AMED – Li Dibistana Navîn a Înönü ya li Yenişehirê gelek xwendekar jehrî bûn.
Li Dibistana Navîn a Înönü ya li navçeya Yenişehirê ya Amedê gelek zarok jehrî bûn. Tê îdiakirin ku jehrîbûn ji ber lîstina zarokan bi civayê ku wan dîtiye çêbûye.
Tîmên bijîşkî yên ku çûne cihê bûyerê, tê gotin ku di nav ambulansê de dermankirina destpêkê dane. Dema ku malbat nûçeyê bihîstin, ber bi dibistanê ve çûn.



