Enter your email Address

Pazartesi, Temmuz 28, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Roja Kobanê ya Cîhanê di sala 6’emîn de ye

Di encama berxwedana şervanên kurd de û bi xwedîderketina gelê kurd li seranserê Kurdistan û cîhanê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê. Îro jî Rojava û hemû destkeftiyên kurdan di bin gefeke mezin de ye divê hemû kurd li her deverê cîhanê û Kurdistanê bi xwedîderketineke mezintir piştgiriya rojavayê Kurdistanê bikin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
01/11/2019 - 0:03
di nav Analîz, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
Roja Kobanê ya Cîhanê di sala 6’emîn de ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Di encama berxwedana şervanên kurd de û bi xwedîderketina gelê kurd li seranserê Kurdistan û cîhanê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê. Îro jî Rojava û hemû destkeftiyên kurdan di bin gefeke mezin de ye divê hemû kurd li her deverê cîhanê û Kurdistanê bi xwedîderketineke mezintir piştgiriya rojavayê Kurdistanê bikin.

Bi tevlêbûna bi sedan akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û saziyên civaka sivîl di sala 2015’an de roja 1’ê mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê hate îlankirin.

Dê di vê rojê de çalakiyên piştgiriyê, meş û mitîngên aştiyane û çalakiyên demokratîk ji bo piştgiriya bi Kobanê re û bilindkirina dengê xwe li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê werin lidarxistin.

Dê gelê me li her deverên cîhanê bi rengekî demokrat û aşîtyane dengê xwe bilind bike û nameyekê bide hemû cîhanê ji bo piştgiriya gelê me bike.

Kobana ku bûye wekî sembola berxwedana li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ji alî milyonên insanan li seranserê cîhanê bi rêzdarî û heskirin tê bibîranîn. Ji Almanya bigire heta bi Îtalyayê, ji Iskendinaviya bigire bi Fransa û Ingilîstanê. Ji Yewnanistan û Kanada heta bi Awusturya û Hindistanê çalakiyên piştgiriya bi şervanên kurd û bajarê Kobanê re hatin lidarxistin.

Ji bo Kobanê seferberiya navneteweyî

Komisyona welatiyên Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê (EUTCC) û insiyatîfa “Peace camping” kampaniya li dijî DAIŞ’ê ji bo piştgiriya Kobanê û mirovahiyê banga serferberiya navneteweyî kir. Di her çar rojên pêşî yên vê kampanyayê de 130 kesayetên navdar imzeya xwe li vê bangê zêde kirin û di nava demeke kurt de hejmara kesên destek dan vê kampanyayê giha bi hezaran kesî.

Bang ji aliyê kê ve hatiye kirin?

Di nava wan de profesor Noam Chomsky, xwediyê xelata aştiyê ya Nobelê yê arjantînî Adolfo Perez Esquivel, ji Afrîka Başûr xwediyê xelata aştiyê ya Nobelê Desmond Tutu, serokê rêxistina doktoran a navnetewî Michel Rolan û gelek kesayetên din girîngiya tevlêbûna vê kampanyayê anîn ziman û banga tevlêbûna kampanyayê kirin.

Her wiha bang li koalisyona navnetewî hate kirin ku pêwirên dikevin ser milê wê pêk bîne û welatên mîna Tirkiyeyê yên ku piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê dikin bi tundî hatin rexnekirin.

Li seranserê cîhanê meş û mîtîng

1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, li gelek welatên Ewropayê bi çalakiyan hate pîrozkirin. Li bajarê Toûloûse, Montpellîer, Lyon yên Fransayê, li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li bajarê Den Haag ê Hollandayê, Li bajarê Hîldesheîm û Bremen ê Almanyayê, Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê. Her wiha li seranserê Kurdistanê jî gel ji bo piştgiriya Kobanê li her çar parçeyên Kurdistanê li ser piya bûn.

Bakur û Başûr li ser piya bû

Berxwedêrên sînor ên li gundê Mehser û Misaynterê ku li xeta sînor bûn di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de, bi tevlîbûna sedan kesên ku ji Stenbol, Meletî, Mereş û bajarên din hatin sînor re zincîra mirovahiyê çêkirin û berxwedana Kobanê silav kirin.

Di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de li gundê Miseynter û Mehser kesên ku di nobeda berxwedanê de ne, dest bi çalakiyan kirin. Ji Stenbol, Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Îzmîr, Bursa, Çanakkale, Sêwas, Çorum û gelek navendan bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn.

Bi sedan kesî zincîra mirovahiyê çêkirin, di çalakiyê de mirovan destê hev girtin û berê xwe dan Kobanê. Ji bo şervanên YPG û YPJ’ê yên jiyana xwe ji dest dabûn rêz hat girtin û berxwedana Kobanê hat silavkirin.

Gefên li dijî kurdan berdewam dikin

Mixabin ku gef û êrîşên dewleta tirk li ser Kobanê û hemû rojavayê Kurdistanê bidawî nebûn û her hewldanên astengiya naskirina statuya kurdan berdewam kirin.

Ji aliyekî ve hemû dîplomasiya xwe xiste dewrê ku kurd tevli pêvajoya çareseriya siyasî nebin. Ji aliyekî din ve çend kesên kurd ên li gorî dilê xwe û li gorî berjewendiyên xwe xistin nava muxalefeta Sûriyeyê da ku qaşo di qada navneteweyî û pêvajoya çareseriyê de ew kurdan temsîl bikin.

Her wiha di encama hin bazarên qirêj ên bi Rûsyayê re hemû çeteyên girêdayî xwe ji bajarên Heleb, Hema û derdora Şamê xistin wesayitan de û ew birin Idlibê li hemberî ku Rûsyayê rê bide artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê da ku bajarê Efrînê dagir bikin.

Êrîşên xwe aşkera kirin

Piştî ku şervanên kurd tevî gelên li herêmê xwe li Rojava û bakur rojavayê Sûriyeyê birêxistin kirin û hêzeke hevbeş ava kirin çeteyên DAIŞ û paytexta wan xîlafetê rûxandin êdî Sûriye ber bi çareseriyeke siyasî ve gav davêt. Piştî têkçûna DAIŞ’ê ya bi tekoşîna hêzên HSD’ê û alîkariya Hêzên Koalisyona Navneteweyî bi temamî hatin têkbirin û kurd û pêkhatiyên herêmê rêveberiya xwe ava kirin û bi saya xwîna bi hezaran ciwanên kurd navê kurd û Kurdistanê li hemû cîhanê belav bû dîsa dewleta tirk bi lihevhatinekê bi Serokê Amerîka Donald Trump re gef li destkeftiyên gelê kurd xwar û êrîş bir ser Rojava.

Ev yek ji alî kurdan ve wekî berdewamiya komploya navnetewî ya li dijî gelê kurd û destkeftiyên gelê kurd tê şîrovekirin. Piştî ku lihevhatinek di navbera Trump û Erdogan de hate kirin ku li gorî wê hrêma di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de bikeve bin kontrola dewleta tirk û çeteyên wê. Wekî berdewamiya vê yekê bi Rûsyayê re jî hema bêje li ser heman xalan hate lihevkirin lê kesekî ji van hêzên ku Sûriyeyê di nava xwe de parçe dikin ji gelên Sûriyeyê û xelkê wê herêmê nepirsî.

Di van êrîşên hovane yên ku heta niha berdewam dikin gelek sûcên şer ji alî van komên çete ve hatin kirin, sivîl tên kuştin, zarok tên kuştin, siyasetmedar tên kuştin, çekên qedexekirî tên bikaranîn bi balafir, tank û topan êrîşî gund û bajarên aram dikin.

Li hemberî gefên qirkirinê yekitî

Çawa ku kurd li her deverên cîhanê û her çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrîşên li ser Kobanê tev bûn yek dil û yek helwest û êrîşên li ser Kobanê têk birin û Kobanê rizgar kirin niha jî dem ew deme ku kurd bi hemû hêz, tevger û partiyên xwe bibin xwedî yek hest û yek helwest li hemberî van êrîşên hovane rawestin û bi yek dengî di rûyê dagirkeran de biqîrin û bêjin êdî bese.

Di vê dema ku rewşa kurd û Kurdistanê li ser zimanê her kesî ye û di vê dema ku bi saya xwîna pakrewanên kurd hemû cîhan û saziyên navnetewî ji rewşê agahdar bûye, divê kurd jî bi yek dengî helwesta xwe bikin yek û bi hev re van êrîşên bi armanca qirkirinê tên lidarxistin rawestînin.

 

Îsal dê meşên bi heybet werin lidarxistin

Lewre îsal jî dê li seranserê cîhanê çalakiyên mezin meş û mitîngên ji bo roja Kobanê ya cîhanê werin lidarxistin. Tê payîn ku meş û mitîngên îsal di vê rojê de werin lidarxistin dê ji her salê bêtir û mezintir bin. Ji ber ku gef û talukeya dewleta dagirker ya li ser hemû Rojavayê Kurdistanê ji her demê zêdetir bû ye.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2019’AN

Nivîsa Pêş

Hevkariya Erdogan û Daiş’ê carek din îsbat bû

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – Erdogan xwe ji bo êrîşên nû amade dike

Hevkariya Erdogan û Daiş'ê carek din îsbat bû

Ji Yekîtiyên Tolhildanê li Artemêtan û Rêya Armûşê çalakî

Ji Yekîtiyên Tolhildanê li Artemêtan û Rêya Armûşê çalakî

Manşet

  • Jinên Ciwan ên Welatparêz li Stenbolê Pêşengên Ciwanan bi bîr anîn
  • HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin
  • Jinên Ciwan ên Welatparêz û Dayikên Aştiyê li Stenbolê Pêşengên Ciwanan Bi Bîr Anîn
  • Portre: Ji bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jiyan
  • Şehîd Waed Xelûf li ser gora xwe hat bibîranîn
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Helebê Pêşengên Ciwanan Bibîr Anîn
  • Ji Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst li Stenbolê Panel

Herî zêde hatine xwendin

  • Turnuvaya Futbolê li Hamburgê ji bo Bîranîna Şehîd Tijda Zagros

    Turnuvaya Futbolê li Hamburgê ji bo Bîranîna Şehîd Tijda Zagros

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Portre: Ji bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Helebê Pêşengên Ciwanan Bibîr Anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Heseke şehîdên pêşeng ên ciwanan bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Waed Xelûf li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Werzîşê yê Cizîrê turnoveyekî karate lidarxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst li Stenbolê Panel

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Zarokên Agirî Bîlançoya Çalakiyên meha Gulanê parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara nû ya Kovara Yurtsever Gençlik derket: “Bi Ruhê Hevaltiya Komunalîst Em Ji Bo Avakirina Komunê Seferber Bibin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.