ENQERE – Li Enqereyê astengkirina alîkariyên ji bo Kobanê ya di bin dorpêçê de ye, hat protestokirin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku venekirina Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê û israra di vê de, sûcê mirovahiyê ye.
Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo protestokirina dorpêça ku 20 roj in li ser Kobanê berdewam dike û ji ber ku Tirkiye Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê venakeve, li Kolana Yukselê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku rêxistinên demokratîk jî beşdar bûn de, pankartên “Em şoreşa jinê ya Rojava diparêzin” û “Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye; nayê teslîmgirtin” hatin hilgirtin. Herwiha dirûşmên “Korîdorê veke, dorpêçê rake”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin. Li ser navê pêkhateyên platformê Jiyan Bahadir daxuyanî da û bi bîr xist ku bajarê Kobanê yê ku bi têkbirina DAIŞ’ê dîroka parastina mirovahiyê nivîsand, 20 roj in di bin dorpêçê de ye.
Bahadir bertek nîşanî dorpêçê da û wiha ev tişt got: “Ceyran tune, av tune, xurek pir kêm e, derman tune, nexweşî dest pê kirine û li ber çavên cîhanê mirov di rojên sar ên zivistanê de bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Li bajarekî ku 5 zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest dane, krîzeke mezin a mirovî heye. Sedema sereke ya çaresernebûna vê krîzê, helwesta polîtîk a welatên herêmê ye. Îro venekirina Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ku li hemberî Kobanê ye û pênc deqîqeyan dûrî navenda bajêr e, sûcê mirovahiyê ye. Yên ku dibin hevparê vî sûcî, kesên bi gotina ‘Kobanê ket, dê bikeve’ kêfxweş dibûn. Ew kesên ku wextekî bi gotina ‘Kobanê ket, dê bikeve’ kêfxweş dibûn, îro şirîkê vî sûcê mirovahiyê ne.”
‘NÎŞANEYA BERDEWAMKIRINA SIYASETA TUNEKIRINÊ YE’
Bahadir bal kişand ser pêvajoya li Tirkiyeyê jî û destnîşan kir ku aştî tenê bi nîqaşkirina verastkirina qanûnan pêk nayê û wiha pê de çû: “Yên ku li hundir dibêjin aştî lê korîdora jiyanê venakin, li bajarê Kobanê dibin sedema trajediyekî mirovî. Gotinên aştiyê yên kesên ku îmzeya wan di bin van trajediyan de hene, mixabin ji xapandinê wêdetir naçin. Ger aştiyek çêbibe, divê ne tenê bi Kurdên li Tirkiyeyê re, lê bi hemû gelên herêmê re be. Venekirina derî û mirina zarokan a ji sermayê, ne aştiyê, komkujiyekî sîstematîk tîne bîra mirov. Ev yek di heman demê de nîşan dide ku siyasetek tunekirinê berdewam dike.”
Daxuyanî bi dirûşman ve bi dawî bû.


