Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Li perçekirina Ciwanên Kurd temaşe kirin!

Alozî û rageşiyên li Wertê ti feydeya xwe ji bo PDK’ê jî tine ye. Di serî de wê gelê Başûr, Kurd hemû wê zirarê bibînin. Divê tavilê dawî li vê rewşa ku neyarên Kurdan kêfxweş dike, bîne.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
22/04/2020 - 12:29
di nav Analîz, Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Li perçekirina Ciwanên Kurd temaşe kirin!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN 

PDK dixwaze bi lez û bez, bi awayekî hema min kir çêbû çû, hêzên xwe li qadên gerîla li Wertê bi cih kir. Di demekê de ku gelê Başûrê Kurdistanê bi vîrusa koronayê mijûl e, PDK’ê gaveke ku bi tenê kêfa dewleta Tirk jê re hat avêt. Ew dixwaze li cihekî ku ewlehiya qadên gerîla dixe xeterê baregehekê çêke. Gelê Kurd yekîtiya neteweyî û têkiliyên baş di navbera partiyên Kurdî de dixwaze, lê PDK berovajiyê vê daxwazê helwest nîşan dide. Bi vî awayî careke din PDK’ê gerîla û pêşmerge anî beramberî hev.

Dewleta Tirk neyarê Kurdan e. Ew dixwaze ku Qendîlê û Başûrê Kurdistanê hemûyî dagir bike. Ji bo Tevgera Azadiyê tine bike jixwe bê navber êriş dike. Jixwe dewleta Tirk li ku derê dibe bila bibe êrişî destkeftiyên Kurdan dike. Li Bakurê Kurdistanê li dijî Kurdan zilmeke wisa nedîtî dike ku di dîroka Tirkiyê de pêkanînên bi vî rengî tine ye. Bi hezaran siyasetmedarên Kurd xistiye zindanan. Parlamenter û hevşaredarên nûnerên gelê Kurd xistiye zindanan. Dewleta Tirk bi zext û zilma xwe neyartiya bi Kurdan re her roj nîşan dide. Li gel van rastiyan nayê pejirandin ku PDK xizmetê ji dewleteke neyarê Kurdan re, bike. Nabe ku ew bibe parçeyekî êrişên tasfiyekirina têkoşîna azadiya Kurdistanê. Di demekê de ku balafirên şer ên Tirk her roj bombe bi ser Qendîlê de dibarînin, nabe ku PDK jî vê êrişê bi dorpêça di erdê re destek bike. Ev yek eyan û beyan neyartiya Tevgera Azadiyê û gerîlayên Kurdistanê ye.

Yekeyeke gerîla a ji sê kesan pêk tê, diçin cem PDK’iyên ku li Wertê bi cih bûne. Ji PDK’yan re dibêjin hatina we ya ji bo vir ne durist e, vegerin cihê xwe yê berê. Gerîla naxwaze ku rageşî û tansiyon bilind bibe. Lê PDK li cihê ku bi dilgermî vê hewldanê pêşwazî bike bi neyartî bersivê dide. Bi dayîna koordînatan dike ku balafirên şer ên Tirk gerîlayan bombe bike. 3 canbexşên Kurdistanê ku her yek ji beşekî welêt bûn, bi vî awayî şehîd dibin. Kesên ku koordînatan didin jî weke ku li fîlmekî temaşe bikin li bombebaranê temaşe dikin. Ew Kurdayetiyeke çawa ye, ew çawa biratî ye? Di demekê de ku gelê Kurd ji ber vîrusa koronayê dernakeve derve, li Başûrê Kurdistanê bi vîrusê re mijûl e, ev zîhniyeteke çawa ye? Lê temaşe dikin ka ciwanên Kurd ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve çawa tên parçekirin!

Têkiliyên PDK-Tirkiyê zirarê dide têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, zirarê dide gelê kurd ê li hemû beşên Kurdistanê. Tê zanîn ku gelek êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi hevkariya Parastinê tê kirin. Niha vê têkiliyê ber bi êrişeke eşkere û neyartiyeke eşkere ya li dijî gerîla dibin; ev yek tê wateyê ku bi dewleta tirk re wê şerê PKK’ê bikin. Di serî de gelê Başûrê Kurdistanê wê gelê Kurd hemû, tevî rewşenbîr, hunermend, bawermed û Kurdên xwedî wijdan vê yekê qebûl nekin.

Bi vî awayî li Zinê Wertê bicihkirina hêzeke eskerî tê wateya dorpêça Qendîlê û tê wateya harekata dagirkeriyê ya bi dewleta Tirk re. Ev ti eleqeya xwe weke ku PDK dibêje, bi vîrusê re tine ye. Ji wê derê ti kesek ne bi qaçaxî ne jî bi awayekî din jixwe nikare derbasî qadên PDK’ê bibe. Qadên gerîla ji bo gelê Başûr herêm û cihên herî ewle ne. Ji ber hebûna gerîlayan ne DAIŞ ne jî ti hêzeke din nikare ji vê derê derbas bibe. Ji ber vê jî di serî de xelkê Qendîlê ji bicihbûna PDK’ê ya li vê derê dilteng û aciz e. Ev herêm cihên welê ne ku gelê Başûrê Kurdistanê li van deran ti zextekê nabînin, ti hêz û desthilatiyek li ser wan otorîteya xwe nikare bisepîne. Ango li van deran ew bi awayekî azad dijîn. Ti zirarek nayê mal û milkê gel. Gelê Qendîlê bi tenê ji êrişên balafirên şer ên Tirk zirarê dibînin.Bahaneya PDK’ê ya derbarê vîrusê de di esasê xwe de bi tenê weke rûpoşekê ye û bi vê dixwaze ser bêyomiya xwe û hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re binixumîne. Der barê vîrusê de jî parastina herî mezin gerîla dike. Li ser vî bingehî bi bahaneya vîrusê dorpêçkirina qadên gerîla, zêdekirina rageşiyê û derxistina ihtîmala şerî divê neyê qebûlkirin. Gelê Kurd û raya giştî ya Kurd baş pê dizane ku ti eleqeya vîrusê bi bicihbûna PDK’ê ya li Wertê re tine ye. YNK jî ji ber ku bi vê dizane dixwaze PDK ji Wertê derkeve. Ji ber ku piştî vê dorpêç û êrişê wê rewşa gefa li YNK’ê jî derkeve holê. Li ser vî esasî tê fêmkirin ku ev pîlanekî hevpar ê dewleta Tirk û PDK’ê ye.

Serokê herêma federal Nêçirvan Barzanî îşaret bi PKK’ê dike û dibêje; em ê li pêşiya plana xwe her çî hêza ne meşrû qebûl nekin. Di esasê xwe de ev gotin lixwemikurhatine ku ew li dijî gerîla hereketeke hevpar dikin. PDK’a ku vê gotinê ji bo hêzek azadiya Kurdistanê dibêje, li dijî dewleta Tirk a ku bi qasî 20 baregehên xwe û bi sazûmaniya MÎT’a tirk a li her deverê Başûr e, heta Başûr dagir kiriye, ti helwestê nîşan nade. Ev nêzîkatiya PDK’ê jî eşkere dike ti eleqeya hêzbicihkirina li Wertê û vîrusê bi hev re tine ye.

Divê PDK daxwaze gelê Kurd û raya giştî li ber çavan bigre û berî rewşa şer derkeve holê, hêzên xwe yên eskerî ji wê deverê vekişîne. Divê her hêza eskerî û siyasî vegere cihê xwe yê berê. Alozî û rageşiyên li Wertê ti feydeya xwe ji bo PDK’ê jî tine ye. Di serî de wê gelê Başûr, Kurd hemû wê zirarê bibînin. Divê tavilê dawî li vê rewşa ku neyarên Kurdan kêfxweş dike, bîne.

Bi hêvî û baweriya ku di navbera kurdan de wê rageşî û şer çênebin, hest û helwesta berpirsyariyê serwer bibe…

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

GULÎSTAN ÇIYA ÎKE

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Aktîvîstên TCŞ’ê û ciwanên enternasyonalîst li dijî êrîşa li ser Mexmûrê çalakî li darxistin

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Gerîllayên YJA Starê li Şemzînanê lê dan: 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPGê li Lêlîkanê lê da, 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

LEZGÎN - Gerîllayên YJA Starê li Şemzînanê lê dan: 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

LEZGÎN – “Em ê çalakiyên xwe yên Tolhildanê geştir bikin”

LEZGÎN - "Em ê çalakiyên xwe yên Tolhildanê geştir bikin"

Manşet

  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.