Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji pênûsa Şehîdekî: “Li lûtkeyan bi bask dibim!”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/02/2019 - 0:04
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Ji pênûsa Şehîdekî: “Li lûtkeyan bi bask dibim!”
ParvekeTweet

ŞEHÎD NÛJÎN BAWER*

Gelê Kurd ti carî bi çavê dijminahî li netewe û xakên din mêyze nekiriye. Tenê bi daxwaza azadiyê re ev sedan sal in serî hildide û li ber xwe dide. Gelek netewe hene ku tevkujî û qirrkirin di ser wan re bihurîne, hatine bişavtin mîna gelê Kurd, lê dev ji têkoşînê bernedane. Di vê rêya bi rûmet de bê navber berdêl didin lê belê dev ji têkoşînê bernadin. Têkoşîna PKK’ê jî ya herî dawî a xeleka têkoşînê ye û ez bawer dikim wê bibe serketina gelê Kurd ji ber ku ew bi Serok Apo re hêviyeke nû dide tevahiya mirovatiyê.

Êş û azarên jiyanê bû lêgerîna destpêkê

Weke ciwaneke Kurd li Kurdistanê mezin bûm lê belê bi rastiyên dijmin re jî bi taybetî di mektebên Tirkan de rû bi rû mam. Di sala 2011´an ji Wanê beşdarî nava refên azadiyê bûm. Jiyana gerîla hezkirineke mezin di dilê min de ava dikir, xeyala min ew bû ku tevlî nav refên gerîla bibim. Wêne, film, stran û her tişta girêdayî çanda me, hatiye qedexe kirin. Lê di nava ewqas tepisandinê de em bi rehên dîrokî ya çanda xwe ve girêdayî bûn. Ji ber wê, ez her tim di nava lêgerînê de bûn. Çima ez nikaribim bi zimanê xwe biaxivim yan jî bixwînim? Wê demê pirr hêrs dibûm. Piştî ku min li filma Şehîd Berîtan temaşe kir, wê çaxê min biryar da ku tevlî nav refan bibim ji ber ku li hêlekê bi rastiyên dijmin re dijiyam, li hêlekê jî têkoşîna gerîla a bê eman min didît; ev dibû sedem ku lêgerînê min hin kûrtir bibe. Ev jiyanek e ku her tişta wê hatiye qedexekirin; mafên herî xwezayî yê jiyanê jî bi rêya zextê ji destê Kurdan tê girtin. Êş û azarên gelê Kurd dibûn bingeha hêrseke mezin, bi vê re hewldana di nava têkoşînê de cîh bigrim li min peyde bû.

Xelekên koletiyê yek bi yek dişikin

Dema ku ez nû beşdarî nav refên azad ên gerîla bûm, wê demê li Geliyê Tiyarê 34 heval şehîd bûbûn, ji ber wê bandoreke mezin li hemû hevalan bûbû. Şehadeta hevalan hişt ku ez biryardartir beşdarî jiyana gerîla bibim û wê çaxê min soza xwe dubare kir. Jiyana ku bi felsefaya Serokatî û berxwedana şehîdan hatiye avakirin, wek rûpelekî spî ye û ti tarîtî di nava vê zelalî yê de nikare xwe bide jiyan, ji ber wê baweriya me heta dawî heye ku em ê di rêya ronahiya bê dawî a Rojê de bi ser kevin. Îro yan jî sibe, li ser çiyayên herî bilind yan jî li kolaneke Kurdistanê em ê di encama têkoşînê de bigihîjin serketinê. Zelaliyeke pirr mezin heye, ji ber ku xelekên koletiyê yek bi yek dişikin.

Dema ku perwerde dibim wiha hîs dikim ku her roj berbiçav nû dibim, di her nûbûnekê de hezkirina min a xakên pîroz zêdetir dibe, rastiyên ku hatine windakirin, li pişt deriyên tarî derdikevin û ber bi rastiyên têkoşîna hebûnê ve nêzîk dibin.

Bûna nû li ser çiyayên bilind

Hevaltiya PKK’ê ji bona min pênaseya jiyaneke nû û hevpar e. Rastiya Serokatiyê, jinûveavakirin e. Dema ku mirov gavekê jî ber bi rastiya Serokatiyê ve biavêje, weke ku mirov ji nû ve bibe. Çawa ku zarokek dema ku nû çavên xwe li cihanê vedike û bi ronahiyeke bê dawî re rû bi rû dimîne, bê guman bi naskirina Serokatiyê re ronahiya findekê, gav bi gav ber bi ronahiya Rojê ve dibe ronahiyeke bê dawî ku nayê pênasekirin.

Jiyana gerîla gelek xweş û bi wate ye. Her ku dem dibihure, mirov fêm dike ku di rastiyê de jiyan ev bi xwe ye. Jiyana gerîla bi taybetî ji bona jinan; li zinarên herî bilind bêhneke azad heta hinavên xwe kişandin, bi nihêrîneke herî ji dil li rêhevalên xwe temaşe kirin, bê dawî heta dawî qîrînên azad gihandina tevahiya cihanê û wekî Serokatî jî dibêje; “Li kortalên keviyan de bi baskbûyîn e.” Di jiyana gerîla de mirov fêm dike ku yekser tirsa mirinê ji holê radibe, ji ber ku mirovên xwedan armanc her kêliya jiyana xwe bi wate dijîn.

Bi hatina çiya re wiha hîs dikim ku ji nûve dayîk dibim û bi her gavê re zêdetir ber bi rastiya jiyanê ve dimeşim. Di her milî ve diguherim, ji ber ku têkoşîna PKK’ê bi rastiya berxwedanên dîrokî re kesayetên nû diafirîne. Çawa ku zarokekî nû tê dinyayê; fêrî ziman, meş û axaftinê dibe, jiyana Serokatiyê û PKK’ê jî kesayetên ji xwe dinihurin, ava dike û di têkoşîna di vê serdemê de bi pêşengiya jinan misoger wê serketinê bîne.

* Ev nivîsa Nûjîn Bawer e ku wê beriya şehadeta xwe nivîsiye.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtika

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET- Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin

Nivîsa Pêş

TAYBET- Komplo çi ye di dîrokê de çawa pêş dikeve?

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET- Komplo çi ye di dîrokê de çawa pêş dikeve?

TAYBET- Komplo çi ye di dîrokê de çawa pêş dikeve?

ANALÎZ- Wateya Biryara DMME (AÎHM)’yê

ANALÎZ- Wateya Biryara DMME (AÎHM)'yê

Manşet

  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.