Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJAR’ê li dijî her cure tundiyê pêngav da destpêkirin

KAJ'ê li dijî her cure tundiyê pêngav da destpêkirin û got, ''Em bang li hemû jinên Îranê (Fars, Kurd, Ereb, Belûc, Azerî, Mazenî, Gîlekî û Lor) dikin, li dijî hişmendiya jinkujiyê rabin ser piyan, xwedî li hebûna xwe derkevin û tevlî kampanyayê bibin''

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/07/2019 - 16:36
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
KJAR’ê li dijî her cure tundiyê pêngav da destpêkirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) li dijî her cûre dagirkeriyên zîhnî, jîngehî, siyasî, civakî, aborî û perwerdeyê pêngava “Dijî şîdetê yek bigirin, têbikoşin û azad bibin” da destpêkirin. KJAR’ê bang li tevahiya jinên Îranî (Fars, Kurd, Ereb, Belûc, Azerî, Mazenî, Gîlekî û Lor) kir ku tevlî pêngavê bibin.

KJAR’ê têkildarî mijarê di malpera xwe ya înternetê de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya ku bi sernavê “Dijî şîdetê yek bigirin, têbikoşin û azad bibin” hatiye dayîn de, armanca pêngavê xal bi xal tê vegotin û îlana pêngavê tê kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Dijî Şîdetê yek bigirîn, têbikoşîn û azad bibîn

Di sedsala 21’emîn de mirovahî, jîngeh, civak, çand û exlaq di rewşeke xirab de ye û di nava lepên kapîtalîzmê de dinalin. Rojhilata Navîn di navenda vê qirkirin û komkujiyan de ye. Jin jî qurbana sereke ya siyaseta kapîtalîzmê ne. Yek ji lingên vê sîstema kapîtalîst dewlet neteweye ku pêşî li gelek komkujiyan vekiriye.

-Îran jî yek ji welatên kapîstalîst e. Herçend bi nav Îslam jî be, di kiryar û qada pratîkî de kapîtalîst e. Îran bi siyaseta cinsiyetperest, olperest, nîjadperest xwe li ser civakê ferz dike. Zîhniyeta mêrsalar bandorli ser hemû saziyên civakê kiriye û nirxên manewî yên civakê di hilweşîne. Li hember vê yekê pêwîstî bi hişyarbûna wijdanan heye.

-Mirov hebûneke civakî ye û civakek demokratîk bi çanda xwe tê nasîn. Civaka Îranê jî civakeke pir reng û mûzeyeke zindî ya gelan e. Lê rejîma Îranê di qirkirin û helandina çand û netewan de israr dike. Ji ber qutbûna ji ziman qutbûna ji çande. Sîstema perwerdeya Îranê qir dike. Ger zarokên Kurd an jî zarokên ji neteweyek din Farisî nezanin, wan kêm dibînin. Ev jî asta zîhniyeta qirker a Îranê nîşan dide. Li dijî eqliyeta ku renginiyan tûne dike û yek rengiyê ser civakê ferz dike, pêwîstî bi guhertineke demokratîk ku hemû civakê hembêz bike heye.

-Rejîma Îranê bi eqliyeta zayendperest a di hemû warên jiyanê de ava kiriye, hebûna jinan a di qadên siyaset, aborî, civakî, hiqûq, perwerde û hunerê de ji nedîtîve tê û nîvê civakê tune hesap dike. Li dijî vê zîhniyeta qirker xwe rêxistin û avakirina eniyên demokratîk ên hevbeş, ji bo jinan xwedî girîngiyeke mezin e.

-Qeyranên aborî zexteke mezin li ser civakê û ser jinan çêdike. Ev jî dibe sedema xwekuştin, kuştin, laşfiroşî, bikaranîna madeyên hişber, zewaca di temen biçûk û bi zorê, zewaca spî (sîxe) û hwd. Ev siyaseta çewt a rejîmê dibe sedem ku jin di nava rewşeke dijwar a xirab de bijîn. Li dijî vêya pêwîstî bi siyaseteke perwerdeya civakî ya li ser hîme siyaseta demokratîk heye. Ji bo guhertin û azadiyê jî têkoşîn rêya tekaneye.

Li dijî hemû yasayên ku darvekirin, êşkence, qirkirina xwezayê û girtina çalakvanên jîngehparêz û jinan rewa dike, têkoşîn û hewlesteke hevbeş wê rê ji avakirina civakek demokratîk û azad re veke.

-Di sedsala 21’an de şîdeta ser jinan di asta gerdûnî cîhanî de ye û ev di îranê de bi awayekî vekirî dibin navê yasayên îslamî de birêve diçe. Lê têkoşîna jinan a cîhanî di asteke jor de ye. Jin wê çarenûsa ku ji bo wan bi destê mêr hatiye nivîsandin red dikin. Her lêgerîna heqîqetê li dijî neheqiyan destpê dike. Eger ev lêgerîn xwe rêxistin bike wê demê pêkane ku serbikeve.

-Em jinên Kurd xwedî dîrokek bi ezmûn in, ji bo vegerin dîroka ku jin bidestê xwe nivîsandiye. Em şopdarên ew fikir û feslêya azadiyêne ku di kesayeta Ş. Şirîn Elemhûlî de xeta teslîmiyetê bi bin xistine. Di şexsê Hevala Viyan Peyman de jî xeta yekîtiya jinan hate avakirin.

-Eger jin xwe bi çeka zanabûn û rêxistinbûnê, îradeya azad bixemilînin, pênaseya xwe ya azadiyê bi hinek daxwazên biçûk ve sînordar nekin, ewê bikarin di civakê de jî zemînên demokratîkbûn û wekheviyê ava bikin.Eger jin bixwaze bibe ya xwe, divê xwe ji tabûyên hezarî salan ên ji aliyê sîstema zilamsalar ve hatine pêşxistin, xilas bike.

Em KJAR bi bawerî, bi îrade û fikrek azad a jinan pêngaveke civakî ya bi dirûşma, “Dijî Şîdetê yek bigirîn, têbikoşîn û azad bibîn” radigihînin. Em ê bi hêza çandî, zîhnî, rûhî ya jinê û civakê li dijî her cûre dagirkeriyên zîhnî, jîngehî, siyasî, civakî, aborî û perwerdeyê derdikevin û ji her cûre dagirkeriyek re dibêjin, ‘NA’.

Li ser vê esasê bang li hemû jinên Îranê (Fars, Kurd, Ereb, Belûc, Azerî, Mazenî, Gîlekî û Lor) dikin, li dijî hişmendiya jinkujiyê rabin ser piyan, xwedî li hebûna xwe derkevin û tevlî kampanyayê bibin. Divê em ji bo çareseriya êşên jinan û pirsgirêkên hevbeş, rêxistin û eniyên hevbeş ava bikin.

Divê em vê pêngavê ji şexsê xwe bidin destpêkirin û li gel xwe jî civakê azad bikin. Ji ber heya jin azad nebe, civak jî azad nabe.”

Parve Bikin10TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Gerîlayan li Gever û Çelê derbeyek giran li dagirkeran da: 19 leşker hatin kuştin

Nivîsa Pêş

Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Stenbolê avakirina xwe îlan kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Stenbolê avakirina xwe îlan kir

Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Stenbolê avakirina xwe îlan kir

Cendirmeyên dagirker destûr neda Nobeta Ciwanan a Heskifê

Cendirmeyên dagirker destûr neda Nobeta Ciwanan a Heskifê

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bermahiyên DAİŞ’ê jî tên paqij kirin – 1 mirî, 4 girtî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.