Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Nasnameya 3 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûbûn hatin eşkerekirin

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku 25’ê Hezîranê li Heftanînê şehîd bûbûn eşkere kir. HPG’ê got: “Li dijî artêşa faşîst berxwedanekî destanî kirine, bi xwîna xwe destan nivîsandine, li dîroka serbilind a têkoşîna azadiyê navê xwe bi herfên zêrîn nivîsandin.”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
18/07/2020 - 9:32
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
Nasnameya 3 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûbûn hatin eşkerekirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku 25’ê Hezîranê li Heftanînê şehîd bûbûn eşkere kir. HPG’ê got: “Li dijî artêşa faşîst berxwedanekî destanî kirine, bi xwîna xwe destan nivîsandine, li dîroka serbilind a têkoşîna azadiyê navê xwe bi herfên zêrîn nivîsandin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Hevrêyên me Esmer, Ararat, Bêrîvan di êrîşa 25’ê Hezîranê ya artêşa TC’ê ya li devera Şeşdarê ya girêdayî herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi lehengî li ber xwe dan, bi dehan leşkerên ceza kirine û heta guleya xwe ya dawî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

  Nasnav: Esmer Devrîm Zerdeşt
Nav û Paşnav: Esmer Kiyar
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê-Bav: Şahîde – Yûnûs
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Heftanîn/25’ê Hezîrana 2020

 

  Nasnav: Ararat Malazgirt
Nav û Paşnav: Songul Polat
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayikê-Bav: Kadriye – Halîs
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Heftanîn/25’ê Hezîrana 2020

 

  Nasnav: Bêrîvan Cûdî
Nav û Paşnav: Esra Ergun
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayikê-Bav: Hamî – Hasan
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Heftanîn/25’ê Hezîrana 2020

Dewleta TC’ê ya faşîst ji bo polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd bi ser bixe bi hemû derfetên berdest operasyonên dagirkirinê yên li ser Kurdistanê didomîne. Dewleta TC’ê ya faşîst ku dixwaze hemû nirxên madî û manewî yên ku li Kurdistanê bi kedeke mezin derketine holê ji holê rake, bi van kirnên qirkirinê dixwaze civaka Kurd ji kokên wê yên azadiyê qut bike. Li dijî vê hişmendiya dijî mirovahiyê ku gerîlayên Kurdistanê dike hincet û her cure komkujî û qirkirinê ji xwe re weke heq dibîne, yekane hêza berxwedêr gerîlayên azadiya Kurdistanê ne. Pergala berdest a cîhanê û berjewendiyên dewletê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê wêrek dike û her ku diçe rejîma faşîst li ji bo hemû mirovahiyê dibe talokeyeke mezin. Refîma faşîst a AKP-MHP’ê ya dijî mirovahiyê, hişmendiya DAÎŞ’ê dike formeke dî, hewl dide ku li ser herêmê rejîmeke xwînxwar ava bike. Ev rejîma dagirker, li pêşberî xwe weke hêzeke sereke gelê Kurd dibîne û li dijî gelê me şerekî gemarî dike. Hewldana dagirkirina Başûrê Kurdistanê, gaveke ber bi pêkanîna xeyala dewleta faşîst a TC’ê ye, gaveke bi hewldana pêkanîna konsepta dagirkirinê ye.

BI XWÎNA XWE DESTAN HATIN NIVÎSÎN

Ji 16’ê Hezîranê û vir ve dewleta TC’ê ya dagirker û faşîst ku ji 16’ê Hezîranê û vir be hemû derfetên xwe bi kar tîne û li ser herêma Heftanînê operasyoneke berfireh a dagirkirinê dike, li bara berxwedaniya mezin a gerîlayên Kurdistanê şikestineke mezin xwariye. Artêşa TC’ê ya mêtinger li gel her cure derfeta teknîk jî, li bara gerîlayên Modernîteya Demokratîk a ku bi giyanê ji nû ve avabûnê profesyonel bûyî bêgav maye. Ji ropa pêşî ya operasyona dagirkirinê ve ji hêzên me derbên giran xwariye. Hevrêyên me Ararat û Bêrîvan ên bi fermandariya hevrêya me Eser ji dema ku operasyonê dest pê kiriye, li djî artêşa faşîst bûne xwedî berxwedaniyeke dastanî, bi xwîna xwe dastan nivîsin, bi tîpên zêrîn navê xwe li dîroka bêhempa ya têkoşîna azadiyê nivîsîne. Hevrêyên me ku li her devera ku dagirker gava xwe avêtin bersiva hewce dane wan, bedena xwe kirine sîper û xakên dêrîn ên Kurdistanê parastine û nifşên dahatuyê re mîrateya berxwedaniyeke bêhempa hiştine.

Hevrê Esmer 1987’an, li Amedê, ku ji hêla Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ve xwedî roleke navendî ye hatiye dinê û ji salên ciwantiyê ve tevlî nav refên berxwedanê bûye, bûye eyek ji kesayatiya milîtanên Apoyî yên hijmetkar ku ji hêla rêça welatparêz ve bidirûv bûye, bi her tiştî pêşengiyê dike. Hevrê Esmer ku 5 salan li zindanê maye, gavekê jî serê xwe li ber dewleta faşîst netewandiye, piştî berxwedana zindanan, ji bo hêviyên azadiyê yên gelê Kurd pêk bîne berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Hevrê Esmer di tevahiya jiyana xwe ya gerîlatiyê de tim li pêş bûye, hîç ji ber barê giran xwe nedaye alî, bilez bûye fermandar û bûye gerîlaya mînak a serdemê. Dilnizmiya wê ya li nav hevalan, tevlêbûna wê ya nav jiyanê û gav bi gav bicihanîna rola pêşeng kiriye ku hevreyên wê tim bixwazin ew li cem wan be. Li bara hêzên mêtinger helwesta wê ya tund û zelal dema berxwedana Heftanînê kiriye ku dijmin jê kezebqetiyayî bibe.

EM Ê ALAYA BERXWEDANÊ YA HEVRÊYÊN XWE SERFIRAZ BIKIN

Her wiha, hevrêyên me Ararat û Bêrîvan ku li qada Heftanînê dema berxwedaniya mezin şehîd bûne ji herêmên cuda yên Kurdistanê bûne û bi welatparêziya Kurdistanê û çanda wê ya qedîm çêbûne. Hevrêyên me ku li qada lê dijiyan rastî li gavên rejîmên faşîst hatine ji bo ku daxwazên azadiyê yên gelê Kur bi cih bînin tevlî nav refên gerîla bûne û bûne pêşengên berxwedaniyeke dîrokî. Hevrêyên me pê dizanini ku bêrîkirina li azadiyê çetîn û dijwar e, dema êrîşên dagirker heta bi guleya xwe ya dawî şer kirine, li dijî hêzên dagirker bersiva hewce dane.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, serê hemû gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em sond dixwin em ê alaya serfiraziyê ya hevrêyên xwe serfiraz bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Operasyonên qirkirina siyasî: Li Dîlokê 18 kes hatin girtin

Nivîsa Pêş

KCK: Xeyalên şehîdên Pirsûsê rastiya gelan bû!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
KCK: Xeyalên şehîdên Pirsûsê rastiya gelan bû!

KCK: Xeyalên şehîdên Pirsûsê rastiya gelan bû!

Banga tevlîbûna meş û mîtîngên 14’ê Kanûnê ji bo piştevaniya Rojava

PYD: 'Şoreşa 19’ê Tîrmehê hêviya hemû gelên Sûriye ya demokratîk e'

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.