Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

YPJ’ê Şehîdên Qereçoxê bi bîr anî

"Komkujiya Qereçoxê 3 sal li pey xwe hişt. Ew hovîtî ti carî nehate jibîrkirin. Me bi dehan hevrêyên xwe yên giranbiha di wir de ji dest dan. Ji ber wê em YPJ careke din ji gelê xwe re dibêjin, em ê hesabê her êrîş û komkujiyê ji dijminê xwe bipirsin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
24/04/2020 - 13:49
di nav Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
YPJ: ‘Em ê bibin hêza garantor da ku destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di salvegera sêyemîn a komkujiya Qereçoxê de şehîdên Qereçoxê û şehîdên xeta azadiyê hemû bi bîr anî.

SALÊN GIRÎNG Û BI BERDÊLÊN GIRAN

Fermandariyê bi bîr xist ku salên bihurî salên gelekî girîng û bi wate bûn û diyar kir, “Salên destketiyên dîrokî yê şoreşa me bûn. Lê bêguman salek bi tenê jî bi hêsanî derbas nebû. Li hemberî her destketî û serketineke gelê me, êrîşeke xedar pêk hat. Her carê bi saya sekna jina azad û hevgirtina gelên Ereb-Kurd û gelên din ên herêmê ev plan û rêbazên hovîtiyê têk çûn. Bi hezaran jinên ku li benda azadiya xwe bûn ji tarîtiya çeteyên DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin û dengê berxwedana jinan li wir hîn bilintir bû. Îradeya herî ku mirovahiyê pê bawer kir hêza şervanên me yên YPJ-YPG û QSD bû.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di demekê de ku wan dest bi pêngavên dîrokî yên ji bo têkbirina hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê kiribûn, dewleta Tirk ji bo pêşî li destketiyan bigire vê carê berê êrişên xwe da dezgeh û biryargehên wan ên leşkerî û hate gotin, “Di sala 2017’an, di şeva 24′ Nîsanê de çiyayê Qerçoxê bû hedefa hêzên dagirker. Bêguman bi vê êrîşê re hem rûyê hêzên ku piştgiriya DAÎŞ’ê dikin derkete holê, hem jî baş hate fêhmkirin ku wê êrîşên li dijî gelê me ji salên bihurî dijwartir bibin. Ango êdî yekser wê dewletên mezin tevî teknîka xwe ya herî modern êrîşê bibin ser welatê me û dest bi dagirkeriyeke mezin bikin.”

‘HER YEK JI WAN BÛN PARÇEYEK JI ŞOREŞA MIROVAHIYÊ’

Fermandariyê bi bîr xist ku wan bi dehan hevrêyên xwe yên ku li bajarên Serêkaniyê, Kobanê û Efrînê ji bo parastina gelê xwe fedekarî û kedeke mezin dabûn, di êrîşa Qereçoxê de ji dest dan û destnîşan kir, ” Her yek ji wan bû sembol û mîrasekî bê hesab kirin malê dîrokê. Mîna heval Ararat, Jiyan û Rûstem, bi rihekî fedaî û bi seknek bi biryar di şerê Kobanê de cih giritibûn. Her wiha hevrêyên me Şîlan Botan, Haqî Bagok û Rewan Gênco ku endamên ragihandina leşkerî bûn, bi wêrekiyeke mezin di her pêngavê de berê objektîfên xwe dabûn rastiya hovîtiya hêzên dagirker. Her yek ji wan di pêşxistina nûçegihaniya şer de kedeke mezin dabûn. Heval Nûda, Sozdar, Awaz, Zîlan, Destan, Arjîn û Şîlan Kobanê jî bi dilpakî û eşqa jiyana azad û welatê xwe, di qadên cuda yên şer de cih girtibûn. Her yek ji wan bi erk û berpirsyariyên mezin rabûbûn û bûbûn parçeyek ji şoreşa mirovahiyê.”

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ragihand, ku îro di encama hevkariya navdewletî ya hêzên komploger de bi pêşengiya dewleta Tirk a dagirker bajarên wan Efrîn, Til Ebyad û Serêkaniyê piştî şerekî giran hatine dagirkirin.

‘SEKNA LI DIJÎ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK, DILDARIYA BI ŞEHÎDÊN QEREÇOXÊ Û TEVAHIYA ŞEHÎDÊN ŞOREŞÊ YE’

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bêguman armanca hêzên komploger, dagirkirina tevahî Rojava û herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyê bû, lê di encama berxwedana bêhempa ya şervanên me, dîsa ji ber israra gel a mayîna li ser xaka xwe, ev plana wan weke dixwestin pêk nehat. Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk pêngava Berxwedana Rûmetê hemû mirovahî rakir ser piyan. Bi sekna şervanên me û bi vê rabûna giranbûha ya gelan hate nîşandan ku êrîş çiqas giran dibe bila bibe, lê dengê ku bi ser bikeve, dengê gelên azadîxwaze. Şervanên me yên YPJ-YPG û QSD jî bi vê zanebûnê heya roja îro di eniyên herî pêş de ji bo azadiya gelê xwe canê xwe kirine mertal. Ev sekna bi rûmeta dildariya bi şehîdên Qereçox û ya bi tevahî şehîdên şoreşê re ye.”

Di dawiya daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ’ê de hate gotin, “Lê gef û êrîşên li ser herêmê bi dawî nebûne û wê berdewam bikin. Wê hêzên komploger careke din bixwazin êrîşên dagirkeriyê li hemberî gelê me û hêzên me pêk bînin. Ji bo wê jî pêwîste di her qada me ya têkoşînê de hişyarî û berxwedana li hemberî vê dagirkeriyê hebe. Bi vê zanebûnê tevgerîn, xwe amadekirin, kar û xebat meşandin pir girînge.

Îro komkujiya Qereçoxê 3 sal li pey xwe hişt. Ew hovîtî ti carî nehate jibîrkirin. Me bi dehan hevrêyên xwe yên giranbiha di wir de ji dest dan. Ji ber wê em weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ careke din ji gelê xwe re dibêjin, em ê hesabê her êrîş û komkujiyê ji dijminê xwe bipirsin. Em ê tola gelê xwe û ya tevahî mirovahiyê hilînin. Careke din em li hemberî şehîdên Qerçoxê soza xwe nû dikin ku emê jiyaneke mayînde ya azad û aram diyarî gel û tevahî jinan bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Yekîneyên Tolhildanê li dijî AKP-MHP’ê li Wanê çalakî kirin

Nivîsa Pêş

LEZGÎN- Ji Yekîneyên Tolhildanê li Parîsê çalakî: Wesayîta faşîstan hate şewitandin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN- Ji Yekîneyên Tolhildanê li Parîsê çalakî: Wesayîta faşîstan hate şewitandin

LEZGÎN- Ji Yekîneyên Tolhildanê li Parîsê çalakî: Wesayîta faşîstan hate şewitandin

LEZGÎN – Gerilla li Sidêkanê derbeke giran li artêşa Tirk da: 23 mirî

LEZGÎN - Gerîla li Geverê kete kozikên dagirkeran: 4 dagirker mirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.