Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Qirş û Qal

"Ji aliyê din ve em li Geziyê, Çiyayên Qazê, Dêrsimê, Şirnexê, Antalyayê dar bi dar hewl didin ku pêşî li talankirina hawirdorê bigirin. Ev têkoşîn rewa ye, pîroz e lê belê rêbaz xelet e. Ji bo ku talankirina hawirdorê bê rawestandin divê ku ewil siyaseta şer bê rawestandin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/08/2019 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 3 mins read
A A
ANALÎZ – Qirş û Qal
ParvekeTweet

“Her roj planên şer tên kirin, mufreze li ser mufrezeyan dişînin ser sînoran. Heyet li ser heyetan diçin Enqereyê û tên. Civîn li ser civînan tên lidarxistin. Rayedar bi şehveteke mezin biryara şer dubare dikin. Şîrovekarên wan dema behsa şer dikin ji xwe ve diçin. Mîna ku rizgariya mirovahiyê kifş kiribin…

Zanyar, şer wekî siyaseta siftkirî ya asta herî jor bi nav dikin. Lê belê siyaset di heman demê de têkildarî jiyanê ye. Her wiha hedefa şer jiyan e. Têkiliyên rojane ye. Hişmendî ye, dîrok e, hawirdor e. Dema berê ku nirxandin, nivîs, şîroveyên siyasî dihatin krîmînalîzekirin mirovan bi gotina “ma em çi bikin, em siyasetmedar in, rojnamevan in ma em ê siyasetê, biryara şer, pirsgirêka kurd nenirxînin, em ê derbarê qirş û qalan de şîrove bikin, biaxivin an jî binivîsin” îtiraza xwe dianîn ziman.

Niha tê dîtin, dema ku em qirş û qalan binirxînin jî di heman demê de em pirsgirêka kurd dinirxînin, mijara şer tînin rojevê. Ji ber ku pergal di heman demê de dîroka kurd, hawirdora Kurdistanê, çanda kurd û pez û berxên kurd, qirş û qalên kurd hedef digire. Kes li qisûrê nenihêre ku di van gotinan de nepixandin û mubalaxa tune ye.

Têkoşîna muxalîf îro li ser têkoşîna hawirdorê bilind dibe. Gezî, îtiraza êrîşa li hemberî qirş û qal û daran bû. Îro têkoşîna Çiyayên Qazê cardin ruhê Geziyê, îtiraza Geziyê nîşan dide. Civak dizane ku êrîşa li hemberî daran di heman demê de êrîşa li hemberî jiyana wê ye. Lewma îtiraza wî jî ewqas xurt e.

Li Kurdistanê jî kurd li aliyekî têkoşîna jiyanê didin, li hemberî şer li ber xwe didin û li aliyê din li Dêrsimê, Şirnexê daristanên xwe diparêzin. Di heman demê de hewl didin ku komkujiya dîrokî ya Heskîfê rawestînin. Parastina Heskîfê di heman demê de parastina dîroka mirovahiyê ye. Dîroka 12 hezar salan e. Ev dîrok çiqas qedîm be êrîş jî ewqas mezin û hêrsa wan ewqas berfireh e.

Li her derê têkoşîna hawirdorê rewa ye. Dema ku mesele parastina hawirdora Kurdistanê be dewlet bi hemû hêza xwe êrîş dike. Binihêrin di heman demê de hem li Heskifê û hem jî Çiyayên Qazê xwepêşandanên hawirdorê hebûn. Li Çiyayên Qazê bi deh hezaran kes beşdarî çalakiyê bûn, îtiraza xwe anîn ziman. Li Heskîfê komeke ciwan li hev kom bûn. Lê dewletê bi awayekî tund êrîşî çalakiya Heskîfê kir û ciwan lînc kirin. 19 kes hatin binçavkirin. Ji ber ku êrîşa li hemberî dîrok û hawirdora kurdan parçeyekî konsepta şer e. Her wiha talankirina Çiyayên Qazê jî encama vî şerî ye. Dewlet dikare heya astekê tehamula têkoşîna li Çiyayên Qaz bike lê xwedîderketina qirş û qalên Kurdistanê, îtiraza siyaseta şer e. Lewma bi awayekî tund bersiv dide vê yekê.

Ji aliyê din ve em li Geziyê, Çiyayên Qazê, Dêrsimê, Şirnexê, Antalyayê dar bi dar hewl didin ku pêşî li talankirina hawirdorê bigirin. Ev têkoşîn rewa ye, pîroz e lê belê rêbaz xelet e. Ji bo ku talankirina hawirdorê bê rawestandin divê ku ewil siyaseta şer bê rawestandin. An jî têkoşîna qirş û qalan û daristanan bibe têkoşîna aştiyê.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Kenan Kirkaya

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – Navê nû yê polîtîkaya mêtingeriyê: Herêma ewle

Nivîsa Pêş

TAYBET – Xeyalên osmanî yên Erdogan, wê tenê weke xeyal bimînin!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Xeyalên osmanî yên Erdogan, wê tenê weke xeyal bimînin!

TAYBET - Xeyalên osmanî yên Erdogan, wê tenê weke xeyal bimînin!

Yekîtiya Jinên Ciwan li Şehbayê li dijî gefên dewleta dagirker a tirk meşiyan

Yekîtiya Jinên Ciwan li Şehbayê li dijî gefên dewleta dagirker a tirk meşiyan

Manşet

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.