ENDONEZYA – Li welatê Endonezya di rojê 7ê Sibatê de rêxistina “ABC+ Kontrol Pekerja” niqaşek li ser avabûna kesayeta demokratîkê li dar xistin. Bi tevlîbûna ciwan, karker û endamên rêxistinên sivîl re belgefilmê “Berxwedan Jiyane – Berxwedana Tişrînê” hat nîşan dan. Piştî vî, bi perwerde yê li ser internetê ya kobarê ciwanên enternasyonalîstê “Lêgerîn” li ser pêdiviya ji bo avabûna kesayetekî militanî yê demokratîkê, niqaşek hat meşandin.
Di wî de minakê Tevgerê Azadiya Kurdistan û Şoreşa Rojava hat dayîn. Di heman demê de tecrûbeyên tevgerên şoreşgerî yên Endonezya û kemasiyên wî hatin destgirtin. Hat dîtin ku ji ber zilm û zordariya dîrokî ya dewletê Endonezya, di nav tevegerên çepger de tirs û hişkbûn pêşketin. Di heman demê de xeteriya pêşketina rejîmekî otorîter û faşîst li Endonezya derket pêş û pêwîstiya bi veguhertin û amadekariyekî bi kok hat nişandan. Ji bo bersivdayîna vî qeyranê civakî, tê plankirin di mehên pêş de perwerde û niqaşên din li ser paradigmaya Moderniteta Demokratîk ê Rêber APO bên meşandin.



