Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG: Em hevrê Mazlûm bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê Mazlûm Tekdag ê ji ber êrişa hewayî şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir, "Bi coş û rûmeta xwe ya gerîla û şoreşgeriyê ji bo hevrêyên xwe bû 'Çiya'yek."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/06/2020 - 16:27
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG: Em hevrê Mazlûm bi rêzdarî bi bîr tînin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

“1’ê Cotmeha 2019’an di êrişeke hewayî ya artêşa TC a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hevalê me Mazlûm (Mazlûm Tekdag) şehîd bû. Agahiyên li ser nasnameya hevrê Mazlûm ê şehîd bû wiha ne:

Nasnav: Mazlûm Jiyanda

Nav paşnav: Mazlûm Tekdag

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Aysel-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 1’ê Cotmeha 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrê Mazlûm ku neferekî leheng ê êkoşîna me û ewladekî hêja yê gelê me bû û tevlî karwanê şehîdan bû, bi jiyan û sekna xwe çîrokeke mezin li pey xwe hişt. Malbata Tekdag di salên 1990’î de pêşengên gel ji nava xwe afirand. Hevrê Mazlûm ku neferekî wê malbatê bû, hîn di zarokatiya xwe de bû mexdûrê êş û zilma li Kurdistanê, hem jî bû şagirtekî baş ê kevneşopiya têkoşîn û berxwedanê. Li Amedê ku qadeke dijwar a têkoşînê ye, ew di nava gel de têkoşiya, li gel berdêlên giran ên ji bo hevrêyên xwe bû sembola biryardariya ji bo azadiyê. Li ser vê bingehê salên dûr û dirêj di nava karên ciwanan de bi rola pêşengiyê rabû. Ji bo ciwan li ser xeta şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin kedeke mezin da. Li gel temenê xwe yê ciwan li ser zemîna Demokratîk Siyasî, bû kadroyekî pêşeng ê têkoşîna demokrasiyê û lêgerîna li azadiyê ya gelê Kurd. Her tim bi bîra xwe ve anî ku serketin bi têkoşîn û berxwedanê, bi şervaniya vê xetê dibe.

Ji bo hevrê Mazlûm; berxwedana li dijî zilmê, berdêla ji bo vê berxwedanê û wêrekiya vê yekê, şertekî bênîqaş ê şoreşgeriyê bû. Ji ber vê yekê li zindanan jî ala vê yekê hilda. Hevrê Mazlûm kevneşopiya Zindana Amedê baş têgihiştî bû, bêteredût bedena xwe da ber mirinê.

Hevrê Mazlûm ev kevneşopiya têkoşînê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê veguherî rêbazeke jiyanê û armanceke mezin. Ji bo hevrê Mazlûm; berxwedan, têkoşîn û serketina li ser vê bingehê yekane rê bû. Çawa ku li zemîna ku têdikoşiya ev derfet ji holê rabûn, kengî rejîma Tirkiyeyê ya faşîst û paşverû tasfiye û tepisandin li ser şoreşgerên berxwedêr ferz kir, wê demê tercîha xwe ya pîroz afirand û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Çiya ku mala rastî û dostê heqîqî yê Mazlûm bûn, ‘Mazlûm ê ciwan’, ‘Mazlûm ê me’, ‘Mazlûm ê Amedî’ ku bi salan nas dikir, bi germahî hembêz kir.

Mazlûm ji bo çiyayên Kurdistanê bû hevrêyekî baş. Li çiyayên Kurdistanê li dijî sîstema paşverû ya faşîst a Tirkiyeyê, veguherî kadoreykî pêşeng ê bi pîvan û bi wêrekî têkoşîna radîkal dikir. Hevrê Mazlûm ku her roj hîn bêhtir li çiyê dibû gerîla, li ser vê bingehê di demeke kurt de veguherî kadroyekî pêşeng ku mîsyonên krîtîk hilda ser milê xwe.

Hevrê Mazlûm bi kenê xwe yê ji dil, bi tevlîbûna xwe ya bêhesab û bêfikar, bi baweriya xurt a ji xwe ya di demên herî zehmet de, bi sekna xwe ya têkoşerî û berxwedêriyê ya li hemberî pirsgirêkan, bi tecrûbe û danheviya xwe, bi coş û rûmeta xwe ya gerîla û şoreşgerbûnê ji bo hevrêyên xwe her tim bû ‘Çiya’.

Hevrê Mazlûm; ji me hevrêyên xwe re, ji her kesên ku bi hev re têkoşiyan, ji kadroyên ciwanan ên ku bi hev re derb li dijmin xist, ji hevalên xwe yên li qada siyaseta demokratîk, ji berxwedêrên li zindanan bi hev re li ber xwe dan, ji dayikên Kurdistanî yên destê wan maçî dikir û serê xwe danî ser çoka wan, ji zarokên Kurdistanî yên şîret li wan dikir, çîrokeke dagirtî ya bi têkoşînê hişt. Ev çîrok ji me re vedibêje, ku serketin bi berxwedanê dibe û ji bo vê jî pêwîstî bi wêrekî û berdêlan heye û mizgîniya serketinê dide.

Li ser vê bingehê em ji malbata hêja ya hevrê Mazlûm û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza serxistina ala têkoşînê ya şehîdan didin.”

 

1 Ji 8
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Bîelefeldê Dener û Kinaci hatin bibîranîn

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Li Heftanîn 8, li Çelê 2 leşkerên dagirker ên Tirk hatin cezakirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Li Heftanîn 8, li Çelê 2 leşkerên dagirker ên Tirk hatin cezakirin

LEZGÎN - Li Heftanîn 8, li Çelê 2 leşkerên dagirker ên Tirk hatin cezakirin

KJK: “AKP’ê negihaşt armanca xwe”

KJK: Zîlan Manîfestoyek e

Manşet

  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mûrat Karayilan: Berdêla Xwe Çi Dibe Bila Bibe, Em ê Rojava Bi Tenê Nehêlin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Heta Ku Destketiyên Me Werin Misogerkirin Divê Çalakî Berdewam Bikin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonalîst Tevlî Seferberiyê Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.