NAVENDA NÛÇEYAN – Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re biçe Girava Îmraliyê.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê sibe ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re biçe Girava Îmraliyê. Hat zanîn ku Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol dê di şandeyê de cih bigirin.
Şande, herî dawî di 17’ê Çileyê de çûbû Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Ji wê dîrokê heta niha li Girava Îmraliyê tu hevdîtin nehatine kirin.


