NAVENDA NÛÇEYAN – Ji pênusa Nûda Elefterya “Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava”
Her zindiyek çêdibe û bi hebûn dibe. Lê di çebûyînê de wate avakirin, yani civakbûyîn tê wateya mirovbûnê. Di serdema kapitalizmê de jiyana komîn rexistinkirin dibe şoreş. Bi wateya xwezayê re hebûn avakirin dibe felsefeya jiyane. Bi wate meyzekirin, me hemûyan xweşik dike. Rebêr APO got; ‘di tunebûyînê de wateya heri mezin ava kirin’. Di tarîtiya kujere kastik de hebûna jin avakirin û weke bûyîna şewqa jiyanê di rexistinbuyina jin de xwe şenber dike. Ev şewq jî ji çiyayan hetta şoreşa rojava tîrêjê xwe digihîne.
Beguman sedema ku îro jin di nava pençeyê qirkirinê de jiyan dike, tarîtiya kujere kastik e. Ji bêwatebûyînê de bûyîna wate jî xwe rêxistinkirinê ve gengaz e. Pergala kapîtalîst herî zêde êrîşê jinan dike. Dixwaze rihê jinê vala bike û vê valatiya rihî bi şekil dagre. Ji ber vê ameliyatên estetîka laş, li gor xwe şekil didin jinê. Laşê jin di bin navê xweşikbûnê de parçe parçe dikin. Di esasê xwe de yê di laşê jinê de tê parçe kirincivak bi xwe ye. Pergal, ji bo ku xwe li ser civakê serwer bike, polîtîkayê parçekirine hertim bikartine. Despêkê zayendan ji hev cuda dike, çînayetiya jêr û jor ava dike, bi vî awayî jî rêve dibe. Ji ber ku pergala kapitalist xwe li ser dizîna nirxe civakê ava dikê, çi nirxe ku bi wate bê didizê, dike aîdê xwe, li gorî xwe şekil dide û bi pere dîsa difroşê civakê. Di mitolojiyê de em dibinin ku kujerê kastîk erişa yekem ya ku li ser civake dike, bi dizîna nirxê civakê re despê dike û li ser van nirxan pergala zigurat a dewlete peş dixe. Rebêr APO vê pergala zilmê weke kujerê kastîk pênase kir û gotina Buda anî bîra me: “Heta ku xençera li pişt civakê neyê derxistin, nirxê azadiyê nikare were avakirin.” Dive em tu carî ji bîr nekin ku heta ev xençer di pişta me de be, emê nikaribin jiyanekî bi wate ava bikin. Ji bo jiyanekî bi wate, divê em berê xwe bidin fikir û ramanên Rêbêr APO.
Şoreşa Rojava, şoreşa jina azad e. Ji ber kû tola sîh hezar salî li Rojava tê rakirin. Pişti rexistinbûna kujerê kastîk di her pergalekî de şiklek li gorî xwe da hebûna jin. Lê bi rexistinbûyîna jin ya şoreşa Rojava re jin, ‘xwebûn’ xwe rêxistin kir. Di hemû jiyanê de weke peşenga şoreşê rola xwe lîst. Di avakirina jiyana komin de pêşeng e û ji hemû cepheyê şer bigre heya saziyên Rêveberiya Xweser di pêş de ye. Beguman heza dijbêr yê kujere kastîk ji vê hêzê ditirse û bi politikayên cûr bi cûr, berê xwe dide jinên ciwan. Gelek jinên ciwan bêyî kû zanibe dikeve xefika kujere kastîk. Ji bêr ev kujêr tiştek wusa ye ku; derve de bal dide kişandin lê dema ku tu nava wê meyze dîkî hemû riziya ye. Bi erişkirina jinên ciwan dixwaze nirxe civakê birizînê. Bala jinên ciwan her tim dide şikil û madîyatê. Hem di milê hişmendî de, hem jî di mile rihd e hebûneki bê wate ava dike. Divê em ji bîr nekin ku ev hemû nexweşiyên pergalê ne. Em wekî jinên ciwan pêwîste nexweşiyen pergalê re şer bikin û em di zanebûyîna wê de bin û li gorî vê xwe rexistin bikin. Ji bo kû em xwe rêxistin bikin divê despêkê em xwe nas bikin û civakbûyîna xwe nas bikin. Êrişe ku em pê re rû bi rû dimînin bi ziravî nas bikin û li gorî vê xwe rexistin bikin. Ji ber hemu êrişe ku jin rast lê tê, gelek caran ne di zanebûyîna wê de ye ku çiqasi zirar dide jiyane. Ev eriş bi pir aliyan de li ser jin pêk tê û Şoreşa Rojava bûye kelema li peşiya hêzên qirker û desthilatdar. Ji ber vê hêla siyasî, leşkerî, abori, spor, çandî û hwd. de rastî gelek êrişan tê. Di Şoreşa Rojava de jin di hemû beşan de xwe rexistin dike, civakê bi rêve dibe û rola peşengtiyê dileyîze. Dema bi vî awayî vedigere cewhera xwe jî, ev erîşên dijmin vala derdikevin.
Bi rêya malbatê, politikayên bêyî irade hîştina jinên ciwan, bedengkirin û pasifkirinê pêş dixînin. Li keleka vê bi politikayên fuhûş, tacîz, tecawiz, kuştinê re ahlaqê re civakê dirizînin. Çi tişta xirap hebe jin her dibe qurbanê wê pergalê û hebûna jinê bi tiştên xerab re penase kirin, polîtikaya sereke ya zilamperest e. Bi vê re jî dibêje ‘yan tu yê wekî ku ez dixwazim bî, yan jî ezê te bikujim’. Gelek jinên ciwan hene ku hêza xwe di şibihandina zilam de dibînin, yan jî bi serî tewandinê re xwe dide ecibandin. Bi politikayên zayendperest, roja ku ji dayik dibe heta roja dawiya jiyana xwe mecbûre bibe yê hinek kesên dîtir. Tê gotin ku ‘divê jin yê hinekê dîtir be. Yan yê bave xwe yan yê mêrê xwe be yan jî yê zarokên xwe be. Lê divê ne ya xwe be.’ Ev her roj li ser jin tê ferzkirin. Bi vî awayî jin tê wê rewşê ku xweşikbûnê di makyajan de, di bedena xwe de bigere, her tim xwe ji bo hinekan çêbike, bixemlîne û hemû demê xwe bi vê re derbas bike. Wekî ku milkê herkesî ye, lê ne ya xwe ye. Valatîya ku jinên ciwan ava dibe, dihêle ku hemû wextê xwe bi ser înternet û programên ku mejî û enerjiya ciwantî dide cemdandin re derbas bike. Yanî sîstem jinê dikê hezkiriyê celadê xwe. Berê wan dide hilbijartinên derveyî rastîya ku em dijin.
Mijare heb, tiryak, fihûş, laşê xwe derxistina pêş, teqlida Ewropa kirin, hemû girêdayî vê yekê ye. Ewqasi zirav tên meşandin ku mirov dibê xeribê axa xwe, zimanê xwe, çanda xwe, cewher û hebûna xwe. Di heman demê de ji welat û welatparêzîyê bê par mayîn pêşdikevê. Ji ber yê heri zede bi welat ve girêdayî ye û sembola avakirina jiyan û heskirina axê ye jin e, ewqas êrîş li ser wê pêk tên. Jin, tovê despêkê yê jiyanê çand û berhemê we heya roja îro anî. Bi qasî ku pêşengê jîyanê ye, pîroz û xweşik e, ewqasî rastî êrîşan tê.
Elbet jin li hember van êrîşan bê deng namînê. Her diçe birdoziya xwe li ser hîme paradigmaya Rêber APO mezin û berfireh dike. Encex bi rexistinkirina jiyana hevpar ya komînal dikare van destkeftiyên xwe biparêzê û ev civak li cewherê xwe vegere.
Şoreşa Rojava bi fikra rebêr APO hatiye avakirin. Divê em xwedi li şoreşa xwe derbikevin. Ji bo ku em nirxên mirovahiye biparezin divê em xwedi li şoreşa jin derbikevin û tekoşineki dijwar bimeşînin. Rebêr APO ji bo Rojava got ‘Xeta min ya sor e’. Divê Rojava, ji bo me hemûyan bibe xeta sor. Taybet wekî jinên ciwan divê em di xeta jina azad de, ji malbate despê bikin heta kolan, gund û bajaran de xwe rexistin bikin. Bi hişmendiya jina azad her tim jiyanê biafirînin. Şoreşa jin ya ku li Rojava jiyanê xweşik dike, divê bibe modela hemû cihane. Bi vê modelê re emê sedsala 21’emîn bikin sedsala jina azad!
Nûda Elefterya


