Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan: Rêjîma AKP’ê xitimî ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bal kişand ser piştgiriya Elmanya û Kanadayê ya ji bo hilberandina balafirên bêmirov ên biçek û destnîşan kir, ku her welat ji komkujiyên dewleta Tirk ên bi SÎHA'yan dike, berpirsyar in.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
31/08/2020 - 9:48
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan: Rêjîma AKP’ê xitimî ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ji radyoya Dengê Welat re axivî.

REJÎMA AKP’Ê XITIMÎ YE

Karayilan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk a li ser Lîbya, Sûriye, Iraq, Derya Spî û Kurdistanê û destnîşan kir, jê heye ku bi bi vî rengî dikare li ser piyan bimîne.

Karayilan diyar kir, krîz û şer ji bo dewleta Tirk bûye rêbazeke siyasetê û got, “Lê belê em dibînin ku siyaseta wan a li Lîbyayê xitimî ye. Li Sûriyeyê ji ber ku çareseriyek nayê dîtin, rewş ne diyar e. Her wiha li Derya Spî û Yewnanistanê jî di rewşeke xitimandî de ye. Ji ber ku dewletên Yekîtiya Ewropayê hemûyan li dij helwest nîşan dan. Ji ber vê yekê xitimî ne. Yanî ev hewldanên dewleta Tirk wê nikaribe rejîma AKP-MHP’ê ji hilweşînê rizgar bikin.”

LI SER ERDNÎGARIYA KURDISTANÊ LÎSTIKÊN KÛR TÊN LÎSTIN

Karayilan di mijara dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya ji vê hewldanê re bal kişand ser daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û destnîşan kir, “Di wê daxuyaniyê de tespîtên girîng hene; hem hişyarî hene hem jî banga ji bo çareseriyê. Yanî rewşa heyî hatiye ravekirin û çareya wê jî hatiye destnîşankirin. Lê belê rêveberiya PDK’ê heta niha bersivek nedaye vê daxuyaniyê. Em li benda bersivê ne.”

Mûrat Karayilan anî ziman ku pirsgirêk girîng û cidî ye û got, “Li ser erdnîgariya Kuridstanê lîstikên kûr tên lîstin. Yanî ev mesele tiştekî welê ji rêzê nîne. Gelo ya ku pirsgirêkên navbera Kurdan giran dike û li pêşiya çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê dibe asteng, parçeyek ji vê siyaseta kûr e? Yanî divê hîn bi berfirehî bê nirxandin. Divê nêzîkatiyeke taktîkî neyê nîşandan. Pêwîstî bi hêzîkatiya stratejîk heye.

EGER ŞAŞITÎ BÊ DEWAMKIRIN WÊ KES NIKARIBE GUNEHÊ VÊ YEKÊ RAKE

Girîng e rêveberiya PDK’ê li ser van meseleyan bifikire. Di vê dema dîrokî û girîng de ku Kurd bi îdîayeke mezin derketiye ser dikê û Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, rewşeke gelekî cidî ye ku PDK bibe beşek ji plana Tirkiyeyê ya ji bo tasfiyekirina PKK’ê û hevkariyê ji dewleta Tirk re bike. Mîna ku Xoce Nesreddîn dibêje; ev yek birîna guliyê darê yê li ser e. Siyaseteke bi vî rengî rast nîne. Ev siyaseta şaş a PDK’ê wê tiştên gelekî metirsîdar bi xwe re bîne. Ev siyaset mîna vexwendina şerê navxweyî ye, ku ne em ne jî gelê me naxwaze bilêv bike. Yanî bingehê ji şerê navxweyî re datîne. Ev gelekî xetere ye. Ev ê bibe sedema çi? Çawa ku gelê me di sedsala 20’an de winda kir, ev polîtîka wê di sedsala 21’ê de jî bibe sedem ku gelê me di asteke stratejîk de winda bike. Lewma divê her kes di vê mijarê de bi berpirsyarî nêzîk bibe. Eger di şaşitiyê de dewam bikin, bêguman wê kes nikaribe ji binê barê vî gunehî rabe. Lewma divê teqez pêşî li vê yekê bê girtin. Ji ber ku ev rewş wê hem bi xwe re encamên nebaş bîne, hem jî wê Kurd hemû winda bikin. Yanî pirsgirêk ne tenê di navbera du partiyan de ye. Pirsgirêkeke ku Kurdistanê bi temamî eleqedar dike, paşeroja gelê Kurd eleqedar dike.

Eger Kurdek Kurdekî bikuje ev gelekî şaş e û tiştekî nebaş e. Lê belê eger Kurdek sîxuriyê ji dijminê Kurdekî din re bike û bi destê wî bê kuştin, ev hîn bêhtir nebaş e û ne rêbazeke merd e. Lewma divê pêşî li vê bê girtin û bê rawestandin.”

HELWESTA GELÊ BAŞÛR HÊJA YE

Li ser helwesta gelê Başûrê Kurdistanê Karayilan got, “Gelê Başûrê Kurdistanê, tevahiya gelê me yê Kurdistanê di mijarên wiha neteweyî de gelekî hesas e. Bi taybetî gelê me yê Başûrê Kurdistanê gelekî berdêl da û êşa şerê navxweyî gelekî kişand. Yanî gelekî fedakar e û li çareseriyê digere. Biv ê wesîleyê gelê me yê Başûrê Kurdistanê silav dikim. Ya rast, helwesta xwe ya di asta eşîran de û di asta pêşengên civakê de nîşan dide helwesteke hêja ye.”

Karayilan di vê çarçoveyê de sekna welatparêzî û neteweyî ya mamosteyê gundê Kanî Mezin Xalid Xoce û û Zubeyîr Halî weke mînak nîşan da.

TEKNOLOJIYA SÎHA YÊN TIRK JI DEWLETÊN ROJAVAYÎ TÊ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di şerê dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk de piştgiriya dewletên rojavayî bi bîr xist û ev nirxandin kir: “Ji destpêka têkoşîna me ve tevgera me ne tenê li dijî dewleta Tirk şer dike. Li pişt dewleta Tirk her tim NATO hebû, hîn jî heye. Niha NATO bi giranî bi destê Gladiyoya xwe piştgiriyê dide. Yanî dewleta Tirk li dijî me her tim ji derve piştgirî wergirtiye. Niha jî hin belgeyên ku di çapemeniyê de hatine weşandin hene, mijarên ku li Parlamenta Elmanyayê ketine rojevê hene. Tiştekî ku nema dikare bê veşartin; Dewleta Tirk li ser bingeha teknîka dewletên Elman û Kanadayê û hin şîrketên Îngiliz û DYE’yê balafirên bêmirov afirandiye. Naxwe dewleta Tirk heta niha nekariye jeneratorekê jî bi xwe çêbike.”

ELMANYA Û KANADA JI KOMKUJIYÊN SÎHA’YAN BERPIRSYAR IN

Karayilan destnîşan kir ku Elmanya, ji komkujiyên ku li Kurdistanê bi tankên Leopardan û balafirên bêmirov ên biçek (SÎHA) tên kirin, berpirsyar e û got, “Kanada jî ketiye dewrê. Kanada jî ji van komkujiyan berpirsyar e. Yanî di komkujiyên dewleta Tirk de yên bi rêya van çekan li Kurdistanê dike berpirsyariya van dewletan jî heye. Em dixwazin bi taybetî vê yekê ji Elmanyayê re bêjin: Êdî bes e ji vê dijminatiya li Kurdan re! Êdî dijminatiyê li gelê Kurd nekin. Li Helebçeyê bi hezaran mirovên Kurd hatin kuştin; piştre eşkere bû ku Saddam ew teknîk ji Elmanyayê wergirtiye. Saddamê vê serdemê Erdogan e. Niha jî didin Erdogan. Gelo çi mafê Elmanyayê heye ku tevlî van komkujiyên faşîst ên li dijî Kurdan dibe! Yanî ya ku Elmanya dike, neheqiyeke gelekî mezin e li dijî gelê Kurd. Ev zilm e. Ji bo pereyan, ji bo berjewendiyên emperyalîst, mîna Saddam rê didin rejîmên mîna Erdogan ku gelê me qetil bikin. Tişta ku îro tê meşandin bi vî rengî ye. Lewma berxwedana gel û tevgera me hîn bêhtir bi wate dibe. Ji ber ku li dijî gelê me siyaseteke hegemonîk a navneteweyî heye û em jî li dijî vê li ber xwe didin.”

LI DIJÎ VÎRÛSA KORONAYÊ TEDBÎRÊN XWE WERBIGIRIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser belavbûna vîrûsa koronayê li Kurdistanê û got, “Mêtingeriya Tirk, rejîma AKP-MHP dixwaze bi rêya koronayê gel bitirsîne û li malê dîlgirtî bihêle. Ji bo vê jî nahêle ku çalakiyên gel bên lidarxistin, nahêle ku mîtîng û protesto bên lidarxistin. Ji ber ku dixwazin van kiryarên nehiqûqî û binpêkirina mafên mirovan bidomînin. Yanî rejîma AKP-MHP’ê nexweşiya vîrûsa koronayê bi rengekî gelekî nebaş bi kar tîne. Divê destûr ji vê yekê re neyê dayin, ew hincet neyê naskirin. Pêwîste kes li hemberî kiryarên rejîma fşaîst bêdeng nemîne, divê çalakî bên lidarxistin, astengî neyên naskirin dijmin bê tengavkirin. Di vê mijarê de lazim e mirovên me hemû bi berpirsyarî nêzîk bibin.”

Karayilan destnîşan kir ku tevî vê yekê mijareke din a girîng ew e ku divê her kes li dijî nexweşiyê jî tedbîrên xwe werbigirin û got, “Em dibînin ku gelê me li dijî vê nexweşiyê tedbîrên pêwîst nagire. Tê dîtin ku li Bakurê Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê gelê me ne xema dewletan e. Li Rojava û Başûrê Kurdistanê dibe ku gelê me bi sîstema xwe ya xweser li gorî derfetên xwe tedbîran digire. Lê belê bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê dewletên serdest li gelê me nanihêrin. Niha nexweşî belav dibe. Divê gelê me xwe li dijî vê nexweşiyê biparêze. Divê guh bidin tedbîrên bikaranîna maske, paqijî, xwevegirtina ji hev û her kes tedbîrên xwe werbigire. Yanî divê em xwe bi xwe biparêzin.”

Karayilan got, “Ji bo gelê me karibe li dijî mêtingeriyê têkoşîna xwe bimeşîne divê tenduristiay xwe biparêze, lê di heman demê de divê li hemberî kiryarên dijmin bêdeng nemînin û çalakiyên gel teqez bên kirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET – Koordînasyona Serhedê a DGH/DGK-H: ‘Dijî zilmê cihê xwe nava Yekîneyan de bigrin’

Nivîsa Pêş

Endama Koordînasyona KJK’ê Zerîn Rûken: “Li dijî qirkirina jinê dem dema parastina civaka azad e”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Zerîn Rûken: ‘AKP bi agir dilîze’

Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken: "Li dijî qirkirina jinê dem dema parastina civaka azad e"

KCK: ‘Gerîla wê di sala 36’an a vejînê de bi xurtî li ber xwe bidin’

KCK: "Berxwedana li dijî yezîtên vê serdemê bi qasî nan û avê pêwîst e"

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.