Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Karasû: Rêber APO pilanên qirkirin û tinekirina Kurdan ji hev xist

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
16/07/2018 - 10:47
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
ParvekeTweet

“Rêber Apo bi avakirina PKK’ê re planên qirkirinê, planên tinekirina Kurdan ên dewleta Tirk ji hev xist.”

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû der barê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bersiv da pirsên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê.

Karasû da xuyakirin ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rêberekî ji rêzê yê siyasî nîne û got, “Rêber Apo ne tenê bernameyeke siyasî danî holê û qala azadiya Kurd û Kurdistanê kir. PKK jî ne tevgereke wiha ye. Rêber Apo zîhniyet, nêrîn, hestên Kurdan guherand; jiyan, rewşa malbatî û têkiliyên wan ên cîrantiyê guherand. Civakeke ku karibe têbikoşe derxist holê. Ji bo karibe di oxira azadî û demokrasiyê de têbikoşe, jiyana wan bi temamî guherand. Li dijî her şêweyên paşverûtiyê têkoşiya û gelê Kurd rakir ser piyan.”

Karasû destnîşan kir ku bi têkoşîna Ocalan re rastiya Kurdên Azad afirî û wiha pê de çû: “Rastiya Kurdên Azad ên navenda xwe Amed e derkete holê. Rêber Apo got, ‘Rastiya Kurd a ku min afirand, rastiya Kurdên Azad ên navenda xwe Amed e’. Ev bîst sal in ji ber vê yekê tecrîdeke giran li ser wî tê ferzkirin. Naxwazin gotineke wî jî bigihêje derve. Dibînin ku gotineke wî jî dikare bandorê li civakê bike. Lewma tecrîd û zexteke gelekî giran li ser wî heye.”

RÊBER APO PLANÊN QIRKIRINÊ JI HEV XIST

Karasû diyar kir, Ocalan rêberê gel e, rêberê şoreşê ye û bi hest û nêrînên xwe civakê bi rê ve dibe. Mûstafa Karasû anî ziman ku ji ber van taybetmendiyên xwe, dijminatiyeke mezin li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin û wiha dewam kir: “Suleyman Demîrel ku demeke dirêj li Tirkiyeyê Serokwezîrtî û Serokkomarî kir, ji bo têkoşîna me ya azadiyê digot, ‘belayê herî mezin ê dîroka me ya hezar salî’. Mîna ku Kemal Pîr digot, ‘me singek li dilê mêtingeriyê xist’. Derebke mezin li stratejî û polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Trik hate xistin. Ji wan hebû ku bi polîtîkaya xwe ya pêncî-şêst salî re Kurd qedandine. Lê belê Rêber Apo derkete holê, koma Apoyî ava kir, PKK damezrand û bi têkoşîneke mezin planên qirkirinê, planên tinekirina Kurdan ên dewleta Tirk ji hev xist, ji holê rakir. Lewma dijminatiyeke mezin li Rêbertî dkin. Ji ber ku mejî, polîtîka û têkoşîna vî Rêbertî bandor li Kurdên li hemû parçeyan kir. Bandor li Kurdên li gelemperiya cîhanê kir. Rastiyeke nû ya Kurdan derxist holê. Ji aliyê civakî ve Kurd ji hemû beşên din ên civakê yên li Rojhilata Navîn kir gelekî hîn pêşketî, hîn demokrat, hîn şoreşger û hîn çalak. Dewleta Tirk a mêtinger, Kurd bi paşverûtî û derveyî şaristaniyê pênase dikir, bi vî rengî polîtîkayên xwe yên qirkirinê rewa dikir. Kurd niha xwedî karakter û zîhniyeteke hemdem, demokratîk û pêşketî ne. Rastiya dewleta Tirk, rastiya civaka Tirkiyeyê li pişt rastiya civakî û siyasî ya gelê Kurd maye. Ji ber vê yekê jî li dijî Rêber Apo bi hêrs in. Tolê ji Rêber Apo hiltînin.”

KIRYARÊN TAYBET ÊN LI DIJÎ ŞEXSEKÎ

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku dewleta Tirk hemû derfetên xwe ji bo tinekirina têkoşîna 35 salan a bi pêşengiya PKK’ê bi kar tîne û wiha dewam kir: “Hemû polîtîkayên xwe di vê çarçoveyê de ne. Dewleta ku li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, li dijî têkoşîna azadiyê ya PKK’ê, li hemberî gerîla gelekî bi hêrs e û ji bo tinekirina wan hemû derfetên xwe bi kar tîne, bêguman wê tecrîd û zexteke giran li Rêber Apo bike, ku wî bi xwe ev têkoşîn afirand. Tecrîdeke girankirî ku li devereke din a cîhanê nîne tê ferzkirin. Ew xistin giraveke ji yek kesî. Van çend salên dawî du-sê heval Çûne cem wî, lê wan jî nikare bi rêk û pêk bibîne. Ev du sal in em nizanin bê hev dibînin a nabînin. Ji Tîrmeha 2011’an û vir ve heft sal in parêzer û malbat nikarin wî bibînin. Kiryareke bi vî rengî li cihekî din ê cîhanê nîne. Li ti girtiyekî siyasî û rêberekî nehatiye kirin. Ti eleqeya vê yekê bi qanûnan re nîne. Kiryarên taybet ku li dijî şexsekî bi cih tên anîn. Tenê li dijî Rêber Apo tên bikaranîn. Rêber Apo bîst sal in li dijî vê yekê li ber xwe dide. Ji ber ku Rêber Apo zane bê ji ber çi li zindanê ye. Zane ku rêberê gelekî ye û li gorî vê yekê tevdigere.”

ŞERÊ TAYBET Û PSÎKOLOJÎK TÊ MEŞANDIN

Karasû destnîşan kir ku divê haya gel ji polîtîkayên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebe û got, “Çawa ku li derve li êrîş li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tê kirin, zext û zordarî heye, li dijî Rêber Apo jî heman zext û êrîş hene. Tecrîda giran a li ser Rêber Apo ji ber vê yekê ye. Eger mirov dixwaze zexta li ser Rêber Apo fêhm bike, divê li zext û zordariya li gelê Kurd tê kirin binerin. Ji zext û zordariya li Kurdan tê kirin tê fêhmkirin bê polîtîkayeke çawa li dijî Rêber Apo tê meşandin. Bîst sal in di her kêliyê de şerekî psîkolojîk li dijî Rêber Apo heye. Şerekî giran ê psîkolojîk û taybet li dijî Rêber Apo tê meşandin.”

Karasû destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd bi ruhê dewleta Tirk zane, lewma li gorî vê yekê helwestekê nîşan dide û got, “Ji xwe em qet qalê nekin jî, civak, gel û tevahiya cîhan dibînin û pê zanin bê polîtîka û tecrîdeke çawa li dijî Rêber Apo tên meşandin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Ciwan: Ji bo tecrîda li ser Rêber Ocalan serî hildin

Nivîsa Pêş

HPG’ê nasnameya şehîdên Bedlîsê eşkere kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG’ê nasnameya şehîdên Bedlîsê eşkere kir

HPG'ê nasnameya şehîdên Bedlîsê eşkere kir

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Çelê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Çelê weşand

Manşet

  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.