SILÊMANÎ – Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin di berxwedana Rojava de şehîd bû , li bajarê Silêmaniyê bi merasîmeke girseyî hate bibîranîn.
Şehîd Ehmed Hêmin li Silêmaniyê bi beşdariya malbata wî, xiziman, malbatên şehîdan û gelê welatparêz bi merasîmeke mezin hate bibîranîn.
Merasîma bîranînê li Qada Sekoy Azadî ya bajarê Silêmaniyê pêk hat û bi beşdariya malbata şehîd û gelek welatiyan hate lidarxistin. Ehmed Hêmin ku ji Kerkûkê bû û tevlî berxwedana rûmetê ya li Rojavayê Kurdistanê bû, di berxwedana Hesekê de şehîd bû û ji aliyê gelê Kurd ve wek “şehîdê yekîtiya neteweyî” hate pênasekirin.
Di merasîmê de, ji aliyê Rûbar Ehmed ve bi navê Eniya Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê peyamek hate xwendin. Di peyamê de ev gotin hatin gotin:
“Ehmed Hêmin wek ciwanek ji Kerkûkê û Başûrê Kurdistanê ji bo parastina axa welat çû Rojavayê Kurdistanê. Em ji malbata wî re dibêjin ku Ehmed Hêmin ne tenê şehîdê we ye, lê şehîdê tevahiya Kurdistanê ye. Ew ji bo parastina axa xwe û birayên xwe yên li Rojava, di berxwedana rûmetê ya li Rojava de canê xwe feda kir û wek şehîda yekem ya ji Başûrê Kurdistanê di vê berxwedanê de ket karwanê şehîdan.”
Di merasîma bîranînê de mamê şehîd, Cemal Ehmed jî bi navê malbata şehîd peyamek xwend. Di peyamê de hat gotin:
“Em ji bo rêzgirtina li Şehîd Ehmed Hêmin spasiya gelê Kurd dikin. Ew şehîdê her çar parçeyên Kurdistanê bû û bi xwîna xwe sînorên çêkirî şikand. Wek malbata şehîd, em soz didin ku em ê li ser rêya têkoşîna azadiyê ya ku kurê me li ser wê şehîd bû têbikoşin.”
Her weha di merasîmê de Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs jî axaftin kir. Karamûs di axaftina xwe de got:
“Ehmed Hêmin ne tenê şehîdê Rojava ye, lê di heman demê de şehîdê her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ew ji bo parastina mafên xwe, axa xwe û welatê xwe şehîd bû. Ew şehîdê rûmet û şerefa gelê Kurd e û nîşaneya seferberî û rûmeta neteweyî ye.
Armanca êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê ne tenê dagirkirina Rojava ye, lê di heman demê de armanca wan tunekirina destkeftiyên gelê Kurd e. Lê heta ku şehîdên wek Ehmed Hêmin û bi hezaran şehîdên din hebin ku ji bo parastina axa her çar parçeyên Kurdistanê jiyana xwe feda kirine, dijmin nikarin gelê Kurd tune bikin. Ez bang li partiyên siyasî û rêveberên Kurd jî dikim ku bibin yek û yekîtiya neteweyî biparêzin.”



