Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Tirkiyeya bê Kurd tenê dikare dawî li xwe bîne

Pirsgirêka Tirkiyeyê ne kêmaniya çavkaniyên enerjiyê ye, pirsgirêk polîtîkayên qirkirinê yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê yên li dijî Kurdan e.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
24/08/2020 - 15:48
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Tirkiyeya bê Kurd tenê dikare dawî li xwe bîne
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN 

Şefê faşîst Tayyîp Erdogan, piştî ku du rojan propaganda kir û civak li bendê sekinand, dawiya dawî ‘mizgîniya xwe ya dîrokî’ da: Tirkiyeyê li Derya Reş çavkaniyeke dewlemend a gaza xwezayî dîtiye. Bêguman derfeteke wiha ya madî ji bo Tirkiyeyê girîng e. Lê belê nîşandana vê yekê weke bûyereke ku rêveçûna dîrokê biguherîne, ji bilî demogojiya faşîst û şerê psîkolojîk ne teiştek e. Ya rast, ev rewş rûyê rast ê rêveberiya faşîst a Erdogan-Bahçelî û tengaviya wan nîşan dide. Bi propagandayên bi vî rengî hewl didin civakê bixapînin, mijûl bikin û temenê desthilatdariya xwe dirêj bikin.

Ji ber ku Tirkiye welatekî xizan û bêxêrûber nîne. Ji aliyê çavkaniyên ser û binê erdê ve lawaz û bêhêz nîne. Berevajî, welatekî xurt û dewlemend e. Hem xwedî hilberîneke cihêreng û xurte ku dikare bersivê bide pêdiviyên civaka Tirkiyeyê hem jî çavkaniyên xwe yên girîng ên hilberînê hene ku pêwîstiya ji derve dikare bi temamî ji holê rake. Xaka li vê qadê ji bo çandiniyê, sewalkariyê berhemdar e. Xwedî çavkaniyeke têrker a zad û sewalan e, ji bo sebzekarî û fêkiyan jî berhemdar e. Çavkaniyên xwe yên binê erdê jî di asteke girîng de hene. Çavkaniyên enerjiyê yên petrol û gaza xwezayî heta niha di astekê de hatine derxistin. Çemên xwe gelek in û hilberîna enerjiyê ya li ser bendavan zêde ye. Her wiha xwedî rêyên derbasbûna enerjiyê yên navbera parzemînan e.

Wê demê pirsgirêk ne ew e ku Tirkiye welatekî xizan û bêxêrûber e. Berevajî ji aliyê çavkaniyên ser û binê erdê ve welatekî dewlemend û berhemdar e. Li gorî xwe, xwedî rê û çavkaniyên girîng ên enerjiyê ye. Hingî pirsgirêk lawazî yan jî kêmaniya çavkaniyan nîne. Wê çaxê pirsgirêk çi ye? Eşkere ye ku şêweyê bikaranîna van çavkaniyan e. Rewşa polîtîkayên ku van çavkaniyan bi kar tîne. Yanî gotinên ku şefê faşîst Tayyîp Erdogan 21’ê Tebaxê saet di 3’an de di daxuyaniya de xwe got, rast nîne. Mîna ku Tirkiye welatekî lawaz û bêxêrûber e, lê belê bi dîtina çavkaniya gaza xwezayî ya li Derya Reş re bûye welatekî dewlemend! Tayyîp Erdogan hewl daye ku rewşê bi vî rengî nîşan bide, lê belê eşkere ye ku rewş ne wiha ye. Li pêş çavan e ku pirsgirêka bingehîn ji ber polîtîkayên rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê ye.

Gelo ev polîtîka çi ne? Polîtîkayên mêtingeriya kapîtalîst e ku xwediyê sermayeyê bêhtir dewlemen dikin û karker, kedkaran jî timî xizan dikin. Polîtîkayên ku bi her awayî derfetan dide alîgirên xwe. Polîtîkaya li ser xeracê û revandina pereyan di qutiyên pêlavan de ye. Polîtîkaya ku li dijî Kurdan şer dimeşîne û dewlemendiyên Tirkiyeyê hemûyan li vî şerî xerc dike. Li şûna ku kar bide her kesî û bike ku her kes karibe sûdê ji çavkaniya werbigire, mirovan birçî dihêle, xizan dihêle û ji bo ku kes li ber ranebe zext û zordariyê dike, dewlemendiyên welêt ji bo van kiryarên zext û zilmê bi kar tîne. Bi taybetî polîtîkaya destavêtin, destdirêjî û komkujiya li dijî jinan e.

Bêguman di bingeha van polîtîkayan de polîtîkaya îmha û înkarkirina gelê Kurd heye ku jê re pirsgirêka Kurd tê gotin. Zîhniyet û siyaseta ku li her cihî dijminatiyê li Kurdan dike û qirkirinê li Kurdan ferz dike, çavkaniya van polîtkayan e. Eger budçe bi temamî li şer tê xerckirin, eşkere ye ku ev yek ji ber şerê taybet ê topyekûn ê li Kurdistanê ye ku dixwazin Kurdan qir bikin. Eger li Tirkiyeyê krîzeke giran a aboriyê heye û pere bênavber bêqîmet dibe, timî neçar dimînin ku sifiran ji ser lîre biavêjin, sedema vê yekê şerê qirkirinê yê li Kurdistanê ye.

Bêguman heman rewş ji aliyê fikir û polîtîkayê ve jî derbas dibe. Li Tirkiyeyê ku li dijî gelê Kurd şerekî qirkirinê yê faşîst ê topyekûn tê meşand, eşkere ye ku demokrasî û azadî lê bi cih nayê û li dijî civakê wê zexta faşîst bê kirin. Hingî beşeke girîng a budçeyê ji bo amûr û hêzên ku terorê û zexta faşîst li civaka Tirkiyeyê bike tê xerckirin. Ji ber vê yekê pere ji bo perwerde, tenduristî û aramiya civakê nayê bikaranîn, lewma Tiriye weke welatekî xizan û lawaz tê dîtin.

Wê demê pirsgirêkên li Tirkiyeyê ne ji ber bêxêrûberiyê û lawaziyê ye. Pirsgirêk ji ber polîtîkayên AKP-MHP’ê rû didin ku li ser çavkaniyên dewlemend serdest e. Eger polîtîkayên faşîst ên AKP-MHP’ê neyên guhertin û heman polîtîka bê dewamkirin, wê demê bikaranîn çavkaniyên gaza xwezayî yên li Derya Reş hatine dîtin jî wê tiştekî neguherîne. Bikaranîna çavkaniyên gaza xwezayî ya navborî jî wê dewlemendan bêhtir dewlemend bike, xizanan bêhtir xizan bike û qezenca jê bê wergirtin jî di şerê dijî Kurdan û di teror û zexta faşîst a dijî civaka Tirkiyeyê de wê were bikaranîn.

Eşkere ye ku pirsgirêk hemû ji ber polîtîkayên qirker ên faşîzma AKP-MHP’ê yên li dijî Kurdan û şerê li dijî gelê Kurd e. Heta ku li Kurdistanê şer bidome wê Tirkiye nikaribe ji nava krîza aboriyê derkeve. Heta ku şerê qirkirinê li dijî gelê Kurd dewam bike, Tirkiye wê demokratîk nebe û teror û zexta faşîst wê lê bidome. Heta ku şerê bêexlaq û bêpîvan ê li Kurdistanê dewam dike wê li Tirkiyeyê hiqûq û exlaq bi cih neyê anîn. Bi kurtasî Tirkiyeya bê Kurd wê azad û demokratîk nebe, wê tenê dawî li xwe bîne. Tirkiye bêyî azadiya Kurdan wê demokratîk nebe.

Pirsgirêka Tirkiyeyê ne kêmaniya çavkaniyên enerjiyê ye, pirsgirêk polîtîkayên qirkirinê yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê yên li dijî Kurdan e. Wê demê ne dîtina gaza xwezayî ya li Derya Reş, dema ku polîtîka û zîhniyeta qirker a rêveberiya AKP-MHP’ê ya li dijî Kurdan were têk birin, wê hingî pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibin. Ji xwe baş nayê zanîn ku li Derya Reş çiqas gaz hatiye dîtin. Dibe ku dişibe îxracatên xeyalî û danîna bingehan ên xeyalî. Dema ku mirov pêvajoya hilweşînê û tengaviya faşîzma AKP-MHP’ê binirxînin, hingî dibe ku rastî bi vî rengî be. Şefê faşîst Tayyîp Erdogan bûyer ewqasî kir mijareke propagandayê, lewma ihtimala vê yekê zêde ye.

Divê mirov li hemberî demogojiyên bi vî rengî û lîstikên şerê psîkolojîk hişyar bin, ti carî pê nexapin. Girîng e mirov rastiyê bigihînin gelên Tirkiyeyê û nehêlin ku bixapin. Li ser vê bingehê divê li dijî zext û zilma faşîzma AKP-MHP’ê mirov têkoşînê lawaz nekin, berevajî, têkoşînê xurtir bikin. Bi taybetî divê jin û ciwan ji bo têkbirina van lîstikên şerê taybet li dijî êrişkariya faşîst bi pêşengiya berxwedana xweparastinê rabin. Li dijî rejîma tecawizkar a faşîst divê mirov timî li ber xwe bidin.

Wê demê, ji bo Kurdan û tevahiya gelên Tirkiyeyê mizgîniya herî girîng, hilweşandina rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê ye ku dijminê Kurdan e. Eger berxwedana antîfaşîst û yekîtiya hêzê li her qadê bê xurtkirin, eger hêzên demokratîk hemû li dijî faşîzma AKP-MHP’ê alternatîfa çareseriya demokratîk bi hev re biafirînin, hingî dibe ku mizgîniyeke bi vî rengî bê dayin. Lewma tişta ku niha bê kirin ew e ku mirov guh nede demogojiyên faşîzmê, divê mirov ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê hêzên demokratîk bikin yek û berxwedana demokratîk a li dijî faşîzmê bilind bikin. Yekane polîtîkaya rast û encamgir bi vî rengî ye.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Selahatin Erdem

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – HPG’ê bi wesayîtên hewayî li dagirkeran dan

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – HPG’ê dîmenê çalakiya bi wesayîtên hewayî li dagirkeran dabûn weşandin!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – HPG’ê dîmenê çalakiya bi wesayîtên hewayî li dagirkeran dabûn weşandin!

LEZGÎN - HPG'ê dîmenê çalakiya bi wesayîtên hewayî li dagirkeran dabûn weşandin!

ROJEVA 01’Ê TEBAXA 2020’AN

ROJEVA 25’Ê TEBAXA 2020’AN

Manşet

  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.