MELUN – Li Melun, bajarê ku girêdayî herêma Île-de-France ya Paris e, bi pêşengiya endamên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û Meclîsa Gel a Melunê, ji bo piştgirîkirina Rojava’yê meşeke girseyî hate lidarxistin. Gelê welatparêz li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Şehîd Mehmet Tunç kom bûn û bi bangê ciwanan derketin qadên me.
Meş bi sloganên “Biji Berxwedana Rojava” dest pê kir û bi coş û heyecan ji Navenda Civaka Kurd a Şehîd Mehmet Tunç heta Meydana Place Saint-Jean dom kir. Di meşê de girse bi sloganên “Biji Serok Apo” û “Biji Berxwedana Rojava” qada dengdar kir.
Piştî gihîştina meydanê, berî ku hevserokê Navenda Civaka Kurd a Şehîd Mehmet Tunç, Çetin Köken, axaftina xwe dest pê bike, ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê yek deqîqe rawestana rêzgirtinê hate kirin. Köken bi sloganên “Şehîd Namirin” ên ciwanan re axaftin kir û bal kişand ser komkujiyan ku li Rojava’yê tên kirin û bêdengiya dewletên Ewropayê şermezar kir.
Wî diyar kir ku dorpêçkirina li Kobanê krîza mirovahî kûrtir dike û got ku divê piştgirî ji bo Rojava’yê were mezinkirin. Wî herwiha got ku heta ku dorpêç were rakirin, ew ê li qadên me bimînin û bang li mezinbûna têkoşînê kir.
Di dawiya axaftinê de, ji bo meşa ku dê di 14.02.2026’an de li Strasbourgê were lidarxistin bang hate kirin. Bi şîara “Azadî ji bo Rêber APO, Statû ji bo Rojava’yê” bang li beşdarbûnê hate dubarekirin.
Piştî çalakiyê, girse bi pêşengiya ciwanan dîsa ber bi Navenda Civaka Kurd a Şehîd Mehmet Tunç ve meşiya û çalakiya xwe bi dawî kir.


