Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Pênûsa Gerîla – Ez ji nû ve diafiriyam

Bi awayeke kom me soza xwe da. Yek bi yek me xwe ji Serok re da nasîn. Wê demê ji me re got; “Niha rêxistina jinê hatiye afirandin. Êdî jin bi serê xwe dibe hêzeke bingehîn. Hûn jî biçin û wisa beşdarî bibin. Ev grûp wê hemû biçe Botanê. Herî kêm pêwîst e hûn di çiya de, pênç sal xebat bidomînin. Em bi demeke kin pêwîst e agahiya we ya şahadetê nebihîsin. Êdî hûn ne mala xwe ne. Hûn niha li malê gel in. Hûn mirovên partiyê ne.”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
25/09/2019 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 8 mins read
A A
TAYBET- Gerillayên HPG di nav mehekî de di heman cihê de 5 car ‘yekineyên veşartî’xist!
ParvekeTweet

Zozan Kobanê

“Ji bo hemû şervanên azadiyê, hêvî û xeyalên herî mezin, dîtina Serokatî ye. Ev ji bo me hem hêviyek mezine hem jî, mafeke bingehîn ê têkoşeran e. Ji ber ku Serokatî ji bo me girêdan û baweriya jiyana azad e. Serok navnîşana rêwîtiya azadiyê ye. Hemû hevalên ku Serokatî nedîtine di dilê xwe de vê hêviyê wek birîneke ku tucar dermana wê nabe hildigirin.Dîtina Serokatî, pêkanîna hemû xeyal û xewnan e.Mirov nikare vê birîn û êşê bilêvbike, lewre em dikarin bibêjin ku hêviya gîhaştina rêber APO, xeyalên têkoşerên azadiyê, yê herî mezin e. Tu tişt nikare hêza Serokatî, ji bo wê di vê cîhanê de tu rastî, weke dîtina Serokatî vê birînê nikare derman bike. Di hemû hevalan de mirov dikarê vê bi awayeke baş bibîn e. Em hindek milan de bi şens bûn. Hê destpêka beştariya partiyê de dîtina Serokatî, ji bo rêwîtiya mirov ronahiyeke mezin avadike. Ji bo mirov dibe hêza bingehîn a meşa azadiyê û dibe raperîna têkoşîn ê. Dibe hêza bingehîn a rêwîtiyê. Ji bo wê dîtina Serokatî, mirov nikare tucar bilêvbike. Her dem mirov vê kêmbûnê di xwe de dibîn in. Û wek kêmahî û nîvcomahiyeke mezin di jiyana mirovan de cîh digire. Çend gotin an jî çend peyv nikare evîna dilê şervanên azadiyê vegotin bike.

Ji bo min jî ev yek derbas dibe. Lewre tişta herî girîng heye ku, dîtina Serokatî tenê têrê nake. Ev belkû di gava yekem de pêngavêke. Lewre pêkanîn û kiryarikirina Serokatî rewşeke pir cûda ye. Ev erk û berpirsyariyeke herî mezin e. Û em hê têdikoşin ku xwe bigîhînin rastiya Serokatî û bibin hevalbenden wê. Ev jî serkeftin û bi mîsoger gîhaştina azadiyê ve girêday e.

Di destpêka beşdariya partîyê de em bi vê xeyal û hêviyê tevlî bûn. Tevlêbûna min hindek bi zor bû. Jiber ku rastya malbat û rastiya civakê astengiyekî mezin derdixist holê. Piştî ku min hemû astengan derbaskir û min xwe gîhand partiyê, ez derbasê qada perwerdeyê bûm. Di qada perwerdê de em hijmarêke zêde bûn. Ji bo wê hevalan me rêkir cîhekî nêzî Serokatî. Di wê pêvajoyê de akademiya Kurdî nînbû. Ji bo wê em li malên gel diman. Di wir de em ketin nav perwerdeyeke. Di perwerdê de em nêzî sêsed kes bûn. Di wê demê de agahî hat û ji me re gotin Serokatî were li gel me. Em pir kêyfxweş bûn. Jiber armanca me ya yekem ew bû ku, em Serokatî bibînin û bi wê re çend kêlî be jî derbas bikin. Ji bo ku me tucar Serokatî nedîti bû, ji bo wê me heycanek mezin jiya dikir. Me nedizanî emê çawa nêzî serokatî bibin. Ji bo wê hevalên berpirsyar der barê, -em çawa nêzîk bibin, çawa hewl bidin û çawa biaxifin- de hindek ezmûnên xwe ji bo me gotin û hindek hişyarî li me kir in. Piranî hevalên ku di wê demê de beşdarî bibû, emrê wan ji hivdehê jortir bû. Di nav hevalan de yê herî biçûk ez bûm.

Deng û gotinên Serokatî di destpêke de gîhişt me. Em gelek ketibûn di nava heycanê de. Em ewqas ketibûn nav heycanê de me nedizanî çawa rawestin û çawa biaxifin. Weke ku hemû gotin di mejiyê me de tunebûn. Weke ku tu hizir di ramanê min de derbas nebû ye. Di wê kêliyê de her tişt tune bibû, her tişt ji nû ve xwe diafirand. Wek ku ez jî ji nû ve diafiriyam. Ev di dema destpêka dîtinê de mirov encax dikarê bijî, nikare bi rêzikên peyvan bi lêv bike. Serokatî kete hundor, ji me hemû wan re yek bi yek silav da. Em ji bo ku Serokatî baş bibînin, nêzî serokatî bûn. Serokatî dest bi civînê kir. Di serî de ji bo me got; “Hûn hemû wek miriyan e. Rih di we de nîne. Şoreş weke agir e. Divê hûn jî di agirê de bişewitin. Berî ku hûn li dijî dijminê derve şer bikin, pêwîst e di yekem de hûn li hemberê dijminê ku di dil û mejiyê we de ye têbikoşin. Pêwîst e hûn nebin qûrbanê hin tiştan, di jiyan û têkoşînê de nebin berxik.” Li hember van gotinan ez matmayî mam. Min her çiqas perwerde jî dîtibû, min nedikarî gotinên Serokatî têbigîhij im. Piştre Serokatî gotinên xwe berdewam kir. Vê carê li ser rastiya şehîdan hin tişt bilêvkir û got; “PKK partiya şehîdan e. Li ser bingehê şahadeta Hakî Karer me partiya PKK ava kir. Îro roja şehîd bûna Hakî ye.” Civîn li ser van bingehan pêk hat e. Di wir de her çiqas mirov tam negîhîje jî grêdana Serokatî bi şehîdan re, bi nirxên têkoşînê re pir bala mirov dikişîn e. Piştî civînê hevalan şîrînahî belav kir. Serokatî hem bi me re dîalog pêşdixist, hem jî hemû nêzîkatiyên me dişopand. Gelek heval nekarîn şîrînahiyê xelas bikin. Hindekan di nîvî de hêştin. Li ser vê yekê Serokatî got; “Ger hûn nikarin bixwin, an jî xilas bikin, her yek yekê negirin, tucar tiştên xwe di nîvî de nehêlin. Hûn çiqas diwxin, bixwin, lê ev hemû nirx û rûmetê şehîd û gel e. Ji bo wê tu tişt xiranekin.” Ev helwest girêdana Serok a nirxên gel û şehîdan re destnîşan dikir. Ji bo ku me tu tişt fêm nedikir, her nêzîkatî û tevgereke Serokatî me di matmayînekê de dihişt. Ji ber ku ev dîtina me yekem bû. Piştî navbereke Serokatî gûftûgoyên xwe berdewam kir. Ev car herêm bi herêm ji hevalan pirs dikir. Kîşan heval ji kîjan herêmê ye di wê derbarê de nîqaş didomand. Taybetmendiyên giştî heremê destpê dikir, rastiya civakî dinirxandin û wisa di dawî de jî gihaşt asta kesayet. Bi taybetmendî û kevneşopiyên heremê ve girêdayî kesayeteke çawa dihat afirandin dinirxand. Ev yek ji bo me pir girîng bû. Dibe ku me di wê demê de fêm nedikir, lewre piştî ezmûnên kiryarî hê bêtir mirov dikeve giraniya wê.

Serokatî di dawî de got; kî ji kobanê ye. Min destê xwe ra kir. Serokatî bi min re ket nav dîalogê. Ji ecemitîya min, min nedizanî ez çawa tevbigerim. Li ser vê yekê Serokatî ji min re got; “bêhna şoreşgertiyê ji te naye.” Ji bo ku min nedikarî fêm bikim, ez pir bandor bûm, moralê min xira bû. Min jî got çima serokatî tişteke wisa ji min re dibêj e. Piştre min derxist zanebûnê ku ez bi rûniştî bersiv didam. Pêwîst bû ku ez rabim li ser xwe û wisa bersiv bidim. Lê bi taybetmendî û alimandinên civakî ve girêdayî ez wisa tevgeriyam.

Careke din perwerda me domiya. Bi dawî bûna perwerdê ve emê careke din biçûna li gel Serokatî. Ev car wê pir cûda bibana. Ev sozdayîn û ji Serokatî xatirê xwe xwestin bûn. Çûyîna me ya li gel Serokatî, careke din civîn çêbû. Bi awayeke kom me soza xwe da. Yek bi yek me xwe ji Serok re da nasîn. Wê demê ji me re got; “Niha rêxistina jinê hatiye afirandin. Êdî jin bi serê xwe dibe hêzeke bingehîn. Hûn jî biçin û wisa beşdarî bibin. Ev grûp wê hemû biçe Botanê. Herî kêm pêwîst e hûn di çiya de, pênç sal xebat bidomînin. Em bi demeke kin pêwîst e agahiya we ya şahadetê nebihîsin. Êdî hûn ne mala xwe ne. Hûn niha li malê gel in. Hûn mirovên partiyê ne.” Bi rastî jî felsefeya me ya ji bo çûyîna çiya divê bingehê de bû. Em zû biçin welat û navê me yê şahadetê bigîhîje Serokatî. Serok ji bo ku vê rastiyê baş dizaniya, van gotinan bikardianî. Ev gotinê Serokatî hişt ku em di welat de xwe biparêzin.

Dibe ku demeke pir kûrt bû, lewre wateya wê ya salan heye. Ez hê jî van dîalogên Serokatî dihizirim. Bersivdan encax bi gavavêtina azadiyê û serkeftinê ve girêdaye. Ji bo wê jî ez tucar jibîr nakim. Heta ku em bersiv nedin, xwedî gotin û soza xwe dernekevin, em tucar nikarin jibîrbikin û bisekin in. Ev yek ji bo min pir girîng e û qonaxeke mezin hildigire.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NIRXANDIN – PKK û Îdeolojiya Dewletdariya Netewe

Nivîsa Pêş

Yekîtiya Kurdan û Başûr

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Yekîtiya Kurdan û Başûr

Yekîtiya Kurdan û Başûr

Nexweşiya conagayê dîn

Nexweşiya conagayê dîn

Manşet

  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.