Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: 15’ê Tebaxê jinûve vejîna Kurdan, jin û ciwanan e

Koordînasyona KJK'ê Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û diyar kir, "Pêngava 15'ê Tebaxê berxwedan û jinûve vejîna jin, ciwan û Kurdên li ber tinebûnê bûn."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
13/08/2019 - 12:04
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
KJK: Sekna Zîlan xetek e
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera 35’an a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em cejna azadiyê 15’ê Tebaxê li jinan, gelê xwe û mirovahiya pêşverû pîroz dikin. Pêngava leşkerî ya 15’ê Tebaxê di heman demê de destpêka tolhildana şoreşgerî ya li dijî kiryarên kujer û êşkencekar ên li zindana Amedê ye.”

KJK’ê diyar kir, “Ji rojên ku hebûna gel û welatê me dihate nîqaşkirin em gihîştin serdemeke welê ku hebûna mêtingeriyê ya li welatê me bûye mijara nîqaşê” û destnîşan kir, “Rastiya me ya fedayî ku bi keda Egîdan, Zîlanan, Mazlûman, Kemal Pîran, Hakî Kareran, Delalan, Atakanan, Medya Mawayan, Armancan, Helmetan hate afirandin niha li Rojava, ji Şengalê heta Botanê, Dersimê, Bradostê, Derya Reş derbên giran li mêtingeriyê dixe. Lewma ‘fîşeka destpêkê’ Pêngava 15’ê Tebaxê pêngaveke nû ya îdeolojîk, polîtîk rêxistinî, xeteke nû ya şer û jiyanê ye.”

KJK’ê destnîşan kir, paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye xeta jiyana azad a gelan û ragihand, “Sîstema konfederal a demokratîk hêviya gelan û jinan roj bi roj mezintir dike. Paradîgmaya modernîteya demokratîk veguheriye paşeroja jiyana azad a mirovahiyê. Bi çalakiya 15’ê Tebaxê re têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd ji nû ve geş bûye, Kurdistan û Rojhilata Navîn ronî kiriye.”

KJK’ê diyar kir, gelê Kurd bi pêşengiya Ocalan û tevgera azadiyê, bi rêbaza şerê gel ê şoreşgerî têkoşîna xwe ya azadiyê bi rêbazeke xurt ji aliyê îdeolojîk, siyasî, civakî û leşkerî ve li dijî dagirkeriyê xwe diparêze.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Kurd êdî jiyaneke bêstatu qebûl nakin, têkoşîna xwe ya ji bo vê yekê li her deverê bi rengekî rêxistinî didomîne û hate gotin, “Tevgera me ya azadiyê ku rêbaza gerîlayên modern ên sedsala 21’ê afirand, derbên bi bandor li faşîzma TC dixe. Bi derbên xurt têkoşîna azadiyê bi ser dixîne. Li ser vê bingehê em hêzên leşkerî yên YJA Star û HPG’ê ji ber berxwedana wan silav dikin. Nahêlin ku bêhn bê ber faşîzma AKP-MHP’ê. Di serdema heyî de Başûrê Kurdistanê veguherandiye qadeke berxwedanê ya mezin û dîrokî û exlaqê azad hînî TC û hêzên hevkar dikin. Bi xet û sekna xwe ya xweparastinê nîşan didin ku divê xeta Kurdên bi rûmet û mirovên azad bi çi rengî be. Li Başûrê Kurdistanê çiqasî xiyanet hebe ewqasî jî xeta Viyan Soran, Şehîd Helmetan, şopdarên wan ên wêrek û zane û gelê me hene. Di serî de berxwedana li dijî dagirkirina Başûr, berxwedana gerîla ya li tevahiya Kurdistanê ruhê 15’ê Tebaxê ye. Lewma Pêngava 15’ê Tebaxê jinûve vejîna jin, ciwan û Kurdên li ber tinebûnê bûn. Meşa îro ya bi milyonan kesî ye ku bi pêşengiya Rêber Apo ber bi azadiyê ve diçe. Di destpêkirina têkoşîna me ya azadiya jinê de para Pêngava 15’ê Tebaxê mezin e. Pîvana serketinê ya çalakî û karên me yên pêngava ‘ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ a bi pêşengiya qadên civakî dest pê kir, wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be. Dem hatiye ku mêtingerî ji Kurdistanê bê qewirandin. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Jinê ya Kurdistanê em bang dikin ku pêngava jinê ya li tevahiya Kurdistanê û derveyî welat bê mezinkirin, bi çalakiyan û avakirinê ji bo paşeroja azad bi milyonan kes dakevin qadan.

Jin, ciwan û tevahiya gelê me bi ruhê azadiyê li dijî qirkirinê bi ruhê 15’ê Tebaxê têkoşîna jiyana azad û rûmet dimeşîne. Ev ruh di berxwedana civakî, leşkerî ya dijî tecrîdê de nîşan da. Gelê Kurd, jinên Kurd têkoşîna azadiyê bi îradeyeke mezin û sekna Kurdên azad didomîne. Bi pêşengiya jin û ciwanên Kurd wê serketin a gelê Kurd be. Rêberê me wê azad bibe, jiyana azad wê teqez jinûve bê avakirin. Cejna me ya Vejînê ya 15’ê Tebaxê li her kesî pîroz be. Em ê bi îradeya jinên rêxistinbûyî tecrîdê bi temamî bi dawî bikin. Em ê bi azadiya Rêber Apo serketinê misoger bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Fermandariya Biryargeha NPG: ’15’ê Tebaxê roja vejînê ya gelên Rojhilata Navîn e’

Nivîsa Pêş

Ji Ciwanên Başûr bangawaziya tevlîbûna pîrozbahiya 15’ê Tebaxê li Qendîlê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji Ciwanên Başûr bangawaziya tevlîbûna pîrozbahiya 15’ê Tebaxê li Qendîlê

Ji Ciwanên Başûr bangawaziya tevlîbûna pîrozbahiya 15’ê Tebaxê li Qendîlê

PAJK: Têkoşîn li ser xeta Zîlan, ziman û çalakiya serdemê ye

PAJK: Fîşeka pêşîn a di 15’ê Tebaxê bûye fîşeka ronîkirina rêya gelê Kurd

Manşet

  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.