tevlî nav pêngavê dibin û got, ‘’Em ji 7 heya 70 salî, bang li hemû jin û gelan dikin, li beramberî kiryarên faşîstane, dagirker û tecawizkar ên dewlet-zilam serî rakirin. Ji bo faşîzm, dagirkirin û qirkirina jinê bi dawî bibe beşdarbûna jinan ji bo hamleya ku bi durişma “Li Dijî Sêdare û Qirkirina Jinan, Dema Parastina Jiyana Azad e” dest pê dike çi qas zêde be û her ku dengê têkoşînê bilind bibe, wê ewqas jî ruhê netewî, yekitiya civakî û azadî jî neçar pêş bikeve.’’

‘TÊKOŞÎN BIVENEVÊ YE’

KJAR’ê di daxuyaniyê de bal kişande ser polîtîkayên darvekirin, zext û zordarî, êşkenceyê yên Îranê û diyar kir li dijî van zext û zorî û pêkutiyan têkoşîna bi dirûşmeyan, ‘’Li Dijî Sêdare û Qirkirina Jinan, Dema Parastina Jiyana Azad e’’ bivenevê ye.

KJAR’ê got, ‘’Rejîma Îranê, li beramberî daxwaza civakê ji bo demokrasî û edaletê, bi kiryarên îdam, îşkence û girtinan dixwaze hêzên demokrasiyê biperçiqîne û lewaz bike. Ciwan û jinên ku destgîr dike bi mehkemeyên formalîte, bi biryarên herî hovane, dij-mirov û dij-huquq ku li tu devera cîhanê nehatiye dîtin, bi sizayên pir giran û îdamê mehkum dike. Îran ji bo desthilata xwe ya faşîst, otokratik û mezhebperest li ser lingan ragire, nirxên ku di dirêjahiya dîrokê de ku wek edalet, demokrasî û wekhevîtiyê hatine afirandin binpê dike, ji bo nerazîbûnên demokratîk yên gel biperçiqîne, serî li her rê û rêbazê dide. Li Kurdistan û Îranê şura ku bi navê edaletê danine li ser stuyên mirovan ne şura edaletê ye, şura bêdadi û qirkirinê ye. Di destên qaziyên rejîmê de şuna teraziya edaletê, serê (kele) mirovên berxwedêr û jinan heye. Di vî warî de, em dibêjin li Îranê dema wê ye ku li beramberî faşîzm, bê edaletî, zayendperestî, otokrasi, mezhebperestî û îdamê parastina edalet, demokrasî, wekhevî û jiyana azad bikin. Ji bo vê jî bi dirûşmeya “Li Dijî Sêdare û Qirkirina Jinan, Dema Parastina Jiyana Azad e” bilindkirina têkoşînê bivenevê ye. Em KJAR bang dikin her kes tevlî pêngava,’’Ji Sêdarê re na, demokrasi belê’’ ya PJAK û KODAR’ê bibin ku bi çarçoweya pêngava, ‘’Bes e ji Tecrîd, Faşîzm û Dagirkeriyê re, Dema Bicihanîna Azadiyê ye’’, dest pê kiriye.

‘HETA RÊBER APO AZAD NEBE JIN AZAD NABIN’

Koordînasyona KJAR’ê bal kişande ser têkiliya di navbeyna azadiya jinê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de û got heta ku Rêberê Gelê Kurd azad nebe jin jî nikarin azad bibin.

KJAR wiha pê de çû: ‘’Li derdora vê dirûşmeyê, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, di serî de jinên şoreşger demokrat, hemû civak wek yek destê, di eniyeke hevbeş de têkoşîna xwe bimeşînin û bilind bikin. Li kêleka daxwazên xwe yên azadiyê, pêşengtiya jinê ji bo daxwazên demokrasî û azadiyê ya civakê jî girîng e. Bêguman heya azadiya Rêber Apo ku ji bo azadiya jinê kedeke bêhempa daye û paradîgmaya ‘Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadi xwaziya Jinê’ pêş xistiye, pêk neyê negengaz e ku azadiya jinê jî pêkan be.

‘’PÊNGAV NE TENÊ JINAN, KURDAN, GELÊN HERÊMÊ Û ALÎGIRÊN DEMOKRASIYÊ JÎ ELEQEDAR DIKE’

Koordînasyona KJAR’ê bi berdewamî wiha got:

Hemû qadên ku Kurd lê dijîn, li jêr êrîşên dagirkerî û faşîzmeke giran de ne. Bi heman şêweyî li beramberî gelan û jinan jî kiryarên wiha di dewrê de ne. Dema em li sedema zêdebûna van zextan mêze dikin dibînin ku li jêr de şertûmercên tecrîda giran a li ser Rêber Apo pêk tê, veşartî ye. Lewre dirûşmeya hemleya me ya bi navê “Li Dijî Sêdare û Qirkirina jinan, Dema Parastina Jiyana Azad e” di nav xwede yekbûnekê dihewîne. Bi qasî ku jinan elaqedar dike, awqasê jî pêwendiya xwe bi Kurdan, gelên herêmê û hemû alîgirên demokrasiyê re jî heye.

‘ARMANCA KOMPLOYA 22 SALAN ASTENGKIRINA HÊVÎ Û LÊGERÎNA AZADIYÊ YE’

Em dizanin ku bingeha polîtîkaya hişk ya li ser Rêberê Konfederalîzma Demokratîk Rêber Apo tê meşandin, komploya ku 22 sal in ji hêla hêzên navnetewî tê meşandin, armanca wê ew e ku di şesxê Rêber Apo de hêvî û lêgera azadiyê ya jin, gel û beşên bindest asteng bikin. Tekane rêya derketin ji rewşa krîz û qeyrana Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku bi navenda Rojhilata Navîn pêk tê, felsefeya jiyan û sîstema Konfederalîzma Demokratîk ya ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşxistin e. Ev ne tenê ji bo Rojhilata Navîn ji bo hemû gelên cîhanê jî dikare were gotin. Bi vê sedemê hêzên mêtînger-faşîst ji nêrîn û hêza ramanên Rêber Apo, di aliyê bandorkirin û pêşvebirina têkoşîna gelan ditirsin. Sedema serekeya ya pêşxistina sîstema Tecrîda Mutleq ya Îmraliyê ku tu mînakên wê di cîhanê de tune ye, ji vê tirsê tê. Sîstema Îmraliyê encamê îtîfaqa hêzên emperyalîst e. Ji ber gel, jin û bindest ji felsefeya jiyanê ya Rêber Apo bandor dibin û hêviya xwe ya azadiyê di wê de dibînin.

‘PARADÎGMAYA RÊBER APO HÊZA PÊŞENG A ŞOREŞA CIVAKÎ YA ROJHILATA NAVÎN E’

Ramanên Rêber Apo ne tenê li Kurdistanê, di roja îro de hêza pêşeng ya şoreşa civakî ên li Rojhilata Navîn e jî. Ji bo gelan, jinan, baweriyan û bindestan hêviya azadiyê ye, rê û rêbaza jiyana azad û hevbeş pêşkêşî hemû cihêwaziyên civakî dike. Bi vê sedemê ve girêdayî em jin Azadiya Rêber Apo wek azadiya xwe dibînin. Ji ber vê jî ji bo azadî, tendirûstî û ewlehiya Rêber Apo, gur û geşkirina têkoşînê rojeva me jinan ya sereke ye. Ji bo tecrîdê bi tevahî ji holê rakin û Rêber Apo azad bijî û azad kar û xebatên xwe bide meşandin em jî dibêjin ‘Dem Dema Azadiyê ye’. Di çavkaniya tecrîda li ser Rêber Apo’de, paradîgmaya azadiyê ku di derbarê jin û gelan de pêş xistiye, veşartî ye. Tecrîd tenê bi fîzîkî nîne, bi armanca ku nêrînên Rêber Apo negihîje civakê jî pêk tê. Dibe ku Rêber Apo di nav tecrîdekeMutleq ya Îmraliyê de êsîr tê girtin, lê rejima Îranê jî ji bo ramanên Rêber Apo li Îranê belav nebe bi kiryarên pir hişk qedexeyên ramanî pêk tîne. ji ber tirsa hilweşandina desthilatdariya xwe tecrîdeke wiha hişk pêk tînin.

BANG: JI 7 SALÎ HETA BI 70 SALIYAN LI DIJÎ FAŞÎZMÊ, DAGIRKERIYÊ, TECAWIZÊ, DEWLETÊ EM SERÎ RAKIN

Ji ber vê, divê careke din were gotin ku Tecrîda Mutleq ya li ser Rêber Apo pêk tê, li beramberî hêviya azadiyê ya gel, jin û hemû beşên bindest e. Lewre dawîkirina tecrîdê wê rêya hemû mirovanên ku dê rêya lêgera azadiyê de ne veke. Ji ber vê yekê em armanc dikin bi hemû kesên di lêgera azadiyê de ne, yên li beramberî sîstema dagirker serî radikin, bigihîjin wan û di xalên hevbeş de hevgirtî têbikoşin. Sedemên ku jin, Kurd, gelên herêmê û hemû derdorên demokrasîxwaz dîjîtiya faşîzm, tecrîd û dagirkeriyê bikin, pir eşkere ne. Herwiha di şertûmercên giran ên heyî de zemînê meşrû yê mezinkirina têkoşîna azadiyê jî pir e. Em ji 7 heya 70 salî, bang li hemû jin û gelan dikin, li beramberî kiryarên faşîstane, dagirker û tecawizkar ên dewlet-zilam serî rakirin. Ji bo faşîzm, dagirkirin û qirkirina jinê bi dawî bibe beşdarbûna jinan ji bo hamleya ku bi durişma “Li Dijî Sêdarê û Qirkirina Jinan, Dema Parastina Jiyana Azad e” dest pê dike çi qas zêde be û her ku dengê têkoşînê bilind bibe, wê awqas jî ruhê netewî, yekitiya civakî û azadî jî neçar pêş bikeve.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Ji DGH’ê ji bo silavkirina pêngava KCK’ê çalakî

Nivîsa Pêş

Insiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê 5 wesayit û 2 fabrîqe şewitandin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Insiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê 5 wesayit û 2 fabrîqe şewitandin

Insiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê 5 wesayit û 2 fabrîqe şewitandin

HPG: Dewleta TC’ê  a dagirker wê derba dîrokî bixwe

HPG: Operasyonên dagirkeran bi rengekî bêencam neçar ma vekişe

Manşet

  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Pênûsa Gerîla – Rastiya Jiyana me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo ji bo Azadiya fîzîkî ya rêber Apo meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN: Li Şehbayê dagirkeriyê seyarekî hedef kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampa Xwebûn A Navendî Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.