Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET – Kordîneya Cenga Heftanînê: Kêliyên Berxwedan û Cengê – VIII

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
15/09/2020 - 11:24
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin, Nûçe, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
TAYBET – Kordîneya Cenga Heftanînê: Kêliyên Berxwedan û Cengê – IV
ParvekeTweet

HEFTANÎN – Di 16’ê Hezîrana 2020’an dewleta tirk a dagirker bi hemû derfetan êrîşên dagirkeriyê li ser herêma Heftanînê da destpê kirin. Gerîlayên HPG/YJA STAR’ê bi berxwedanî û fedaîtiyek mezin êrîşên dagirkeriyê vala derxistin. Di derbarê Berxwedana Cenga Heftanînê de Kordîneya Cenga Heftanînê Batufa Çekdar nerînên xwe ji ajansa me re parvekir.

Batufa di berdewamiya nirxandina xwe de wiha anî ziman û got; 

“Berxwedana Cenga Heftanîn Zindîkirina Ruhê 15 Tebaxê Ye”

Heftanîn biqasî bedewiya xwe ewqas jî bi serîhilderiya xwe tê nasîn. Her çiyayekî wê xwedî dîrokeke berxwedanê ye. Her gelî û nawaleke wê şahîdiya bi dehan çîrokên lehengiyê kiriye. Kanî û rûbarên vê buhuşta welêt weke ku bi ruhê şervanên azadiyê re di nava ahengekê de biherike û melodiya azadiyê bêje, ruh dide jiyanê û li bedewiya Heftanîn û kesayeta şervanên xwe yên azadiyê bedewiyan zêde dike. Lewre em dibêjin, ev ax fedeaîyan diafirîne û fedaî jî bi evîndariya vê axê ve şer dikin û ala berxwedana rûmetê radikin. Erdnîgariyeke ku fêrî berxwedanê bûyî nikare ji bilî berxwedan û serkeftinan tiştek din qebûl bike. Ji ber her girekî vê erdnîgariyê şahîdiya gelek destanên lehengiyê kiriye û navê van lehengên bê mirin di sînga zinar û kendalên van çiyayan de hatine nivîsandin. Lewre ev çiya jî weke şervanên xwe yên azadiyê berxwedêrin û hebûna dagirkeriyê li ser bedena xwe qebûl nakin. Ji ber vê ye dar, kevir, çiya û zinarên me jî bi dijmin re di nava pevçûnan de ne. Lê heman erdnîgarî bi hezkirina dayîkeke xwedavend hembêza xwe ji şervanên xwe yên azadiyê re vekiriye û wan diparêze.

Lewre di vê berxwedana destanwarî ya rûmetê de zanist û hunera şer a gêrîlayên YJA STAR û HPG a bi tektîkên modêrin, asîlbûn û dîroka erdnîgariya Heftanîn re bû yek û li destanên berxwedaniya dîroka PKK ê destaneke din zêde kir. Her kêlî û rojên şer û berxwedaniya di vê sala oparasyonê de û bi taybetî jî van 2 mehên dawî dikare bibe mijara romanan. Dema mirov dixwaze çend mînakên vê lehengiyê binivîse, pêşî disekine û jixwe dipirse ji çîroka kîjan lehengan dest pê bikim û gelo dikarim mafê wan seknên fedaî bidim an na. Lewre biqasî jiyankirin û meşandina vê berxwedanê nivîsandina wê jî berpirsyariyeke mezin e.

Gelo ez Xantûrê binivîsim ku tektik û rêbazên şerê modêrin bi vîn felsefeya APOGERÎ re bûyî yek û bi hefteyan li hember artêşa Nato ya duyemîn şerekî ku em jê re bêjin 2.  berxwedana Kelha Dimdimê di roja me de zindî kir, meşand. Em dirêjiya sala borî deyînin aliyekî, teknîka van du mehan li ser vî girê asîl ê ku bi her kevir û darik xwe ve li hember dagirkeriyê meydan dixwine hatî şuxulandin bê hesab û bê pênase ye. Bi rastî teknîkeke wisa di şerê du artêşên hêzên egonomîk ên di şerekî cîhanî de werin hember hev de jî nayê şuxulandin. Lewre dipirsim gelo we li cihekî wisa jiyankirye ku rojê bi hezaran obîs, hawan, teng lê bikevin. Bi dehan balafirên şer bê navber bombebaran bikin. 5 keşîf bê navber li ser bigerin.? Lê li wir şervanên dilsoz ên azadiya gelê xwe bi vîneke ji pola hemû xwînsariya xwe biparêzin û her kêliyê baweriya wan a serkeftinê xurtir bibe û kêliya dijmin xwest were bi hestên tolhildana salan li dijmin bidin û sendroman bi artêşa dagirker bidin jiyankirin. Belê ev cihê mijara gotinê Xantûr e warê Rûstemê ciwan ê fedaî, fermandarên vê cenga mezin Welat, Goran û Viyanan li gel hevriyên xwe Xabûr, Çekdar û Şoreşgeran. Ev 7 leheng bûn stêrkên herî geş û li asîmanê girê Xantûrê şewq didin ji bo riya berxwedana  bi dehan fermandar û şervanên cesûr ên li Xantûr dijîn agirê vê berxwedaniyê gur dikin. Lê wan ne tenê asîmanê Xantûra serîhildêr ronî kirin wan dilê tevahî hevriyên xwe jî ronî kirin bi fedakarî û fedaîbûna xwe ve. Lewre Çiyayê Xantûr ji her demê zêdetir serbilinde bi berxwedana şervanên xwe û wê tevî şervanên xwe yên azadiyê her serbilind bimîne.

Gire Qesrokê jî weke ku ji her cûre dagirkeriyê re meydan bixwîne Cenga Xantûrê silav dike. Lê çi balkêşe ku çiyayên me jî bi çanda berxwedanê xweşiktir bûne û gihane lotkeya hêza wateyê. Belê Qesrokê jî xwe bi ruhê fedaî yê hevrê  Memyanan bêçaye û bi bedewiya Amarayan xemilandiye. Lewre ev girê ku sedsaleke ji ber kêlikên di navbera wê û Cûdiyê Miradan de hatine rêzikirin bi hêrse, qebûl nake û vê evîndariya wê ji Lawikê Xerîb re zêdetir kirî careke din bi ruhê berxwedana şervanên xwe re bû yek û li ber xwe da. Ev evîndarî bû ya ku hevrê Memyan lawê Botanê bi coş û kelecana serkeftinê ve biçe ser dijmin û dema birîndar bû ji bo nekeve dest dimin bi dûruşmeya bijî Rêber APO bombeya xwe bi xwe de teqand. Ev felsefeyeke jiyanê ya xwedî wateyên bilinde ku dikarê ruh-baweriyên wisa biafirîne. Amaraya kenê wê şewq dida kuntarên çiya xwedî vê felsefeya jiyanê bû ku hîna jî dengê tilîliyên wê di kuntara çiyayê Qesrokê de olan dide û li hemû gelî û newalên derûdorê balav dibe û pişt re xwe li qeraxa kuntara çiyayê Cûdî dide. Wê dengê tilîliyên vê şervana xweşik her weke melodiyeke berxwedanê di dil û guhê me de be û weregere hesta tolhildaneke mezin.

Berdewam dike……..

https://www.nuceciwan51.com/ku/2020/09/14/taybet-kordineya-cenga-heftanine-keliyen-berxwedan-u-cenge-vii/

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Binarê Qendîlê sahayek futboolê ji bo Ciwanan hate vekirin

Nivîsa Pêş

Niha dema hilweşandina faşîzmê û bidestxistina azadiyê ye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Niha dema hilweşandina faşîzmê û bidestxistina azadiyê ye

Niha dema hilweşandina faşîzmê û bidestxistina azadiyê ye

Giyanê veşartî yê Ocalan: Hakî Karer

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan: 'Rojhilata Navîn a nû wê bi tifaqa gelên Kurd û Ereb ava bibe'

Manşet

  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG`ê li Wanê wesayîta leşkerî ya artêşa dagirker rûxand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gerîla lê da Kepçe û operatorê wî îmha bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo ji bo Azadiya fîzîkî ya rêber Apo meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • EMÊ KARIBIN DEV JI 3 HEZAR ŞEHÎDAN BERDIN?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN: Li Elîhê di dema derbasbûna wesayîtên zirxî de teqîn pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.