HESEKÊ – Di bin pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan de li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê xwepêşandanek û daxuyaniyek çapemeniyê hate lidarxistin. Gelek ciwan û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn û piştgiriya xwe ji bo têkoşînê nîşan dan.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd xalek werçerxê ye û komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kirin. Ciwanan diyar kirin ku berxwedana li dijî komployê dê were xurtkirin.
Hêlîn Zagros di çalakiyê de axivî û got, “Di serî de em kompiloya 15 siba ê ya ku li ser Rêbertiya me hatiye kirin nelet dikin. Kompiloya ku di şexsê Rêbertî de xwestin Tevgera Azadiyê û gelê kurd bi qirkirin û îmhayê re rû bi rû bihêlin. Îro weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bi kompiloyekî nû ya îmha û tesfiyê re rû bi rû ne. Di serî bi êrîşên ku li ser Helebê hatin kirin armanc dubarekirina kompiloya ku di şexsê Rêbertî de dixwestin bigihînin encamê. Bi nirxandina Rêbertî ya ku got li ser Rojava kompiloyeke mezin tê kirin. Armanca vê kompiloyê tunekirin û tesfiyekirina şoreşa Rojava û ji holê rakirina destkeftiyên gel herêmê di heman demê de bi awayekî fermî û bi wehşiyetekî mezin êrîş li ser pirojeya Serokatiye di vê derbarê de ji bo serxistina vê armancê dijmin hemû rê û rêbazan pêk tîne. Ji bo şikandina iradeya gel li ser bajarê Kobanê dorpêç berdewam dike. Hewildana komkujiyan li herêmê zêde dikin li ser vî esasî di serî de weke gelê taxa miftî û dahiyê yê bajarê Hesekê em bi hemû hêza xwe di destpêkê de ji bo vala derxistina kompiloya li ser Rêber APO di heman demê de vala derxistina kompiloya ku li ser şoreşa Rojava xwe dûbare dike emê bi hemû hêza xwe têbikoşin û bi serbikevin . Emê li ser esasê parastina rawa heya nefesa dawî taxên xwe û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin bi berxwedaniya xwe bi esas girtina fikir û ramanên Rêber Apo emê serkeftinê misoger bikin.
BIJÎ SEROK APO
BÊ SEROK JIYAN NABE
BIMIRE KOMPILOYA 15 SIBATÊ
Di tevahiya daxuyaniya çapemeniyê de gelek caran dirûşme hatin berzkirin. Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.


