Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Şaredariyên Kurdistanê xeta azadî û demokrasiyê diparêzin

"Dewleta tirk a faşîst şaredariyan dagir dike û bêguman ev ne qeder e. Dewleta tirk dixwaze bi dagirkirina şaredariyan ve pergala xwe ya yekparêz zexmtir bike. Ji bo bigihêjin armanca xwe li pêşiya wan astengiya herî mezin ew e ku gel li îradeya xwe xwedî derdikeve. Ev şaredarî her tim xwedî roleke wiha dîrokî û watedar in."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
22/09/2019 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Dayikên Laçik Spî: Di wesayîta polîsan de êşkence li me kirin
ParvekeTweet

“Piştî şaredariyên bajarên mezin ên; Amed, Wan û Mêrdînê şaredariya Pasûrê jî ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hat desteserkirin. Wisa xuya dike ku dê piştre şaredariyên din ên Kurdistanê jî bên dagirkirin. Jixwe taybetiya rejîma şerê qirêj-taybet ew e ku xwedî feraseteke yekparêz, nijadperest e û ji bilî nasname û baweriya xwe tehemûlî yên din nake.

Şaredariyên Kurdistanê xeta azadî û demokrasiyê diparêzin û her çiqas bi seranser nebe jî dewleta tirk her tim hinek şaredariyên Tirkiyeyê wekî talûke dibîne. Ji ber vê yekê jî hewl dide şaredariyên bi vî rengî biperçiqîne û tune bike. Piştî darbeya faşîst û leşkerî ya 12’yê Îlona 1980’an helwesteke wiha nîşan dabûn. Di sala 2016’an de dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê heman helwest nîşan dan. Di 19’ê tebaxa 2019’an de dagirkirina şaredariyan nîşan dide ku dagirkirina şaredariyan didome.

Dewleta tirk a faşîst şaredariyan dagir dike û bêguman ev ne qeder e. Dewleta tirk dixwaze bi dagirkirina şaredariyan ve pergala xwe ya yekparêz zexmtir bike. Ji bo bigihêjin armanca xwe li pêşiya wan astengiya herî mezin ew e ku gel li îradeya xwe xwedî derdikeve. Ev şaredarî her tim xwedî roleke wiha dîrokî û watedar in.

Ji destpêka avabûna şaredariya heta niha her tim li hemberî dewletên monarşîk gel temsîl kirine. Ji ber vê yekê şaredarî her tim li derveyî pergalên îktîdaran mane û bi temsîlkirina herêmî ve bûnê xwedî roleke xweser. Li hinek eyaletên DYA’yê hêz dane destê hinek şaredariyan ku karibin hêzen leşkerî bixin nav liv û tevgerê. Di gelek şaredariyên li Ewropayê de mirov rastî şopên rêveberiya komun tê. Li gelek parzemîn û deverên cîhanê şaredarî dikarin bi rihetî li derveyî rêveberiya navendî û xweser biryaran bidin. Herî dawîn li Meksîkayê, EZLN’ê rêveberiya xweser ragihand û ev ji aliyê rêveberiya navendê ve hat qebûlkirin.

Dema dewleta tirk hat avakirin, di makeqanûna hatiye nivîsîn de şopên makeqanûnên ku di qada navneteweyî de hatine nivîsîn hene. Heta makeqanûna heyî ket meriyetê jî ev rewş wisa dewam kir. Hinek caran di makeqanûnên dewleta tirk de hinek guhertin, rotuş hwd. hatibin kirin jî bandora vê heta roja me dewam kiriye. Di qanûnên têkildarî hilbijartin, şaredarî, meclis û keyayan de her tim şopên wan hebûn. Di roja me ya îro de dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê van hemûyan li ber çavan nagire, tune dihesibîne û tiştên ku ji deve wan derdikevin û axaftinan wekî makeqanûn dibînin û şopên berê ji holê radikin û qebûl nakin.

Di esasê xwe de dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê bi van kirinên xwe ve makeqûna ku sînorê îktîdara wan diyar kiriye binpê dikin. Ji ber vê yekê sûcê makeqanûnî pêk tînin. Ev jî nîşan dide ku bi tu awahî ew rewa nîn in. Pêwîst e dozger û dadger der barê van kesên ku sûcê makeqanûnê pêk tînin de doz vekin, dest û lingên wan girê bidin û wan biavêjin girtîgehan. Ji ber ku divê li gorî makeqanûna heyî ev helwest were nîşandan.

Gelo mirov li bendê ye ku li Tirkiyeyê dozger û dadger helwesteke wiha nîşan bidin? Bêguman pirskirina vê jî tiştekî rasteqîn nîne. Ji ber ku ew jî memûrên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ne û di heman demê de hevkarê sûcê wan in. Jixwe bi vê nivîsê ve mebesta me ne ew e ku dozger û dadger li hemberî wan bikevin nav liv û tevgerê. Li dijî vê yekê parastina mafê îradeya gel rewa ye. Dozger, dadger, polîsên girêdayî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê dixebitin rewa nîn in û her cure berxwedana li hemberî vê dîktatoriyê rewa ye.

Li Kurdistanê li hemberî dewleta tirk a ku şaredariyan dagir dike her cure berxwedana gel mafekî rewa ye. Gelê Kurdistanê îro vî mafê xwe bi kar tîne. Lê ev maf bi qasî ku tê xwestin nayê bikaranîn. Ev nêzîkatî jî hêzê dide dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê. Berxwedan li derveyî cihê ku hatiye dagirkirin nayê kirin, berxwedan di nav wê de tê kirin. Ji xwediyê cihê ku hatiye dagirkirin bêtir, kesên ku ew der dagir kirine ditirsin ku ka dê çi were serê wan. Ger tirsa wan a têkçûnê çiqas mezin bibe dê têkçûna wan ji ewqas pêkan be.

Divê xeta berxwedanê û dirûşmên ku derdikevin pêş ve rastiyê îfade bikin. Civaka Kurdistanê di vê mijarê de xwedî tecrûbe ye. Xwedan danehevek e mezin e. Di vê mijarê de mînakên perwerdehiyê pir in. Dirûşmên wekî; “Bijî Serok Apo”, “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Lêxe gerîla lêxe, Kurdistanê ava bike” her tim îfadeya vê rastiyê ne. Ev dirûşm; ji nav gel derketine, hêvî, bendewarî, hest, hesret û bangewaziyê îfade dikin. Divê niha jî wisa be. Divê rastiya berxwedanê, destkeftî, danehev û nirxên temsîl dikin vebêjin. Lazim e ji nêzîkatî û seknên ku ji rastiyê dûr dixin re destûr neyê dayîn.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Cûmalî Dogan

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Min nasnameya xwe naskir

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – Serkeftin tekûz şansê têkoşîna gelan e

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – Gav bi gav ber bi Şoreşa Rojava ve

ANALÎZ - Serkeftin tekûz şansê têkoşîna gelan e

Ciwanên Şoreşger li Çemçemal li dijî dagirkeriyê sloganan nivîsandin

Ciwanên Şoreşger li Çemçemal li dijî dagirkeriyê sloganan nivîsandin

Manşet

  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Li Rihayê Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonalîst: Ji Bo Rojava Rabin Ser Piyan, Bersiva Seferberiyê Bidin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.