MÜNSTER – Li dijî êrîşên ne mirovî yên ku li Rojava li ser gelê Kurd têne domandin, li bajarê Münsterê yê Almanyayê çalakî hate lidarxistin. Ciwanên Münsterê bi çalakiya ku li deverên herî aktîf ên bajêr pêk anîn, bala xwe kişandin ser êrîşên li dijî Rojava.
Ciwanan li seranserê bajêr li ser gelek dîwaran sloganên “Free Rojava”, “Defend Rojava”, “Jin Jiyan Azadî”, “YPG” û “YPJ” nivîsand û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin. Di çalakiya ku hat lidarxistin de, bi taybetî piştgirîya dewleta Almanyayê ji çeteyan û ji serokê HTŞ’yê Colanî re bi zimanekî tûj hate şermezarkirin.
Di axaftinên xwe de, endamên ciwanan destnîşan kirin ku bêdengiya dewletên Rojava re, bi taybetî Almanya û dewletên Rojava re, qebûlkirî nîne. Wan got ku modela jiyana demokratîk û azad a ku li Rojava hatî avakirin tê hedef kirin û ev êrîş armanc dikin ku destkeftiyên gelê Kurd tasfîye bikin.
Ciwanên Münsterê destnîşan kirin ku heta ku statûya Rojava di asteke navneteweyî de neyê naskirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin û bang li hemû kesên hestyar ên li Ewropayê kirin ku bi şoreşa Rojava re xwedî derkevin.

