AMED – Meclîsa Ciwanan a DEM partiyê û Hevgirtina Xwendekarên Azad ên Dîcleyê bi beşdariya Veysi Aktaş, Çetin Arkaş û Azime Işık li Amedê civînên ciwanan rêxistin dikin.
Li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Şubat 1999’an ku li ser Rêber Apo hat kirin, li Amed civîna ciwanan dê were lidarxistin. Ev civîn ku bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a DEM partiyê û Hevgirtina Xwendekarên Azad ên Dîcleyê tê rêxistin, bi şîara “Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve dimeşin” dê di 15’ê Şubatê de saet 10.00’an li ÇandAmed Merkez Kongre a pêk were. Di civînê de ku Veysi Aktaş û Çetin Arkaş wek axaftvan beşdar dibin, paşxaneya dîrokî ya Komploya Navneteweyî û bandorên wê yên ku heta îro têne hîskirin dê bên nîqaşkirin.
Endamên Meclîsa Ciwanan ku ji bo civînê vîdyoyek amade kirine, serî li hemû ciwanan, bi taybetî jinên ciwan, kirin da ku beşdar bibin. Herwiha ciwanan belavokên ku ji bo civînê amade kirine li kolanan û kafeyan belav kirin û gel bang kirin ku beşdarî civînê bibin.



