TORINO – Li bajarê Torino ya Îtalyayê, ji aliyê komîteyekê ku ji ciwanên taxên çînê karkeran pêk hatiye, daxuyaniyek piştgiriyê bi gelê ku li Rojavayê bi biryardarîyek mezin berxwedanê didomîne re hate kirin. Di daxuyaniyê de hate binavkirin ku di şertên ku gelan bi rêxistinî ne de, tu hêzek nikare wan têk bibê.
Di daxuyaniya ku ji aliyê komîteya ciwanan ve hat kirin de hate gotin ku avakirina jiyanek azad û wekhev bi hev re, ramanek gerdûnî ye ku hemû rejîm û sînorên tê derbas dike. Hate destnîşankirin ku ev raman ne tenê utopiyek e, lê îro li gelek deverên cîhanê bi awayek somut tê jiyandin.
Hate diyarkirin ku ev komîte çend sal berê bi hînbûna ji têkoşîn û prensîbên gelê şoreşger ê Kurdistanê hatiye damezrandin, û modela civakî ya ku li Rojavayê hatiye avakirin ji bo ciwan û karkerên li çaraliyê cîhanê rê nîşan dide.
Di dawiya daxuyaniyê de bi gotina “Ji Bakurê Rojhilata Sûriyê heta Îtalyayê, berxwedana gelan jiyan e” hate binavkirin ku piştgiriya bi gelê Rojava re dê bidome û ku têkoşîn dê were mezin kirin.


