Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Mehmet Ocalan behsa naveroka hevditîna bi Rêberê Ocalan re kir

Hate ragihandin, Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo pêkhatina yekîtiya Kurdan banga fedakariyê kir.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
16/08/2019 - 14:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Malbata Rêberê Gelan ji bo hevdîtinê serî lê da
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku bi wesîleya Cejna Qurbanê di 12’ê Tebaxê de çû Girava Îmraliyê ji Ajansa Mezopotamyayê re qala hevdîtinê kir.

Mehmet Ocalan diyar kir ku ji sala 2016’an ve sê caran karîbûna biçin Îmraliyê û anî ziman, hevdîtina ku di roja duyemîn a cejnê de pêk hat nêzî saetekê dom kir.

Mehmet Ocalan diyar kir ku divê malbat ne tenê ji cejnê heta cejnê, her ji 2 hefteya carekê destûr bide malbat biçin Îmraliyê û bi girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin bikin û wiha got: “Mafê me yê hevdîtinê ji destê me tê girtin. Piştî çalakiyên greva birçîbûnê bi sînor be jî hin maf hatin naskirin. Sala 2019’an salek ku neyê ji bîr kirine. Ji bo tecrîd bi dawî bibe bi hezaran girtî ketin grevê û di çalakiyên grevê de 9 ciwanan li girtîgehê ji yana xwe ji dest dan.

LÊGERÎNA TAZÎ

Mehmet Ocalan anî ziman ku ziyareta li Îmraliyê saet di 13.00’an de li salonek biçûk pêk hat û wiha axivî: “Em di 2 lêgerînan re derbas kirin. Lêgerînên ku hatin kirin nayên qebûlkirin. Li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Em di lêgerîna tazî re derbas kirin. Em mirov in û ev hevdîtin mafê me yê zagonî ye. Ez 68 salî me û ez di lêgerîna tazî re derbas kirim. 20 salin ez di vê rêyê de diçim û têm. Min baş nas dikin. Em rastî lêgerînek pir qirêj hatin. Ev lêgerîn nayê qebûlkirin.”

‘EZ NE LI BENDA WE BÛM’

Mehmet Ocalan, qala kêliyên hevdîtina bi birayê xwe Ocalan re jî kir û wiha lê zêde kir: “Di her hevdîtinê de min li derî dinerî. Vê carê xwestin ez berê xwe biguherim. Dema Serok hat ez li wî zîvirîm û me destê xwe da hev. Ji min re got ‘Ez ne li benda we bûm’ Wekî ku em tesadufî hatibin. Min got parêzeran gotiye hûn dikarin di roja duyemîn a cejnê de biçin ziyaretê. Ocalan ji min rojeva welat pirsî. Min got 3 rojev hene. Mijara Sereke mijara Bakur û Rojhilatê Sûriye ye. Mijara duyemîn Operasyona Pençe ye, ya sêyemîn ji pirsgirekên li saziyan in. Dîsa zextên li ser gel in. Min got gel tenduristiya te meraq dike. Wî jî got ‘Tu min dibîne.’ û bersîv da min.”

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYE

Mehmet Ocalan, da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê Bakur û Rojhilatê Sûriye ev tişt anîne ziman: “Ev tişt bi şer nabe. Wê hem Tirkiye zerarê bibîne û hem jî gelên di nava hevde dijîn wê zerar bibînin. Ev tişt bi şer nabe. Divê aştî pêk were. Ger ku Tirkiye têkeve axa Sûriye ew jî nabe çareserî ye. Ya rastî ewe ku şer ji bo gelan tiştekî baş nîne. Ez 20 salan li Sûriye mam. Ez gelê wir baş nas dikim. Ez eşîrê ereb ên li wir baş nas dikim. Têkiliyên min hebûn. Silavên min li eşîrên ereb û gelên li wir bike. Pirsgirêk divê bi demokrasiyê çareser bibe. Tu carî bi şer pirsgirêk çareser nabin.”

OPERASYONA ‘PENÇE’ Û YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Mehmet Ocalan anî ziman ku Ocalan bal kişandiye ser çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em rol û erka xwe pêk tînin. Operasyona Pençe tê wateya şer. Tevger şer e. Ev mesele bi rijandina xwina mirovan çareser nabe. Em her dem ji bo aştiyê amade ne. Em ê her dem li dijî şer bin. Divê li şûna şer aştî hebe.”

Mehmet Ocalan da zanîn ku Ocalan li ser yekîtiya gelê Kurd jî diyar kiriye ku pir girîngiyê dide vê mijarê û wiha gotiye: “Tirkiye bêyî herêma Federe ya Kurdistanê nikare bi ser bikeve. Bêyî herêma Federe ya Kurdistanê tevger wê pir zor be. Ev tevger wê darbeyekê li yekîtiya gelê Kurd bixe. Divê her kes ji bo yekîtiya gelê Kurd di nava liv û tevgerê de be.”

Mehmet Ocalan da zanîn ku Ocalan ji bo HDP’ê jî peyam şandiye û gotiye: “60 wekîlê wan hene. Di vê hilbijartinê de şaredarî jî stendin. Min cara din jî got. Ger ku ez li derve bûma, min dê kolan paqij kiribûna, divê wekîl 24 saetan di nava gel de bin. Partî saziya herî mezin a demokratîkbûnê ye. Divê xizmeta gel bike. Gel vîna xwe teslîmî wan kiriye. Ew jî divê xizmetkarên vî gelî bin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – HRE: Li herêma Babê 2 çeteyên dagirker hatin kuştin

Nivîsa Pêş

Yekîneyê Tolhildana Şehîd Dijwar Şoreş li Mersînê ‘Cejna Vejînê’ pîroz kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Yekîneyê Tolhildana Şehîd Dijwar Şoreş li Mersînê ‘Cejna Vejînê’ pîroz kir

Yekîneyê Tolhildana Şehîd Dijwar Şoreş li Mersînê 'Cejna Vejînê' pîroz kir

Ciwanên Êlihê pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir

Ciwanên Êlihê pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir

Manşet

  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.