Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

‘Tola salan ji jinan hiltînin’

Nûnerê pergalaa pênc hezar sal Tayip Erdogan tola salan ji jinan hiltîne. Tişta ku Marduk li hemberî Tiamat, Enkîdo li hemberî Înana nebiriye serî ew dixwaze temam bike.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/07/2020 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
‘Tola salan ji jinan hiltînin’
ParvekeTweet

“Jinên ku hemû nirxê civakê li dora xwe parastine ji destpêka dîrokê ve çawa li hemberî zalim û zilimkaran serî netewandin îro jî natewînin. Jinên ku xwe dispêrin kevneşopiya çanda xwedawendan ji nû ve xwe ji xweliya xwe afirandin.
Rêber Apo têkoşîna azadiya jinan weke sê zayina pênase dike û dibêje; Ji dayîkbûna yekemîn ji zaroktiyê destpêdike dike. Çêbûna duyemîn ketina rêka tekoşînê ye. Ya sêyemîn jî lêgerîna li heqîqet û azadiyê ye. Elbet rêka xwegihandina heqîqet û azadiyê gelek berdêlên giran dixwaze. Jinên ku biryara azadiyê dane hemû êriş û berdêl dane berçavên xwe û têdikoşîn.

Jinan ji nîvê sedsala 20’an ve bi gelek rêbazan li ser vê erdnîgariyê têkoşîna rûmet û azadiyê dan meşandin. Di sedsala 21’an de jî ku weke sedsala jinê tê pênasekirin vê têkoşînê bi biryardarî dewam kir. Têkoşîna jinan a vê sedsalê di serî de Kurdistan li tevahiya cîhanê ji civakên ku di nava pencên pargala kapîtalîs de fetisî re bû hêvî. Jin li gel parastina îrada xwe nirxên civaka exlaqî û polîtîk hemûyan jî diparêze û maskeyên dagirkeran hemû yek bi yek dadixîne. Hişmendî, îrade û sekna çalak a jinan pergala wan bi têkoşînê xist ber lêpirsînê. Jinan li hemberî pergala wan gotin ’Em zilma we qebûl nakin, bêdeng namînin û çok danayinin’ rabûn serhildanê, daxwaza maf û azadiya xwe kirin. Ji lewma desthilatdariyê her tim ji xwe re jin weke gefa herî mezin dîtin. Wan baş fêmkir ku jin êdî bûne hêz û pergala xwe ya alternatif ava dikin. Jinan navê vê pergalê jî kir pergala parastina nirxên wekhevî, azadî û demokrasiyê. Ji bo pêkanîn û mayîndekirina vê pergalê bi wêrekî û biryardariyeke mezin, têkoşîna xwe ya azadiyê didin meşandin.

Pergala ku ji vê hêza jina rêxistikirî ditirse her roj êrişî nasname û nirxên jinê dike. Dixwaze di şexsê jinê de hîmê civakê birizîne û bê bandor bike. Di salên 1980 û 1990’an de ji zîndanan bigre heta her qada jiyanê ji bo şikandina îrada civakê li ser bedena jinê gelek kiryarên dij-mirovî hatin kirin. Lê şoreşger û pêşengên mîna Sakîne Cansiz li hemberî êşkencekaran bi berxwedan û sekna mîlîtanî bersivên pêwist dan. Li hemberî gerîlayên azadiyê gelek kiryarên ji derveyî exlaqê mirovahiyê pêk anîn. Li hemberî jinên têkoşer yên li Rojavayê Kurdistanê ku bûn çavkaniya îlhamê ji bo hemû jinên cîhanê êrişên cûr be cûr kirin û dikin.

Niha jî li Bakûrê Kurdistanê li gel derxistina qanûnên piştgiriyê dide kujerên jinan vê carê jî bi nasnameyên serbazên dewleta Tirk yên fermî û çawişên pispor li nava kolanan destdirêjî jin û zarokan dikin. Jinên ciwan winda dikin û faîlên wan diparêzin. Ew jî nebese di ser de jin û zarokan weke sûcdar nîşan didin. Herî dawî bûyerên li Êlih û Şirnexê mînakên vê yekê ne. Windakirina Gulîstan Dokû nîşaneya vê dijminatiya li hemberî jinê ye. Lê êdî ev siyaseta wan a qirkirinê ji aliyê jinan de hat pûçkirin. Tişta ku dawiya vê pergalê bîne bê guman helwesta civakê ye. Ji ber ku êrişên li dijî jin û zarokan êrişên li dijî hemû nirx û pîroziyên civakê ne. Lazim e ku civak van êrişan bike sedema şoreşê û rabe serhildanê. Ji ber ku êdî dijmin ti ferqê naxe navbera mirovan, bêdengiya li hemberî van bûyaran sedama rizandin û ji hole rakirina nirxên exlaqî yên civakê ne. Di serî de jin û ciwan divê hemû bêşên civakê xeteriya van êrişan ji kûr ve fêm bikin, hîs bikin û weke êrişên li dijî xwe bihesibînin.


ÇAVKANÎ: Yeni Özgür Politika – Aysel AVESTA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – ‘Dagirkeriyê rewa û qebûl nekin’

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Dewleta Tirk a dagirker li Minbicê komkujiyek pêk anî: 6 Sivîl Şehîd bûn, 6 jî birîndar bûn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dagirker leşkeran sewqî gundên Til Temirê dikin

LEZGÎN - Dewleta Tirk a dagirker li Minbicê komkujiyek pêk anî: 6 Sivîl Şehîd bûn, 6 jî birîndar bûn

Parêzeran ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bibînin serlêdan kirin

Parêzeran ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bibînin serlêdan kirin

Manşet

  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.