Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Dem dema rabûna li ber dagirkeriyê ye

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya 1'ê Îlona Roja Aştiyê ya Cîhanê diyar kir, "Bila bibe 1'ê Îlonê ya dawî ku şer û qirkirina jinê lê diqewime. Em yekîtiya xwe pêk bînin. Em xwe li dijî dagirkeran bi rêxistin bikin. Dem dema rabûna li ber dagirkeriyê ye."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
31/08/2020 - 12:24
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KJK’ê ji bo Dayika Guzel peyama sersaxiyê weşand
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyeke nivîskî da û bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li dijî şer, qirkirina jinê, tecrîd û dagirkeriyê peyamên girîng da. KJK’ê banga yekîtiyê li Kurdan kir.

KJK’ê diyar kir ku rejîma Tirk di dema herî metirsîdar û pêvajoya hilweşînê de ye û destnîşan kir, “Rejîma qirker a AKP-MHP-Ergenekonê wê di binê vê pêvajoyê de bimîne.”

Daxuyaniya KJK’ê wiha ye:

“Bi hêvî û biryardariya ku jin, bindest û kedkar wê cîhaneke azad û aştiya bi rûmet ava bikin, em 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz dikin. Em di demeke welê de 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pêşwazî dikin ku hêzên hegemonîk hewl didin sedsala me bi şer, paşeroja me ya azad jî bi qirkirin û şerê dagirkeriyê bifetisînin. Em di demeke wiha de ne ku hêvî û baweriya me mezin e ku bi biryardarî û têkoşîna berxwedanê, paşeroja azad û aştiya gelan ava bikin.

Em her kesên ku di vê oxirê de têdikoşin bi hestên şoreşgerî silav dikin. Bi wesîleya rojê, şehîdên xwe yên ku ji bo aştî, azadî û demokrasiyê canê xwe feda kirine bi rêz û minet bi bîr tînin. Sedsala 21’ê ku gel û bindest bi hesret û hêviya cîhaneke azad, biratî û aştiyane pêşwazî kirin, mixabin hewl didin ku veguherînin sedsaleke ji kaos û şerê giran. Lê belê sedsala 21’ê sedsala jinê ye. Polîtîkayên serdest û mêtinger ên hêzên Modernîteya Kapîtalîst û netewe dewletên wan, ku xwe ji kaosê xwedî dikin, Rojhilata Navîn veguherandine derya şer. Bi hêrsa qezenc û desthilatdariyê kedxwariyeke bênavber heye. Her wiha bi belavkirina lîberalîzmê li her qadên jiyanê, civakîbûn tê tunekirin. Polîtîkayên tecawizkar, kiryarên zordar û zayendîperest ên zîhniyeta serweriya mêr li her qada jiyanê û siyasetê tên meşandin. Her wiha civakîbûn, azadî û demokrasî tên qirkirin, qirkirina civakê, qirkirina jinê tê kirin.

‘EM Ê SEDSALA 21’Ê BIKIN SEDSALA JINÊ’

Ji bo hêzê ji şer werbigirin, şerê navbera gelan û mezheban tê sorkirin. Polîtîkayên zayendîperest ên li dijî jinê, mêtingerî, desteserkirina mafê, destavêtin û qirkirina jinê, di serî de li Tirkiyeyê li her bihosta cîhanê her roj bêhtir bi rêk û pêk dibin, weke pêleke stratejîk a şerê taybet tê bilindkirin û teşwîqkirin. Bi taybetî dewleta Tirkiyeyê ya tecawizkar di vê mijarê de hîn bêhtir faşîst dibe û di qirkirina jinê de di rêza destpêkê de cih digire.

Li hemberî van êrişên qirkirina jinê û civakê ku weke Şerê Cîhanê yê 3’emîn bi rê ve diçe, em ê bi yekîtiya rêxistinbûyî ya bindestan, têkoşîna berxwedanê ya yekbûyî, ya herî girîng jî em ê bi yekîtiya rêxistinbûyî ya jinan sedsala 21’ê bikin sedsala jinê. Ji bo Peymana Stenbolê û li dijî êrişên tecawizê jin bi rojan e li qadan e û ji vê sekna wan a têkoşînê em dibînin ku jin bi biryar in vê sedsalê bikin sedsala aştî, biratî, azadî, demokrasî û jinê.

‘REJÎMA FAŞÎST DI DEMA HERÎ METIRSÎDAR Û PÊVAJOYA HILWEŞÎNÊ DE YE’

Rejîma faşîst a Erdogan-AKP-MHP-Ergenekonê di dema herî metirsîdar û pêvajoya hilweşînê de ye. Ev pêvajoya hilweşînê jî bi şerê Heftanînê yê dagirkeriya li dijî Kurdanê bêhtir lezandiye. Êşkence û tecrîda li dijî Rêberê me bûye polîtîka û siyaseteke şerê qirkirin û dagirkeriyê. Tecrîdkirina Rêberê me sebir û hêrsa gelan êdî fûrandiye. Rejîma qirker a AKP-MHP-Ergenekonê wê di binê vê pêvajoyê de bimîne. Faşîzm wê hilweşe û teqez têk biçe.

‘DEM HATIYE KU JI BO AZADIYA RÊBER APO LI QADA NAVNETEWEYÎ KAR BÊ KIRIN’

Êdî bûye pêwîstî û mecbûriyetek ku gelê me, hêzên alîgirê demokrasî û azadiyê li dijî van êrişan, têkoşîneke topyekûn a bêhtir radîkal bimeşînin. Em bîr û baweriya xwe careke din diyar dikin ku azadiya Rêber Apo wê veguhere aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn. Di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya sala 2020’an de em hêviya xwe tînin ziman ku mirovahî û gel ne dûrî rojên azad û aştiyê ne, bi vê baweriyê em 1’ê Îlonê rojên aştiyê yên gelan silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê cîhaneke ekolojîk, cîhaneke ji azadiya jinê ku îdeolojiya sedsala 21’ê ye biafirînin. Ji bo azadiya Rêber Apo ku ji bo aştiya cîhanê û Rojhilata Navîn herî zêde ew dixebite û kedê dide, dem hatiye ku di asta navneteweyî de kar bê kirin.

‘EM YEKÎTIYA XWE PÊK BÎNIN’

Sîstem herî zêde êrişî jinê dike, hewl dide qir bike, lewma di kesayetiya nasnameya jinê de hewl dide civakan, gelan, baweriyan û nasnameyan hemûyan qir bike. Sedsala 21’ê ew sedsal e ku nakokiyên bûne sedema pirsgirêkên azadiyê, krîza modernîteyê û şerê cîhanê yê 3’emîn lê der bûne. Li ser bingeha eşkerebûna rastiya nakokiya zayendî, pêkhatina şert û mercên çareseriyê û pêwîstiya bi serketinê, ev sedsal wê bibe sedsala jinê.

Şerê ku di vê sedsalê de diqewime qirêjiya mejiyê mêr radixe pêş çavan. Ev hemû ji bo emperyalîstan bûne şerê rizgarkirina sîstema xwe, ji bo gelan, bindestan û jinan jî avakirina sîstema azadî û demokrasiyê ye. Bûye şerê azadiyê. Li ser vê bingehê em hêvîdar in ku 1’ê Îlonê ji bo mirovahiyê ji bo jinan hemûyan bibe wesîleya pêkhatina jiyaneke azad, aram ku tê de sîstema xwe ava dikin. Bila bibe 1’ê Îlonê yê dawî ku şer û qirkirina jinê lê diqewime! Em yekîtiya xwe pêk bînin. Li dijî hêzên dagirker em xwe bi rêxistin bikin. Dem hatiye ku em li ber dagirkeriyê rabin. Em 1’ê ÎLonê rojên aştiyê yên ku şer û qirkirina jinê lê nîne pêşwazî bikin. Em vê roja ku wateya xwe ji bo mirovahiyê mezin e, veguherîn aştî û serketina gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê. Em bang li her kesî dikin ku li dijî faşîzm û dagirkeriyê, li dijî destavêtin û bêedaletiyê têkoşînê mezin bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KCK: “Berxwedana li dijî yezîtên vê serdemê bi qasî nan û avê pêwîst e”

Nivîsa Pêş

HPG: Li Kato Jîrka, di çalakiyeke sûîqastê de leşkerekî Tirk hate kuştin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG: Li Kato Jîrka, di çalakiyeke sûîqastê de leşkerekî Tirk hate kuştin

HPG: Li Kato Jîrka, di çalakiyeke sûîqastê de leşkerekî Tirk hate kuştin

FLAŞ – Gerîla TV dîmenê çalakiya li Zagrosan weşand

FLAŞ - Gerîla TV dîmenê çalakiya li Zagrosan weşand

Manşet

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.