Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Li Baxozê ji aliyê Şervanên QSD’ê ve 164 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
04/03/2019 - 18:07
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Li Baxozê ji aliyê Şervanên QSD’ê ve 164 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
ParvekeTweet

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê destnîşan kir ku şervanên wan gelek cihên li Baxozê rizgar kirin û gelek çek û cebilxaneya çeteyan hate têkbirin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya QSD`ê daxuyaniya bîlançoya şer û çalakiyên leşkerî yên pêngava dawîn a li dijî DAIŞ`ê ya li gundê Baxozê yê rojhilatê Hecînê belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Piştî derxistina sivîlan ji Baxozê, cihê herî dawîn ku çeteyên DAIŞ`ê lê ne, pêngava dawîn a têkbirina wan dest pê kir. Şer bi hemû hêza xwe di navbera şervanên me û çeteyan de li gelek aliyan dewam dikin, çete di cihekî teng de hatine dorpêçkirin. Em teqez dikin ku heta ku ew têk diçin dê şer dewam bike.

Bîlançoya şer ji destpêka pêngava dawîn bi vî awayî bû:

Şervanên me di hin baskan de dest bi êrîşeke dijwar kir, tê de şerekî dijwar di navbera şervanan û DAIŞ`ê de çêbû, terorîstan hemû cureyên çekan bi kar anîn. Çeteyan hewl da  êrîşî cihên hêzên me bikin, piştî ku şervanên me 9 nuqte tesbît kirin. Gelek çete hatin kuştin, lê hejmara wan bi temamî nehat naskirin, lê teqez 3 çete bi guleyên şervanan hatin kuştin. Her wiha şervanekî me bi parçeyên hewanê birîndar bû.

Li aliyekî din jî, şerekî dijwar di navbera şervanên me û çeteyan de çêbû, di şer de 35 nuqteyên nû hatin desteserkirin, di wan şeran de hejmarek çete hatin kuştin û birîndar bûn, çeteyan hemû cureyên çekan bi kar anîn, her wiha mayineke ku çeteyan çandibû, teqiya. Di encamê de 3 şervanên me bi sivikî birîndar bûn û 3 şervanên me jî di şer de birîndar bûn.

Her wiha balafirên şer ên koalîsyonê gelek cihên çeteyan bombebaran kirin.

Li aliyekî din jî, şeva çûyî tevgereke zêde ya çeteyan hebû, li wir şerekî dijwar qewimî, 8 xwekujên çeteyan beriya ku bigihîjin nuqteyên şervanên me xwe teqandin û 3 erebeyên bombebarkirî ji dûr de hatin teqandin. Şervanên me hemû hewldanên çeteyan şikandin û erebeyeke mezin a çeteyan ku bi çek û cebilxane barkirî, hate hedefgirtin, di dawiyê de hemû hewldanên çeteyan hatin şikandin.

Îro di seatên sibehê de şerekî giran di navbera şervanên me û çeteyan de pêk hat, şervanên me hemû êrîşên çeteyan şikandin. Di wir de 6 kuştiyên çeteyan hatin teqezkirin, şervanên me di gelek kolanên bajarok de bi pêş ketin, hejmarek şervanên me bi sivikî birîndar bûn.

Li baskekî din, şervanên me komeke çeteyan ku di nava tevgerê de bûn, kir hedefa xwe, di wir de 33 çete hatin kuştin û birîndar bûn, balafirên hevpeymanê gelek cihên çeteyan bombebaran kirin.

Li aliyekî din jî, şervanên me pêşketineke mezin kir, dikaribûn 6 nuqteyan tesbît bikin, di wir de jî gelek çete hatin kuştin û xwe radest kirin, şervanên me 6 çete jî li wî cihî kirin hedefa xwe û ew kuştin.

Di seatên êvarê de, şervanên me li aliyekî din êrîşî cihên çeteyan kir û şerek qewimî, tê de hejmarek çete hatin kuştin û 5 nuqteyên nû hatin tesbîtkirin.

Çeteyan di seatên derengiya şevê de hewl da êrîşî cihên hêzên me bikin, lê şervanan bersiva wan da û şerekî giran qewimî. Şervanên me erebeyeke ku çete tê de bûn, kir hedefa xwe, erebe teqiya û 3 çete hatin kuştin û 3 çeteyên din dema ku dixwestin cenazyan rakin, hatin kuştin.

Şerekî giran hîna li hemû eniyan rû dide.

Bîlançoya dawîn a şer:

– Hejmara kuştiyên çeteyan: 164 çete, gelek cenazeyên wan ketin destê şervanan.

Her wiha 11 rêyên leşkerî hatin qutkirin, 21 cihên leşkerî hatin rûxandin, 13 erebeyên bombebarkirî hatin teqandin, 2 xendek hatin rûxandin, 5 cihên çeka doçka hatin rûxandin, 10 erebeyên leşkerî hatin rûxandin û 4 baregehên cebilxaneyan hatin rûxandin.

– Çek û cebilxaneyên ku şervanan desteser kirin: 15 çekên kalaşnîkov, yek qaîdeya avêtina topavêjan û 2 laptop.

– Hejmara derbeyên balafirên koalîsyonê: 65 derbeyên ezmanî.

– 4 şervanên me şehîd bûn û 38 şervan jî birîndar bûn.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şervanên QSD’ê ala xwe li ser girê Baxozê daçikand

Nivîsa Pêş

Jinên Ciwanên Kobanê 8’ê Adarê diyarî Leyla Guven kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Jinên Ciwanên Kobanê 8’ê Adarê diyarî Leyla Guven kirin

Jinên Ciwanên Kobanê 8'ê Adarê diyarî Leyla Guven kirin

Ji Jinên Ciwan ên HDP’yî banga 8’ê Adarê

Ji Jinên Ciwan ên HDP'yî banga 8'ê Adarê

Manşet

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir
  • Ji Bo Bîranîna Şehîd Karker û Şehîd Brûsk
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne
  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.