Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Gerîlla rûmet û pêşeroja gelê Kurd e

KCK'ê gerîla û fermandarên li Heftanînê li ber xwe didin pîroz kir û diyar kir, "Gerîla çawa ku 36 sal in li ber xwe dide, ji bo azadiya gelê Kurdistanê û misogerkirina hebûna neteweyî ya Kurdan wê heta dawiyê li ber xwe bide."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/06/2020 - 15:04
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Gerîlla rûmet û pêşeroja gelê Kurd e
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Sîstema siyasî û zîhniyeta mêtinger qirker a ku AKP-MHP niha serkêşiyê jê re dike, her ku lawaz dibe hîn bêhtir êriş dike. Her ku gelê Kurd bi berxwedanê bersivê dide êrişên qirker mêtinger, hîn bêhtir êrişkar dibin. Mîna hemû desthilatdariyên ku hebûn û jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd nas nakin, desthilatdariya heyî jî her roj gotina ‘ya wê biqede ya wê biqede’ dubare dike. Ji ber ku dijminekî welê ye ku dixwaze hebûna Kurdan ji holê rake, hêza xwe bi temamî ji bo şikandina îradeya Kurdan bi kar tîne.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku dijminê Kurdan e, 15’ê Hezîranê dest bi êrişeke din a berfireh kir. Bi dijminatiyeke çavsorane êriş bir ser Şengal û Mexmûrê, kue v yek karaktera desthilatdariya heyî ya Tirkiyeyê nîşan dide ku dijminekî çawa yê Kurdan û mirovahiyê ye. Di êrişan de ti ferq û cudahî nexist nava sivîl-gerîla û li Şêladizê û Metînayê 5 Kurd qetil kir. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û bang li gelê xwe dikin ku ji bo dilsoziya bi şehîdan re têkoşîna li dijî dagirkeriyê mezin bikin.

DIXWAZE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DAGIR BIKE

15’ê Hezîranê bi êrişa li ser Mexmûrê û Şengalê re li dijî herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dest bi êrişa dagirkeriyê kir. Armanc ji van êrişan ew e ku hem derbê li gerîla bixin, hem jî dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê hinekî din fireh bikin. Dixwazin qad û baregehên dagirkirî yên li Başûrê Kurdistanê berfireh bikin û dema ku firsend dîtin jî tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bikin û bi ser xwe ve bikin. PKK û gerîla li pêşiya vê armanca xwe asteng dibînin, lewma bi van êrişan dixwazin ku vê astengiyê ji holê rakin.

BERDÊLA XWE ÇI DIBE BILA BIBE GERÎLA WÊ LI BER XWE BIDE

Tevgera Azadiyê ya Kurd û gerîla zanin ku armanca dewleta Tirk tunekirina Kurdayetiyê ye, lewma li dijî van êrişan li her cihî bi rengê fedayî û bi berdêlên giran li ber xwe didin. Gerîla li Heftanînê derbên giran li êrişan xistin û careke din bersiv dan ku dewleta Tirk wê nikaribe bigihêje armanca xwe ya qirkirinê. Çawa ku gerîla 36 sal in li ber xwe didin, heta ku gelê Kurdistanê azad bibe û hebûna neteweyî ya Kurdan misoger bibe wê li ber xwe bide. Berdêla xwe çi dibe bila bibe wê li ber xwe bide, wê kiryar, polîtîka û zîhniyeta mêtinger qirker têk bibe.

GERÎLA RÛMET Û PAŞEROJA GELÊ KURD E

Em wan gerîla û fermandaran pîroz dikin ku îrade, biryardarî û israra gelê Kurd a ji bo azadiyê di berxwedana Heftanînê de careke din nîşan dan. Gerîla rûmet û paşeroja gelê Kurd e. Gerîla bi berxwedana xwe, di asteke gelekî blind de rûmeta Kurdan temsîl dike û nîşan dide ku paşeroj wê azad be. Dewleta Tirk 40 sal in ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û gerîla êriş dike. Gerîla jî li dijî vê yekê bi fedakariyeke mezin li ber xwe dide û ji bo gelê Kurd destketiyên hêja diafirîne. Berdêlên ku heta niha hatine dayin destketiyên mezin afirandine û wê ji niha û pê ve jî destketiyên mezin biafirînin, bibin sedema pêşketinan. Şiyara ‘Berxwedan jiyan e’ ya şehîdê me yê mezin Mazlûm Dogan her roj ispat dibe, gelê Kurd bi berxwedanê heye, bi berxwedanê ji bo jiyana demokratîk û azad pêşketinên mezin diafirîne. Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd ku gotina ‘Berxwedan jiyan e’ ji xwe re kirine felsefeya têkoşîn û jiyanê, wê ji niha û pê ve jî li ber xwe bide û li her cihî bibe xwedî jiyana azad û demokratîk.

CIWANÊN KURD DIVÊ TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLA BIBIN

Gerîla sembola fedayîtiya Kurdan e. Ji ber ku di rastiya gelê Kurd de bawerî, îrade û daxwazeke bi vî rengî ya azadiyê heye, hêzên gerîla ku ewladên vî gelî ne bi rengê fedayî li ber xwe didin, dijmin bêhêvî dikin. Her ku dijmin êriş dike, li hemberî xwe berxwedaneke hîn mezintir, hîn bi îrade û hîn bi biryar dibîne. Gerîla bi berxwedana xwe ne tenê nîşanî dewleta Tirk da, di heman demê de nîşanî dost-dijmin her kesî da ku ev têkoşîn heta Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk wê bidome.

Berxwedana ku gerîla li her bihosta Kurdistanê nîşan dide berxwedana hebûnê ya pîroz e. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera ku lê ye divê xwedî li vê têkoşîna gerîla derkeve û li dora vê têkoşînê bicive. Divê her Kurdek bi vê berxwedanê re be. Bi taybetî keç û xortên ciwan ên Kurd divê hîn bêhtir berê xwe bidin qadên gerîla. Ji bo nîşandana îradeya azadiyê ya gelê Kurd divê tevlî nava refên gerîla bibin.

Gerîlayên ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dijmin bi fedayî li ber xwe dan û şehîd bûn bi minet û rêzdarî bi bîr tînin, bi navê tevgera me û gelê me em gerîlayên berxwedêr silav dikin; di têkoşîna wan a hebûna azad a gelê me de serketinê ji wan re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Derheqê cenazeyê Gerîllayê HPG’ê Egîd Îpek ê ku bi kargoyê biryara neşopandinê dan!

Nivîsa Pêş

NPG’ê eyaletên Heftanîn, Botan û Avaşînê pîroz kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
NPG’ê eyaletên Heftanîn, Botan û Avaşînê pîroz kir

NPG'ê eyaletên Heftanîn, Botan û Avaşînê pîroz kir

KCK: “Bi ruhê serhildanê yê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin”

KCK: Dewleta Tirk wê nikaribe YNK'ê û tevgera me li ber hev rake

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.