Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: ‘Şoreşa Jinê wê mirovahiyê azad bike’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/03/2019 - 13:03
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
KCK: ‘Şoreşa Jinê wê mirovahiyê azad bike’
ParvekeTweet

KCK’ê 8’ê Adarê pîroz kir û diyar kir, “Têkoşîna li dijî tecrîdê divê weke têkoşîneke yekser a ji bo azadiya jinê were dîtin. Li ser vê bingehê divê pîrozbahiyên 8’ê Adarê û têkoşîna azadiya jinê îsal veguherin têkoşîna li dijî tecrîdê.”

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da. KCK’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li jinan hemûyan û mirovahiyê pîroz kir û diyar kir, “Em şehîdên ku di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane hemûyan bi minet û hurmet bi bîr tînin. Rêber Apo bi rêzdarî silav dikin ku li ser bingeha îdeolojiya azadiya jinê têkoşîna azadiya jinê di asteke bilind de bi pêş ve bir.”

TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ CEWHER Û BINGEHA ŞOREŞA DEMOKRATÎK E

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Îdeolojiya rizgariya jinê ya Rêber Apo, xeta azadiya jinê û têkoşîna Sara, Delal, Zîlan, Bêrîtan, Şîlan, Çîçek, Viyan, Sorxwîn, Doga, Nalîn, Armanc û bi hezaran hevrêyên jin ên di vê oxirê de jiyana xwe feda kirin, di nava jinên Kurd de rê li ber pêşketineke mezin a şoreşgerî vekir. Ev xet di şexsê Leyla Guven de ku pêşengeke têkoşîna siyasî demokratîk e, şênber bûye.

Xeta azadiya jinê ya Rêber Apo ku di têkoşîna jinên Kurd de berbiçav bûye, ne tenê bandor li şoreşa jinên Kurd kiriye. Ev xeta azadiya jinê li Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya dinyayê, sîstema bi serweriya mêr dihejîne. Şoreşa Rojava ku Şoreşa Jinê ye, bûye mizgîniya tespîta Rêber Apo ku digot ‘Sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinê’.

Têkoşîna azadiya jinê û şoreşa jinê, cewher û bingeha şoreşa demokratîk a gelan hemûyan e. Têkoşîna azadiya jinê çarçove û kûrahî daye sosyalîzmê û ew gihandiye karaktera wê ya rasteqîn. Her ku têkoşîna azadiyê ya jinê bi pêş bikeve, têkoşîna demokrasî û azadiyê jî wê li her cihî qewîn bibe û dawî li sîstemên mêtinger, dewletperest û desthilatdarperestiya bi serweriya mêr bîne.

Jinên Kurd bi şoreşa xwe re hem li Kurdistanê têkoşîna azadî û demokrasiyê civakî û xurt kirin, hem jî li Rojhilata Navîn û dinyayê bûn pêşengê şoreşa azadiya jinê. Jinên Kurd gelek destketiyên girîng afirandine ku sedsala 21’ê bikin sedsala jinê. Sedsala 21’ê wê li ser vê bingehê bibe sedsala şoreşên demokratîk û demokrasiya civakî. Li ser bingeha pêşketina têkoşîna azadiya jinê, Rojhilata Navîn wê ji nû ve bibe navenda şaristaniya demokratîk. Kîjan cografya şoreşa jinê xurt bike, mafê wê cografyayê ye ku bibe navenda şaristaniya demokratîk. Şoreşa jinên Kurd ku li Rojhilata Navîn belav bûye, wê bike ku Rojhilata Navîn bibe navenda şaristaniya demokratîk.

ŞOREŞA JINÊ WÊ MIROVAHIYÊ AZAD BIKE

Şoreşa jinê ne tenê jinan eleqedar dike. Di serî de mêr wê mirovahiyê hemûyî azad bike, wê kesayetên bi rûmet û azad biafirîne. Sîstema heyî ya mêtinger a bi serweriya mêr, dewletperest û desthilatdarîperest, herî zêde mêr gemarî dike. Binpêkirina jinan çiqasî giran dibe, civak jî ewqasî ji ber çanda bi serweriya mêr gemarî dibe. Ji ber vê yekê, jin bi têkoşîna azadiya jinê re di şexsê xwe de civakê azad û demokratîk dike. Lewma, mêr ji bo xwe ji qirêjî, mêtingerî, zext û zilma sîstema bi serweriya mêr rizgar bikin divê bi têkoşîna azadiya jinê re tevbigerin. Pêwîste têkoşîna azadiya jinê di heman demê de weke têkoşîna rizgariya xwe bibînin.

Dewleta Tirk ku niha tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê lê desthilatdar e, tevî hevalbend û hevkarên xwe ji şoreşa demokratîk azadîparêz a jinan a gelê Kurd ditirsin, lewma li her derê êrîşî Tevgera Azadiyê dikin. Rêber Apo ku di şoreşa azadiya jinê de kedeke xwe ya mezin heye, bi rengekî girankirî hatiye tecrîdkirin. Asta êrîşên wan nîşan dide ku ditirsin şoreşa jinê dawî li wan bîne. Dixwazin şoreşa azadiya jinê bifetisînin ku di şexsê Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û jinên Kurd de li Rojhilata Navîn hate afirandin û li dinyayê belav bû. Şoreşa Rojava ku Şoreşa Jinê ye û sîstema demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê di hedefa êrîşên hêzên dij şoreşê de ne. Êrîşên ku bi tecrîdkirina Rêber Apo berbiçav bûne, niha di asta herî bilind de ne.

JIN DIVÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ MEZINTIR BIKIN

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven dît ku tecrîdkirina Rêber Apo û êrîşên li ser gelê Kurd ji bo tasfiyekirina şoreşa demokratîk azadîparêz a jinê tên kirin û dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Dema ku dest bi vê çalakiyê kir bal kişand ser destketiyên ku Rêber Apo bi şoreşa azadiya jinê re afirandiye û tesîra wî ya li ser kesayetiya wê. Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li zindanan deng veda û ji aliyê girtiyan ve li zindanan hate belavkirin. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê jî dîtin ku ev têkoşîn di heman demê de têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan e, lewma xwedî lê derketin û piştgirî dan. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hewl dide bi zilm û zexteke giran gelê Kurd tecrîd bike, pêşî li vê têkoşînê bigire û desthilatdariya xwe biparêze.

Bi pêşwazîkirina 8’ê Adarê re grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger û têkoşîna li dijî tecrîdê berbelav bûne. Pêwîste jin hemû di vê 8’ê Adarê de têkoşîna li dijî tecrîdkirina Rêber Apo mezintir bikin ku Rêber Apo bi tevkariyeke mezin têkoşîna azadiya jinê gihand asteke bêhempa. Têkoşîna li dijî tecrîdê divê weke têkoşîneke yekser a ji bo azadiya jinê were dîtin. Li ser vê bingehê divê pîrozbahiyên 8’ê Adarê û têkoşîna azadiya jinê îsal veguherin têkoşîna li dijî tecrîdê. Bi vî rengî li dijî êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê û hêzên paşverû yên ji bo fetisandina şoreşa azadiya jinê helwest bê nîşandan.

Şoreşa jinên Kurd a bi pêşengiya Rêber Apo pêk hat, di azadkirina gelê Kurd û demokratîkkirina Rojhilata Navîn de wê roleke mezin bilîze û pêşengiyê bike ku sedsala 21’ê bibe sedsala jinê. Weke ku Rêber Apo dibêje; Teşiya Kurdan wê ba bide, wê şaristaniya demokratîk bîne Rojhilata Navîn.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedana Leyla Guven di roja 121’emîn de ye

Nivîsa Pêş

Amedspor: ‘Biryara PFDK’yê ne bêalî ye û ne dadmend e, biryar siyasî ye’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Amedspor: ‘Biryara PFDK’yê ne bêalî ye û ne dadmend e, biryar siyasî ye’

Amedspor: 'Biryara PFDK'yê ne bêalî ye û ne dadmend e, biryar siyasî ye'

Ji HRE’ê rêzeçalakî 7 dagirker hatin kuştin

LEZGÎN - Li Efrînê leşkerekî Tirk û 2 çete hatin kuştin

Manşet

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir
  • Ji Bo Bîranîna Şehîd Karker û Şehîd Brûsk
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne
  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.