Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET – Berxwedanvanê Cenga Heftanînê: ‘Bila Ciwan bibin xwediyê vê Şoreşê’

Nûçegihanê me yê li Qadên Parastina Medyayê derbarê Berxwedana Cenga Heftanîn bi Gerîla Eli Dijwar re ku eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye hevpeyvînek bi deng çêkir.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/08/2020 - 0:08
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
TAYBET – Berxwedanvanê Cenga Heftanînê: ‘Bila Ciwan bibin xwediyê vê Şoreşê’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Dewleta tirk a dagirker bi salane dixwaze herêma Heftanînê ya Qadên Parastina Medyayê bi ‘operasyonên’ ku cuda cuda binav dike bixe bin dagirkeriya xwe. Li dijî hewldanên dewleta tirk a dagirker hêzên Gerîla Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê da destpê kir. Di vê çarçoveyê de Berxwedanek behempa li herêmê ji aliyê Gerîlayên HPG û YJA-Star tên meşandin.

Gerîla HPG’ê Eli Dijwar ku eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye cihê xwe di nava Berxwedana Cenga Heftanînê girtîbû, lê belê piştî ku birîndar bû ji herêmê hate derxistin. Nûçegihanê me yê li Qadên Parastina Medyayê derbarê Berxwedana Cenga Heftanîn bi Gerîla Eli Dijwar re hevpeyvînek bi deng çêkir.

Gerîlayê HPG’ê Eli Dijwar rojên xwe di nava Cengê wiha tine ser ziman:

“Navê min Eli Dijwar e. Min cihê xwe di nava Cenga Heftanînê de girt. Ev cend sale dijmin ji bo êrîş Heftanînê bike hertim gefa dixwar. Her digot wê operasyon destpê bike. Par operasyonek destpê kir, lê dijmin derb xwar. Wendahiyên dijmin pirr bûn. Vê salê jî disa operasyon destpê kir û befirehtir kir. Li her devere Heftanînê operasyon da destpê kirin. Min taybet cihê xwe li ser tepê Xantûrê girt. Çi teknîka dijmin hebû li ser tepê Xantûrê da şixulandin. Êdî obûs be, balafir be, her çi dibe bikar anî. Şeva destpêka dema hat nikaribû leşkerên xwe daxine ser tepe. Berxwedaniya Hevalan nehişt ku dijmin daxistinê bike. Şeva yekem û duyemin dijmin derb xwar nikarî bû daxistina leşkerên xwe pêk bine. Dijmin bi vî awayî paşde vegeriya. Şeva sêyemin êdî hin befirehtir bi teknîk hin mezintir êrîşên xwe domand. Bi dehan balafir bombebarana dikir. Dijmin vê çarê leşkerên xwe daxist, lê Hevala dîsa çalakî li ser wan kir. Kuştî û birîndarê dijmin pirr hebûn ew roj. Hevalan nehişt dijmin bi rehetî were leşkerên xwe daxine ser tepe. Berxwedaniyek pirr mezin bû, dijmin bixwe ewqas hêvî nedikir, beramberî vê berxwedanê şok bû. Dijmin bi teknîka xwe û bi giştî operasyona wan vala derket. Ev ne tenê li Xantûrê wusa bû, li tevahî Heftanînê ev rewşa wusa bû. Rihê fedaî, rihê Apogerî dijmin vala derxist. Heta niha jî wiha berdewam e. Ruxmê teknîka befireh a dijmin hevalan dîsa jî çalakiyên bi bandor dikir. Helbet şahadetê me jî çêbûn. Lê herçiqas şahadet çêbibe, ev ji bo me dibe sedema berxwedanê, hêrs û kina dijî dijmin. Ger Hevalekî me bê şehîdxistin, ev wusa hêsanî li gel dijmin nayê hiştin. Em ê tola her hevalekî rabikin. Bi fikir û felsefeya Rêber APO, bi rihê fedaî û Apogerî em nehêlin dijmin li Heftanînê bimine. Ji bo me wê bibe sala serkeftinê. Dibe ku dijmin niha li hindek tepan heye, lê nikarin bi rehetî li wir bimînin. Mayîna wan zehmet e. Jixwe dema kuştî û birîndarê wan heye, vê li ser televizyon û medyayê nabêje, vedişêre. Hemû leşkerên wan jixwe yê bi peran e. Malbata leşkeran jî bi peran dikîrin, da ku neaxivîn. Çiqas leşkerê dijmin mirine, ji bo wan ne giring e. Armanca wan tenê hindek tepan bigre û serkftina xwe ragîhine. Dixwaze tenê propaganda bike. Li ser derewan propagandayê reş dikin.

‘ŞAHADETÊ HEVALAN BI FEDAYÎ YE’

Ked û berxwedaniya hevalan pirr pîroz e. Heval Goran bû, heval Welat bû, berxwedanî û hevaltiyek mezin raber kirin. Bersivdayîna hevalan xurt bû, kuştiyên dijmin pirr bû. Hevalê Rûstem Cudî, Hevala Viyan û cend hevalên din ku şehîd ketin, şahadeta wan bi awayekî fedayî bû. Em bejna xwe hemberî wan ditewînin.

‘DIXWAZIN KURDAN HEMBERÎ HEV BIDE ŞER KIRIN’

Bangawaziya me ji bo Gelê Başûr heye, bila neyîn xapandin. Bila neyîn lîstokên dijmin. Jixwe dijmin dixwaze Kurdan hemberî hev bide şer kirin. Dijmin dixwaze bi îxîstbaratê hevalên me şehîd bixin. Bila kes neyî wan lîstokên qirêj yên dijmin.

‘BERXWEDANÎ NAHÊLE DIJMIN LI HEFTANÎNÊ HEREKT BIKE’

Dijmin dema xwe berda Dola Beraza, hevalan ew dişopandin. Amadekariyê me di vî milî de hebû. Dema leşker daketin dola Beraza hevalan çalakî li ser wan kir. Di vê çalakiyê de 13 esker hatin kuştin. Di vê operasyonê jixwe destpêkê korucî dişinin li pişta wan jî leşker hene. Zu zu esker ne dida pêş. Yanî dixwazin tenê Kurdan binin hemberî hevdu. Bila Kurd, Kurdan bikuje. Lê di vê çalakiya me de 13 esker hatibûn kuştin. Wusa ji bo dijmin rehet derbas nebû ev operasyon. Daketina Dola Beraza ji bo wan bû wek dersek, ku dijmin nikare hêsan hereket bike. Ev çalakî ji bo dijmin pirr giran hat. Piştre bi Kobra, Sikorsky, Balafirên Kefişê li wê dolê dan. Berxwedaniya Hevalan di vê dolê de pirr pîroz bû. Nehişte dijmin bi rehetî tevbigere. Hevalan bi suîkastan û çekên cuda pêşiya dijmin girte.

‘JI ARMANCÊN MEZIN Û AZADIYÊ BEŞDARÎ REFÊN GERÎLA BIBIN’

Bangawaziya me ji bo Ciwanên Kurdistan û taybet Ciwanên Rojhilat, bila cihê xwe di nava vê Cengê de bigrin. Bila ciwan cihê xwe di nava Şoreşê de bigrin û bibin xwediyê wê. Dijminê me jihev ne cuda ne, haa tirk, haa fars û her wekî din. Armanca kê mezin be û bixwaze xwe bigihine Azadiyê bila cihê xwe nava refên Gerîla de bigre. Bangawaziya me ya dawi ji bo Gelê Rojhilat ev e ku em Şoreşê hem li Rojhilat û devere din ên Kurdistanê pêk bine.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 08’Ê TEBAXA 2020’AN

Nivîsa Pêş

Helîkoptêrên dagirkeriya dewleta Tirk erdên girê Minîne yê Heftanînê şewitandin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Helîkoptêrên dagirkeriya dewleta Tirk erdên girê Minîne yê Heftanînê şewitandin

Helîkoptêrên dagirkeriya dewleta Tirk erdên girê Minîne yê Heftanînê şewitandin

TAYBET – Şehîd Sarîna Sarya Berxwedanî û Şoreşê hilbijart

TAYBET – Şehîd Sarîna Sarya Berxwedanî û Şoreşê hilbijart

Manşet

  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG`ê li Wanê wesayîta leşkerî ya artêşa dagirker rûxand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Pênûsa Gerîla – Rastiya Jiyana me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo ji bo Azadiya fîzîkî ya rêber Apo meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên gerîla didome: leşkerek hate cezakirin û 4 jî birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.