Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Şoreşa Rojava wê her tim hêviya gelan be!

KCK'ê Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir, "Şoreşa Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, êriş çiqasî giran dibin bila bibin wê zanibe li ber xwe bide; wê her tim bibe hêviya gelên Rojhilata Navîn û dinyayê."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/07/2020 - 10:23
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: Wê hesab ji kujerên Cemîl û Demhat bê pirsîn
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di salvegera 8’an a şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, şehîdên ku di pêkanîn û parastina vê şoreşê de canê xwe feda kirin bi minet û rêzdarî bi bîr tînin, ji xaziyên şoreşê re jî di jiyana wan a têkoşînê de serketinê dixwazin.

Şoreşa Rojava ku 19’ê Tîrmeha 2012’an li Kobanê dest pê kir û piştre li bajarên Rojava hemûyan belav bû, weke şoreşa herî mezin a li Rojhilata Navîn ji niha ve cihê xwe di dîrokê de girtiye. Em, yên ku ev şoreş pêk anîne careke din pîroz dikin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Şoreşa Rojava bi karê mezin ê 20 salan ê Rêber Apo yê li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê, li ser bingeha paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê hate afirandin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir, ku paradîgmaya paşeroja mirovahiyê di sedsala 21’ê de diyar dike, yekemcar bi Şoreşa Rojava kete meriyetê û diyar kir, “Lewma piştî ku Şoreşa Rojava pêk hat, di serî de dewleta Tirk hêzên paşverû hemûyan neyartî lê kirin. Despotîzm û paşverûtiya Rojhilata Navîn di nava Şoreşa Rojava de mirina xwe dîtin. Çeteyên mîna El Nûsra bi piştgiriya dewleta Tirk û bi bikaranîna baregehên xwe yên li Tirkiyeyê, êriş birin ser hêzên şoreşger ên Rojava bi taybetî Serêkaniyê. Piştî ku ev hêz hatin têkbirin, sala 2014’an bi destê DAÎŞ’ê êriş birin ser Şoreşa Rojava, Şengalê û Başûrê Kurdistanê.”

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de wiha hate gotin:

“Dewleta Tirk bi destê DAÎŞ’ê êriş bir ser Kobanê û bi vî rengî xwest Şoreşa Rojava bifetisîne. Tayyîp Erdogan bi gotina ‘Kobanê dikeve, li ber ketinê ye’ hevkariya xwe ya bi DAÎŞ’ê re bi awayekî eşkere nîşan da. Dema ku DAÎŞ xurt bû û gelek herêm bi dest xist, Erdogan nîşan dida ku çiqasî kêfa wî jê re tê. Bi vî awayî raxist pêş çavan ku xelîfeyê esasî yê DAÎŞ’ê ew bi xwe ye. Lê belê di serî de gelê Bakurê Kurdistanê, hêzên demokratîk şoreşger ên Tirkiyeyê û gelên dinyayê li Kobanê bi hêzên şoreşger ên Rojava re bûn yek, bi berxwedaneke dîrokî ya 5 mehan DAÎŞ têk birin û Kobanê azad kirin. Têkçûna li Kobanê bû destpêka bidawîbûna DAÎŞ’ê.

Di serketina berxwedana Kobanê de, di parastin û pêşvebirina Şoreşa Rojava de para gelê Bakurê Kurdistanê gelekî mezin e. Bi sedan gerîlayên HPG û YJA Starê, bi sedan sempatîzanên PKK’ê berê xwe dan nava refên berxwedana Kobanê. Di vê berxwedanê de bi sedan ciwanên ji Bakurê Kurdistanê, bi sedan gerîlayên HPG û YJA Starê şehîd bûn. Berxwedana li Pirsûsê ya li ser sînorê Kobanê, rakirina têlên li ser sînor û beza girseyî ya ber bi vê berxwedanê, bû sembola vê berxwedanê. Lewma di parastin û pêşvebirina Şoreşa Rojava de para PKK’ê û şervanên enternasyonal ên ji çar aliyên dinyayê ber bi vê berxwedanê ve beziyan, gelekî zêde ye. Tevlîbûna mirovên ku nêrîna Rêber Apo dipejirînin û beşdariya enternasyonalîstan a li vê şoreşê, ruh û karakterê vê şoreşê afirandiye. Heta ku can, xwîn û keda enternasyonalîstên ji çar aliyên dinyayê û şoreşgerên ji Bakurê Kurdistanê neyê dîtin, ruh, rêbaz û karakterê Şoreşa Rojava nayê fêhmkirin.

ŞOREŞA ROJAVA HÎMÊ ŞOREŞA DEMOKRATÎK A ROJHILATA NAVÎN E

Şoreşa Rojava ne tenê hîmê şoreşa demokratîk a Sûriyeyê ye; her wiha hîmê şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn e. Pergala azadîxwaziya demokratîk a li Rojava, li Rojhilata Navîn wehayeke azadî û demokrasiyê ye. Şoreşa Rojava di serî de şoreşa jinê ye. Ji vî alî ve li cîhanê bêmînak e. Şoreşa Rojava bi pergala xwe ve, ya Konfederalîzma Demokratîk a bi xeta azadîxwaziya jinê ku xwe dispêre ser civaka demokratîk a rêxistinî, bûye pêşenga şoreşên demokratîk ên sedsala 21’ê. Bi vê sedemê ye ku gelên bindest, kedkar, jin, ciwan û hemû hêzên demokratîk berê xwe didin Rojava. Weke qadeke ku jiyana sosyalîst demokratîk ku xwe naspêre ser deshilat û dewletê lê pratîk bûyî di nav dîroka mirovahiyê de cihê xwe yê girîng dîtiye.

Şoreşa Demokratîk bi bîreweriya Neteweya Demokratîk li hemû Sûriyê berbelav bûye û bûye hîmê demokratîkbûna Sûriyeyê. Ev karakterê wê yê demokratîk bûye hedefa êrîşa dewleta Tirk, ku hêza herî paşverû û faşîst a Rojhilata Navîn e. Ji vî alî ve Şoreşa Rojava di navbeyna gelên cîhanê û hêzên demokrasiyê û dewleta Tirk de bûye şer. Şoreşa Rojava, bi qasî ku ji ti şoreşa cîhane re nebe nesîb desteka gelan daye pişt xwe. Niha hêza herî mezin a Şoreşa Rojava, kûrbûna karakterê xwe yê demokratîk, berfirehiya wê û desteka gelên cîhanê û demokrasiyê ye. Şoreşa Rojaa û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku xwedî vê hêzê ye, êrîş çendî giran jî bin wê zanibe li ber xwe bide; wê her bibe hêviya Rojhilata Navîn û gelên cîhanê.

Gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên li hemû cîhanê li rex Şoreşa Rojava ne. Hêza berxwedanê ya Şoreşa Rojava bêhempa ye. Bi vê çarçoweyê Şoreşa Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ya ku li ber xwe dide wê êrîşên hemû hêzên paşverû bişkîne, wê Sûriyeyê bike welatê ku bi demokratîkbûna xwe li Rojhilata Navîn bibe mînak.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Dîlokê terora dewletê: 9 kes hatin girtin

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – YPS’ê li Izmîrê du wesayitên ‘sîxûr’ û ‘faşîstan’ şewitand

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – YPS’ê li Izmîrê du wesayitên ‘sîxûr’ û ‘faşîstan’ şewitand

LEZGÎN - YPS'ê li Izmîrê du wesayitên 'sîxûr' û 'faşîstan' şewitand

YPS-JIN: Em bi sonda serfiraziyê dikevine sala 5’an

YPS-JIN: Li dijî tecawizkariya TC'ê xwe biparêzin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.