Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Fermandarê HPG’ê Rizgar Ersî: Ew nikarin li Heftenînê bi ser bikevin

Ji fermandarê HPG'ê Rizgar Ersî diyar kir, ku dewleta Tirk li Heftenînê bêçare maye û li gel teknîka xwe jî nikare bi ser bikeve.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
29/06/2020 - 12:05
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Fermandarê HPG’ê Rizgar Ersî: Ew nikarin li Heftenînê bi ser bikevin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Ji fermandarên HPG’ê Rizgar Ersî ji Radyoya Dengê Welat re axivî. Fermandar Ersî diyar kir ku ku armanca dewleta Tirk dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye û du sal in li ser vê planê disekine. Ersî got, “Hewl dide ku qadeke dagirkirî ya bi kûrahiya 30-40 kîlometreyî ava bike. Eger jê bê, dixwaze ji Qendîlê heta Şengalê li ser xetekê êrişên dagirkeriyê bidomîne, bi vî rengî xetekê ava bike. Eger karibe qada çiyayî ya Başûrê Kurdistanê ji 30-40 kîlometreyî dagir bike, hingî ji Zaxo heta Silêmaniyeyê tenê xeteke zirav a deştê ji gelê me yê Başûr re dimîne. Ji xwe êrişên li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin, nîşaneya destpêka vê pêvajoyê ye.”

GERÎLA DIBE MERTAL

Rizgar Ersî destnîşan kir, dewleta Tirk dîtiye ku nikare vê plana xwe bi hêsanî pêk bîne û ji ber vê yekê li Heftenînê dest bi êrişa dagirkeriyê kiriye. Fermandar Ersî got, “9 roj in (Roja ku ji radyoyê re axivî berxwedan di roja 9’an de bû) li çiyayên pîroz ên Heftanînê şer û berxwedaneke mezin didome. Gerîlayên Kurdistanê bêteredût bedena xwe dikin mertal û bi vî rengî têdikoşin, bi lehengî li ber dagirkeriyê radibin, derbên giran li dijmin dixin.”

BÎLANÇOYA KURT A 8 ROJAN

Li ser bîlançoya 8 rojan a şer û berxwedanê fermandar Ersî got, “Di nava 8 rojan de gerîla 20 çalakî li dar xistin. 15 caran dest li helîkopterên Kobra werdan û gelek ji wan piştî ku derb ji gerîla xwarin neçar man ji herêmê biçin. Bi dehan çalakiyên sabotajê hatin kirin. Zêdeyî 70 leşkerên Tirk hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn. Di nava 8 rojan de pênc hevalên me bi rengekî fedayî li ber xwe dan û tevlî artêşa nemiran bûn. Rewş bi vî rengî ye.

GERÎLA WÊ VÊ KONSEPTÊ TÊK BIBE

Fermandar Ersî destnîşan kir, gerîla hêzeke fedayî ye ku hişmendiya xwe ya siyasî, bawerî û hêza xwe, hezkirina ji welat û gelê xwe di asta herî bilind de ye û got, “Ji ber vê yekê du gerîlayên me li eniyeke gelekî berfireh dikarin li hemberî bi hezaran leşkerî şer bikin, li ber xwe bidin. Em bi tirsa artêşa dagirker zanin ku li pêşberî vê yekê ketine çi rewşê. Lehegiya hevalên me bi ser dikeve. Bila her kes zanibe konsepta nû ya dewleta Tirk a faşîst li pêşberî berxwedana gerîla bêçare maye û neçar e ku têk biçe.

HER BIHOSTA KURDISTANÊ HÊLÎNA ME YE

Çi dibe bila bibe gerîla wê li vê xaka pîroz bimîne û gelê xwe ji dijmin biparêze. Em gerîla ne. Weke ku ew dibêjin, deverek nîne ku em bi rojan, bi salan lê bimînin. Her bihosta xaka Kurdistanê cihê me ye, hêlîna me ye. Em îro li vir in, sibe dibe ku li cihekî din bin. Em hêzek in ku profesyonel in, bi aqil tevdigerin û taktîkên şer ên serdema nû pêk tînin. Em ê teqez nehêlin ku dijmin li xaka me bi rehetî tevbigere, em ê nehêlin ku dijmin li xaka me bimîne.”

HAYA GERÎLA JI BERPIRSYARIYA XWE HEYE

Fermandar Ersî destnîşan kir ku gerîlayên Kurdistanê wê li dijî van êrişan li her cihî her tim li ber xwe bidin, ji niha û pê ve jî wê bibin pêşengê vî şerê mezin û got, “Moralê gerîla ji her demê bêhtir e, bilind e. Haya xwe jê heye ku berpirsyariya dozeke dîrokî ya azadiyê daniye ser milê xwe. Xwe li pêşberî tevahiya gelê Kurdistanê berpirsyar dibîne. Em baş zanin ku eger piştgirî û daxwaza têkoşînê ya gelê me nebe, ti wateya têkoşîna me jî namîne. Her wiha eger em nebin wê gelê me jî li pêşberî êrişan û komkujiyan bêparastin bimîne. Wê demê, dewleta Tİrk a faşîst û qirker wê polîtîkayên xwe yên qirêj nikaribe bi hêsanî li dijî gelê me bimeşîne. Ji ber vê yekê têkoşîna azadiyê ya gerîlayên HPG û YJA Starê wê heta serketinê bidome. Divê gelê me ji vê bawer be û dilrehet be. Em ê li dijî fşaîzmê heta dawiyê şer bikin û nehêlin ku dewleta Tirk a mêtinger tişta dixwaze pêk bîne.”

DIVÊ HER MIROVÊN ME BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ

Ji Fermandarên HPG’ê Rizgar Ersî destnîşan kir ku gelê Bakurê Kurdistanê û gelên Tirkiyeyê divê îradeya xwe li dijî faşîzmê xurt bikin û got, “Çalakiyên ciwanên me dema dawî zêde bûne, ev yek dikare hîn bêhtir bê kirin. Her mirovekî me li dijî rejîma faşîst û mêtinger divê çalakiyan bikin. Dewleta Tirk wê nikaribe bi hêsanî ji nava vî şerî derkeve û bi destê xwe dawî li xwe bîne. Ev yek hewldanên dawî yên rejîma faşîst e. Êrişkariya xwe jî ji ber rewşa xwe ya xitimandî ye. Zane ku dema ev şer winda kir wê têk biçe. Em ê vî dijminê faşîst biavêjin ser sergoyê dîrokê û ala azadiyê jî li tevahiya çiyayên Kurdistanê li ba bidin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

FLAŞ – Li Heftanînê di nava 10 rojan de 107 leşkerên dagirker hatin kuştin!

Nivîsa Pêş

HPG: Em Şehîdên Cenga Heftanînê bi rêzdarî bi bîr tînin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG: Em Şehîdên Cenga Heftanînê bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG: Em Şehîdên Cenga Heftanînê bi rêzdarî bi bîr tînin

Ciwanên Mexmûrê berxwedana Cenga Heftanîn silav kirin

Ciwanên Mexmûrê berxwedana Cenga Heftanîn silav kirin

Manşet

  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Almanya ji xwendekarên Kurd çalakî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.