Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

NPG: Em fermandarê pêşeng hevrê Alî Piling bi rêzdarî bi bîr tînin

NPG'ê ragihand ku fermandarê mezin Alî Piling di 14'ê Hezîrana 2019'an de li Bedlîsê şehîd bû û diyar kir, "Hevrê Alî bi hostatiya xwe ya di şer de, bi rêbaza xwe ya encamgiriyê nîşan da ku asta fermandarekî divê bi çi rengî be."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
06/02/2020 - 12:10
di nav Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
NPG: Em fermandarê pêşeng hevrê Alî Piling bi rêzdarî bi bîr tînin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) li ser Şerîf Yakût (Alî Piling) ku di 14’ê Hezîrana 2019’an de li Bedlîsê şehîd bû daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

” Li dijî êrişên qirker û mêtinger ên dewleta TC a faşîst ku li Kurdistanê dimeşîne, gel û tevgera me bi berdêlên mezin berxwedaneke topyekûn dimeşînin. Di encama têkoşîneke mezin de gelê me ji asta gelekî bênasname û kole derket û gihîşt wê radeyê ku ji aliyê gelên cîhanê hemûyan ve bê naskirin û hurmet jê re bê nîşandan. Tevgera me ya azadiyê îro li dijî şerê qirkirinê yê li ser gelê Kurd tê ferzkirin, li hemû parçeyan têkoşîneke dijwar dimeşîne û ji bo gelên cîhanê yên têkoşîna azadiyê dikin bûye çavkaniyeke mezin a hêvî û rizgariyê.

Ev serdema dîrokî ku roj bi roj em nêzî azadiyê dibin û destketiyên girîng bi dest xistin, bêguman bi saya şehîdên me yên leheng afirî ku di vê oxirê de bêdudilî bi rengekî fedayî li refên herî pêş têkoşiyan û tevlî karwanê nemiran bûn. Bi saya bi hezaran şehîdên leheng têkoşîna me azadiyê nîşan da ku têk naçe û di oxira azadiya gelan de ev têkoşîn ranaweste. Lewma PKK ku partiyeke şehîdan e, wê biryardariya xwe ya ji bo serketina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi dilsoziya bi şehîdan re bi cih bîne. Têkoşîna azadiyê ku xwe bi nirxên şehîdan û gel afirandiye, êriş ji ku tê bila bê, berdêl çi dibe bila bibe weê ji armanca xwe venegere. Li pêşberî rastiya gelekî ku bi şehîdan gihîştiye rastiyê û bi şehîdan serbilind e, wê ti hêza mêtinger-faşîst nikaribe li pêşberî wê bisekine.

BI LEHENGÎ ŞER KIR Û TEVLÎ KARWANÊ ŞEHÎDAN BÛ

Her xwîna şehîdan a li bihosta xaka Kurdistanê bi têkoşînê rijiya ye, bûye afirînerê jiyana nû û vejînê. Leheng û fermandarê mezin hevrêyê me Alî Piling ku ji navçeya Kercew a Êlihê ye ku yek ji kelehên berxwedanê ye, di 14’ê Hezîrana 2019’an de li Bedlîsê di şerê dijî artêşa TC a dagirker de tevlî karwanê şehîdan bû. Agahiyên li ser nasnameya fermandarê mezin hevrê Alî wiha ne:

Nasnav: Alî Piling

Nav paşnav: Şerîf Yakût

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Fatma-Nûman

Dem û cihê şehadetê: 14’ê Hezîrana 2019 / Bedlîs

DI TEMENÊ CIWANTÎ DE TEVLÎ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BÛ

Hevrê Alî di temenê ciwantiyê de di sala 1991’ê de tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û salên dûr û dirêj li gelek qadên şer bi fedakarî, dîsîplîn û berpirsyariyê wezîfeyên xwe pêk anî. Ji roja tevlî nava têkoşînê bû û heta roja dawî ji bo bû şervan, fermandar, fedayî û hevrêyekî hêjayî gel, partî û şehîdan. Li her çar parçeyên Kurdistanê kedeke mezin a hevrê Alî heye. Ji Zagrosê heta Botanê ji Botanê heta Garzanê cihê xwe di dilê gelê Kurd û hevalên xwe yên têkoşînê de girt. Ji şervaniyê heta wezîfeya xwe ya dawî ku endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê bû, wezîfe û berpirsyariyên xwe hemû bêkêmasî bi rengekî serketî bi cih anî. Ji bilî serketinê rêyeke din nedida ber xwe û wezîfeyên xwe jî bi vî rengî bi cih anî. Hevrê Alî di jiyana xwe de ti carî rê neda neserketiyê, li her qada lê ma bû fermandarekî mînak û tirsa dilê dijmin.

TAKTÎSYENEKÎ XURT BÛ

Hevrê Alî bi nêrîna xwe ya leşkerî û feraseta xwe ya dîsîplînî, xwe gihand asta fermandarekî pêşeng ê perwerdekar û di heman demê de bi zîrekiya xwe ya di şer de bû afirînerê çalakiyên taktîkî yên derbên giran li dijmin xistin. Di pêvajoya jinûve avakirinê de bû yek ji fermandarên pêşeng. Di afirandin û pêkanîna rêbaz û taktîka nû de kedeke wî ya mezin hebû. Hevrê Alî bi pratîka xwe ya şer bû taktîsyenekî hosta, giranî da ser taktîkên şer û bi vî rengî taktîk dewlemend kir. Li xeta Zap-Zagrosê bi taktîkên xwe û pêngavên çalakiyan nûbûna stratejiya şer a demê nîşan da. Hevrê Alî ku pêşengÎ ji taktîka dema nû re dikir, bi hostatiya xwe ya di şer de, bi hêza xwe ya lêdanê û rêbaza xwe ya encamgirtinê bi pratîka xwe nîşan da ku asteke fermandariyê divê bi çi rengî be.

DI XETA RÊBER APO DE FERMANDAREKÎ ŞOREŞGER BÛ

Hevrê Alî bi nêzîkatiya xwe ya dilnizm bi hêza xwe bandor li hevrêyên xwe kir û li ser vê bingehê bû xwedî ûslûb û rêbazeke mînak a fermandariyê. Bi dilsoziya xwe ya bi hevrêyên xwe re, bi nêzîkatiyên xwe yên rêzdar û bi pîvan şervan motîve dikir û hevrêtî her tim xurt kir. Li ser xeta Apoyî kûr bû û rastiya îdeolojîk, felsefîk û polîtîk a Rêber Apo di kesayetiya xwe de şênber kir û bi vî rengî bû fermandarekî şoreşger. Bi rengekû durust û ji dil bêyî fikaran bi keda xwe xwe mezin kir û bû milîtanekî şoreşger.

EM Ê DI SERKETINA TÊKOŞÎNA XWE DE XWEDÎ LI BÎRANÎNA WÎ DERKEVIN

Li ser vê bingehê, di vê demê de ku têkoşîna me li asteke dîrokî ye, wezîfeya me ye ku em têkoşîna hevrêyê xwe Alî, sekna wî ya zelal û bi pîvan ji xwe re bikin rêber, bi vî rengî wezîfeyên xwe yên demê pêk bînin, di şexsê hevrê Alî de ji bo bibin milîtanên baş ên xeta Rêbertî, bi xurtî li dora nirxan bicivin, bi biryardarî bi ser zor û zehmetiyan ve biçin û têkoşîneke şoreşger a ku astengiyan nas nake bimeşînin.

Li ser vê bingehê di serî de malbata hevrê Alî em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala şehîdan bilindtir bikin û di meşa serketinê de bi fermandariya şehîdên leheng bi biryardarî bimeşin, dilsoziya xwe ya bi wan re ispat bikin û di têkoşînê de xwedî li bîranîna wan derkevin.”

 

1 Ji 13
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dewleta Tirk a dagirker êrîşî herêmên Şehba û Til Rifatê kir

Nivîsa Pêş

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin

Çalakiyên HRE’ê: 16 leşker û çete dagirker hatin kuştin

FLAŞ - HRE: 4 çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk hatin kuştin

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.